KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g20 № 3 rûp. 6-7
  • Dilşewat be

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Dilşewat be
  • Hişyar Bin!—2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Problêm
  • Prînsîpa Kitêba Pîroz
  • Dilşewatî Çawa Alî Me Dike
  • Çi Dikarî Bikî
  • Dilşewat be
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
  • Gelo Xwedê Dilşewat e?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
  • Jîyîna Malbetê û Hevaltî
    Hişyar Bin!—2019
  • Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Derheqa Padşatiyê bi Baweriyê Xeber de
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2020
g20 № 3 rûp. 6-7
Mêrek ji Kavkazê û yekî Sîkx teyarêda kêleka hev rûniştine. Ewana bi şabûn hevra xeber didin.

Dilşewat be

Problêm

Çaxê em dîna xwe didine vê yekê, ku merivên din çiqas ji me cude dibin, hingê ev cudebûn meva ça kêmasî têne kifşê. Ji bo vê yekê dibeke em difikirin ku ji wan baştir in. Belê, çaxê em nihêrandina vî cûreyî nav xweda pêşda tînin, mera çetin dibe dilşewatiyê bidine kifşê. Ev yek nîşan dike, ku problêma meye mezin heye; ev firqîkirina meriva ye.

Prînsîpa Kitêba Pîroz

“Tevî yêd şa dibin şa bin û tevî yêd digirîn bigirîn” (ROMAYÎ 12:15).

Ev gilî çi têne hesabê? Evê prînsîpê em dikarin pê du giliya bêjin; dilşewat bin. Dilşewatî tê hesabê, gava xwe datînî dewsa kesekî din û vê yekê texmîn dikî, çi ku ew texmîn dike.

Dilşewatî Çawa Alî Me Dike

Çaxê em hindava kesekîda dilşewat in, em divînin ku bi rastî em çiqas mîna hev in. Em fem dikin, wekî hest û rêaksiya me wek hev in. Dilşewatî alî me dike, wekî bivînin ku hemû meriv, firqî tune ji çi miletî û berekî ne, gişk tevayî malbetek in. Çaxê em dîna xwe didine vê yekê, ku em mîna hev in, wî çaxî nihêrandina me hindava wanda rast dibe.

Dilşewatî wê usa jî alî me bike, wekî qedirê meriya bigirin. Anna-Mariya ji Sênêgalê, wextekê xwe ser merivên ji wan berekara bilind digirt, kîjan ku nimiz hesab dikirin. Ew şirovedike, ku çawa dilşewatiyê alî wê kir: “Çaxê min dît, ku merivên ji wan bereka rastî çi çetinaya tên, ez fikirîm ku hergê dewsa wan bûma, minê çi ser xwe texmîn kira. Evê yekê alî min kir ku fem bikim, wekî ez ji wan çêtir nînim. Û min tiştekî usa nekiriye, wekî ji wan baştir bim”. Belê, hergê em ser xwe dixebitin, ku hal û çetinayên merivên din fem bikin, mera hêsa dibe, wekî dewsa ku wana sûcdar kin, hindava wanda dilşewatiyê bidine kifşê.

Çi Dikarî Bikî

Qewatê bidine xebatê, wekî bivînin çida hûn mîna hev in, dewsa ku bifikirin çida hûn ji hev cude dibin. Mesele, bidine ber çevê xwe, ku ewana çi texmîn dikin, çaxê

Dilşewatî alî me dike bivînin, wekî hemû meriv pareke malbetekê ne

  • tevî malbeta xwe top dibin bona nan-xwarinê

  • xebateke giran xilaz dikin

  • tevî hevalên xwe wede derbaz dikin

  • guh didin kilamên xweye hizkirî

Paşê, xwe dayne dewsa wan. Pirsa bide xwe:

  • “Rêaksiya min wê çawa be, hergê kesek minra bide kifşê, ku ez bêkêr im?”

  • “Ezê çi texmîn kim, hergê kesek pêşiya ku min nas ke, îda destpêke min sûcdar ke?”

  • “Hergê ez dewsa wan meriya bûma, minê bixwesta ku meriv hindava minda çawa bûna?”

Ev mêrê ji Kavkazê û Sîkx, şikila nîşanî hev dikin. Mesele şikilê malbetê, xebatê yan sportê ku wana xweş.

Meselên Modêrn: Robêrt (Sîngapûr)

“Berê ez difikirîm, ku merivên ker-lal ecêb in, zanebûna wan kêm e û ewana gelek êmosiyalî ne. Lema jî min xwe ji wana dûr digirt. Lê ez nedifikirîm, ku ez firqiyê dikim orta meriva, çimkî nihêrandina min ziyan nedida tu kesî.

“Dilşewatiya hindava merivên ker-lalda alî min kir, wekî nefretiyê ji dilê xwe derxim. Mesele, berê min tirê wekî ew meriv hiş-aqilda sist in, çimkî çaxê min tevî wan xeber dida, ji beşera wan dihate kifşê, ku ewana tiştekî fem nakin. Lê min destpêkir xwe dewsa wan daynim û bifikirim, hela minê çi texmîn kira, hergê ez ker-lal bûma û kesekî tevî min xeber da. Hemikî beşera min jî wê ecêb bihata kifşê! Hela hê hergê aparata mine bihîstinê jî hebûya, yeke wê serçevê minra bihata kifşê ku ez dixwazim fem bikim, lê minra çetin e.

“Gava ez dikevime kirasê merivê ker-lal, nihêrandina mine nerast betavedibe”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin