KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g20 № 3 rûp. 12-13
  • Hizkirinê Bide Kifşê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hizkirinê Bide Kifşê
  • Hişyar Bin!—2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Problêm
  • Prînsîpa Kitêba Pîroz
  • Çi Dikarî Bikî
  • Wana Nefretî Alt kir
    Hişyar Bin!—2020
  • Tu Firqiyê Dikî Orta Meriva?
    Hişyar Bin!—2020
  • Bira Em Gişk Mîna Yehowa û Îsa Yektiyêda bin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Îzbatkirina Pêbihese
    Hişyar Bin!—2020
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2020
g20 № 3 rûp. 12-13
Kulfeteke Hindû alî kulfeta çermesipî dike.

Hizkirinê Bide Kifşê

Problêm

Hêsa nîne derbêra hestên nefretkirinê ji dilê xwe derxî. Çawa ku wede û qewat lazim e seva ku nexweşiyê qenc kî, usa jî wede û qewat lazim e, wekî nefretiyê ji dilê xwe derxî. Tu çi dikarî bikî, seva ku nefretiyê ji dilê xwe derxî?

Prînsîpa Kitêba Pîroz

Şikil: 1. Mêrekî ji Asyayê derî vekirî digire, wekî yê çermereş hêsa derbaz be. 2. Ev merivê çermereş hevalxebatçiyên xwera kahvê dide, usa jî kulfeta Hindûra.

“Hizkirinê li xwe kin, ya ku van hemûya bi yektiya tam hevva girêdide” (KOLOSÎ 3:14).

Ev gilî çi têne hesabê? Çaxê em merivara qenciyê dikin, ev yek edilayê tîne. Çiqas hizkirinê zêde dikî, haqas nefretî kêm dibe. Ev hizkirin wê alî te bike hestên nerast hindava merivada ji dilê xwe derxî.

Çi Dikarî Bikî

Şikil: 1. Mêrekî ji Asyayê derî vekirî digire, wekî yê çermereş hêsa derbaz be. 2. Ev merivê çermereş hevalxebatçiyên xwera kahvê dide, usa jî kulfeta Hindûra.

Bifikire tu çawa dikarî hizkirinê bidî kifşê hindava wan merivada, yên ku te xweş nayên. Eseyî nîne vê yekê bi kirên mezin bikî. Bixebite ku hine ji van şîreta bidî xebatê:

Her kirên teyî biçûk jî ku hizkirinê didine kifşê, wê te ji nefretiyê dûr xin

  • Merîfet û bi qedir be tevî merivên xerîb. Mesele, çaxê ewana dertên yan dikevine hindur, derî pêşiya wan veke, yan jî transportêda cî bide wan.

  • Tevî wan bikeve xeberdana kin, hergê jî ewana ser zimanê te rind xeber nadin.

  • Bi sebir be gava fem nakî çima ewana xwe tebiyetî nadine kifşê.

  • Dilşewat be, gava ewana derheqa problêmên xwe gilî dikin.

Meselên Modêrn: Nazarê (Gînea-Bîssau)

“Berê min firqî dikire orta merivên xerîb. Min bihîstibû, wekî geleka ji wan dîwan dixapandin ku yan çi hêsîr in, seva ku pera û komekê bistînin, lê bi rastî ew qaçax bûn. Ji bo wê yekê minra çetin bû wana qebûl kim. Lê dîsa jî ez nedifikirîm, ku ez firqiyê dikime orta meriva, çimkî heçî zef ji merivên der-dor usa ser wan dinihêrîn.

“Wede şûnda min fem kir, wekî ew hestê min hindava wanda nerast e. Bîlaniya Kitêba Pîroz alî min kir, ku hizkirinê nav xweda pêşda bînim. Niha ez xwe ji wana dûr nagirim. Dewsê ez wana silav dikim û tevî wan dikevime xeberdanê. Ez dixebitim ku xeyset-hunurên wanî baş bivînim. Niha nihêrandina min hindava wanda baş e û min xweş tê tevî wan şixulkariyê bikim”.

“Min dixwest neheqiyê bidime sekinandinê”

Rafîka Morîs.

Rafîka tevî koma rêvolûsiyonêra bibû yek, seva ku miqabilî neheqiya hindava xerîbada şera bike. Lê çaxê ew hat civata mezine Şedên Yehowa, ewê nava merivada yektî dît, çi ku ew gelek hizret bû.

Binihêre vîdêo “Rafîka Morîs: Min Dixwest Neheqiyê Bidime Sekinandinê”. Bikeve jw.org û rêza vîdêoyada bivîne.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin