KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g20 № 3 rûp. 4-5
  • Îzbatkirina Pêbihese

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îzbatkirina Pêbihese
  • Hişyar Bin!—2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Problêm
  • Prînsîpa Kitêba Pîroz
  • Ça Îzbatî Alî Me Dikin
  • Çi Dikarî Bikî
  • Tu Firqiyê Dikî Orta Meriva?
    Hişyar Bin!—2020
  • Hizkirinê Bide Kifşê
    Hişyar Bin!—2020
  • Bira Em Gişk Mîna Yehowa û Îsa Yektiyêda bin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Wana Nefretî Alt kir
    Hişyar Bin!—2020
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2020
g20 № 3 rûp. 4-5
Du mêr tevî kulfetekî xeber didin, ku safî kin hildin lê ser xebatê fabrîkaye ereba yan na. Kulfet hevekî berxwe dikeve.

Îzbatkirina Pêbihese

Problêm

Gelek car înformasiya derew dibe sebeba wê yekê, ku firqiyê dikin orta meriva. Dîna xwe bidin hine mesela:

  • Hine mezinên xebatê difikirin, wekî jin nikarin şixulê zandariyê û têknîkî bikin.

  • Gelek car bineliyên welêt xerîba neheq dikin, ku ewana bineliyara xebatê nahêlin.

  • Gelek meriv difikirin ku hemû merivên nivîşkan zulm û dilteng in.

Merivên ku wan tişta bawer dikin, hela hê dikarin meselên usa jî bînin, ku nihêrandina xwe îzbat kin. Û wana tirê, wekî her kesê ku tevî wan qayîl nîne, nerast e.

Prînsîpa Kitêba Pîroz

“Merivê bê zanebûn xêr tune” (METELOK 19:2).

Ev gilî çi têne hesabê? Emê bêyî îzbatkirina nikaribin safîkirina rast bikin. Çaxê em baweriya xwe çîroka tînin ne ku îzbatiya, em destpêdikin nerast ser meriya bifikirin û wana neheq kin.

Gelo Kitêba Pîroz Hêlan Dike ku Firqiyê Bikin Nava Meriva?

Hinek dibêjin, wekî Kitêba Pîroz hêlan dike, ku firqiyê bikin nava meriva. Lê bi rastî ev kitêb çi dibêje?

  • Temamiya însanetê hevva girêdayî ye: Xwedê “hemû miletêd dinyayê ji xûnekî xuliqand” (Karên Şandiya 17:26).

  • Xwedê firqiyê nake nava meriva: “Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Karên Şandiya 10:34, 35).

  • Xwedê dilê meriya dinihêre: “Mirov li wec dinihêre, lê belê XUDAN [Yehowa, DT] li dil dinihêre” (1 Samûyêl 16:7).a

a Yehowa navê Xwedê ye, derheqa kîjanî ku Kitêba Pîrozda tê gotinê.

Ça Îzbatî Alî Me Dikin

Hergê em derheqa meriva rastiyê bizanibin, emê guh nedin wan tiştên derew, ku derheqa wan bela dikin. Çaxê em pêdihesin ku buxdan avîtine komeke meriva, emê îda nekevin ber bayê gilî-gotinên buxdanbêja û her tiştî bawer nekin.

Meselên Modêrn: Covîk (Ewropa)

Covîk, derheqa kîjanî ku gotarek pêşda hatibû gotinê, timê ji bineliya, nûçeya û bernamên têlêvîziyonê, derheqa komeke meriva tiştên xirab dibihîst. Ew dibêje: “Min destpêkir wan meriva nefret kim. Wê yekêda min xwe heq derdixist û difikirîm, wekî rast im.

“Çaxê ez çûbûm eskeriyê, ez mecbûr bûm bijîm û bixebitim tevî eskerên ji vê koma meriva, ya ku min nefret dikir. Wede şûnda ez derheqa wana gelek tişt pêhesiyam. Min hela hê destpêkir zimanê wan jî hîn bim û kilamên wan bibihêm. Min xweş dihat tevî wan şixulkariyê bikim, û hêdî-hêdî min nihêrandina xwe hindava wanda guhast. Ez zanim, wekî ev hestê mine berê dikare dîsa nav minda pêşda bê, lema jî ez xwe dûr digirim ji nûçeyên usa, ku tiştên xirab derheqa vê koma meriva dibêjin. Ez usa jî nanihêrim sînem yan jî komêdiyayên usa, ku wan meriva dikine pêkenî. Ez fem dikim, wekî firqîkirin dikare hêrsê û nefretiyê pêşda bîne”.

Çi Dikarî Bikî

  • Hilde hesab, wekî çaxê tiştekî xirab derheqa komeke meriya dibêjin, ev nayê hesabê ku merivên vê komê gişk usa nin.

  • Bîr neke, wekî tu derheqa wan meriya hemû înformasiya nizanî.

  • Qewatê bide xebatê, ku ji kaniya bi îtbar îzbatiya bivînî.

Wana nefretî alt kir

Şikil: 1. Du mêr rê diçin û hevra xeber didin. 2. Yek ji wana dikene tevî hevalên xwe.

Çi alî yekî Ereb û yekî Cihû kir ku nefretiyê alt kin û hev hiz bikin?

Binihêrin vîdêo “Hizkirina Amin Nefretiyê Alt Dike”. Bikeve jw.org û rêza vîdêoyada bivîne.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin