KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g20 № 2 rûp. 12-13
  • 4. Gelo Qirara Xwedê Ew bû ku Em Biçerçirin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 4. Gelo Qirara Xwedê Ew bû ku Em Biçerçirin?
  • Hişyar Bin!—2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Çima Ev Yek Ferz e
  • Derheqa vê yekê Bifikirin
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje
  • Serecem
    Hişyar Bin!—2020
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Çira Haqas Zulmî Heye û Meriv Diçerçirin?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Çira Xwedê Dihêle, wekî Kul-Derd Hebin?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2020
g20 № 2 rûp. 12-13
Malbet pê çadira ser çiya hêsa dibe. Malbet sêlfî dikişîne.

4. Gelo Qirara Xwedê Ew bû ku Em Biçerçirin?

Çima Ev Yek Ferz e

Caba vê pirsê hukum dibe ser nihêrandina me hindava jîyînê.

Derheqa vê yekê Bifikirin

Gelo ev yek logîkî ye, wekî Xwedayê ku her tişt usa bedew efirandiye, bona me kul-derd qirar kiriye?

Merivên bêbawer dibêjin, wekî kul-derd îzbatkirina wê yekê ye, ku Xwedê bona me xem nake. Li gora nihêrandina wan, kul-derd eyan dikin, wekî (1) ji qewata Xwedê der e kul-derda bide sekinandinê, (2) xema Xwedê nîne evê yekê bide hildanê, yan jî (3) Xwedê tune.

Lê gelo ev yek rast e?

HÊ ZÊDE PÊBIHESIN

Binihêrin vîdêo, “Ça Em Dikarin Bawer Bikin, ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?”, ku ser malpera jw.org heye.

Kitêba Pîroz Çi Dibêje

Xwedê em neefirandine bona kul-derda.

Ew dixwaze ku em ji jîyîna xwe lezetê bivînin.

“Bona wan ji kêfxweşîbûnê û heta ku rojên wan hene başî kirinê hîn jî qenctir tiştekî nîne. Him jî xwarin û vexwarina her zilamî û ji hemûya keda xwe qencî dîtin, dayîna Xwedê ye” (WAÎZ 3:12, 13).

Xwedê her tişt dabû merivên pêşin, wekî bê kul-derd bijîn.

Xwedê qirar nekiribû, ku merivên pêşin û zuretên wan biçerçirin.

“Xwedê wanra got: ‘Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin’” (DESTPÊBÛN 1:28).

Merivên pêşin nexwestin gura Xwedê bikin û safî kirin xweserîxwe bijîn.

Rûyê vê yekêda wana xwera û hemû zuretên xwera kul-derd anîn.

“Çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (ROMAYÎ 5:12).a

Xwedê meriv usa neefirandiye, ku bikaribe rêberiyê emirê xwe bike.

Meriv usa nehatiye efirandinê, wekî serwêrtiyê ser merivên din bike, anegorî wê yekê ku meriv nikarin bin avêda bijîn.

“Gavên xwe rastkirin, ne di destê mirovê ku dimeşe de ye” (YÊREMYA 10:23).

Xwedê naxwaze em biçerçirin.

Xwedê dixwaze em usa bijîn, ku bikaribin xwe ji problêma dûr bigirin.

“Xwezîka te emirên min baş guhdarî bikirana! Dê wê gava selameta te mîna çem û . . . mîna lehiyên behrê bibûna” (ÎŞAYA 48:18).

a Kitêba Pîrozda xebera “gune” dide kifşê ne tenê kirên xirab, lê usa jî halê xirab, ku ser temamiya însanetê derbaz bûye.

Gelo qirara Xwedê ew bû ku em biçerçirin?

Na. Xwedê kul-derd bona însanetê qirar nekiribû. Çaxê merivên pêşin safî kirin xweserîxwe bijîn, hingê kul-derd pêşda hatin. Lê ev nayê hesabê, wekî çare tune însanet ji kul-derda xilaz be.

Gelo kul-derdên me wê bêne hildanê?

Binihêre pirsa 5.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin