KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g21 № 1 rûp. 8-9
  • Çawa Razî û Bextewar Bin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Razî û Bextewar Bin
  • Hişyar Bin!—2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Xebathiz Bin
  • Helal Bin
  • Perehiz Nîbin
  • Xwendina Herî Baş Bistînin
  • Gelo Pere Kaniya Her Cûre Xirabiyê ye?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Çawa Rast Pera Xerc kin
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Kitêba Pîroz Derheqa Xebatê û Pera Çi Dibêje?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Gelo Şedên Yehowa Ça Dinihêrin ser Standina Xwendinê?
    Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2021
g21 № 1 rûp. 8-9
Dê tevî kurê xwe bi beşera xweş kûça dikanara derbaz dibin, kîderê ku meriv pey tiştên biha ketine.

Çawa Razî û Bextewar Bin

Her kes ji me, firqî tune azep yan jî zewicî, cahil yan jî emirda mezin, dixwaze bextewar be û razî be wan tiştara çi ku cem wî heye. Efirandarê me jî vê yekê bona me dixwaze, lema jî ew şîretên gelek baş dide me.

Xebathiz Bin

“Ewê ku diziyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye helal bi destên xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje ketiya jî” (EFESÎ 4:28).

Efirandarê me dixwaze ku em ji xebatê lezetê bistînin. Çira? Merivê xebathiz bextewar e, çimkî ew dikare ebûra xwe û malbeta xwe bike. Ew hela hê dikare alî yên destteng jî bike. Mezinê xebatê wî qîmet dike. Belê, bi rastî merivê xebathiz xebata xwe unda nake. Kitêba Pîroz dibêje ku xelata xebata giran, pêşkêşa ji Xwedê ye (Waîz 3:13).

Helal Bin

“Em eseyî zanin ku îsafa me rihet e û dixwazin ku her tiştî rast bikin” (ÎBRANÎ 13:18).

Heger em helal bin, emê qedirê xwe bizanibin, dilê me wê rihet be û xewa me jî şîrin be. Xêncî vê yekê, merivên din jî wê îtbariya xwe me bînin û qedirê me bigirin. Merivên qelp van mecala unda dikin. Usa jî îsafa wan dikare wana biçerçirîne û ewana ditirsin ku rojekê qelpiya wan wê eşkere be.

Perehiz Nîbin

“Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire û destên weda çiqas heye, razî bin” (ÎBRANÎ 13:5).

Mera pere bona xwarin û hewcên meye din lazim in. Lê yeke “perehizî” tiştekî gelek xof e. Ew dikare meriv hêlan ke, wekî heçî zef wede û qewata xwe ser qazanckirina gelek pera xerc ke. Gava meriv pey pera dikeve, ew dikare heleqetiya xwe tevî neferên xwe xirab ke, û hela hê ziyanê jî bide sihetqewata xwe (1 Tîmotêyo 6:9, 10). Lê ya herî xirab ew e, ku merivê perehiz dikare hêsa qelpiyê jî bike. Merivekî bîlan usa got: “Ew meriv amin e, xweyê xêr û bereket e, lê yê dilezîne dewletî be, bê bela namîne” (Metelok 28:20).

Xwendina Herî Baş Bistînin

“Bîlaniyê û femkariyê xwey ke” (METELOK 3:21, DT).

Hergê em xwendina baş bistînin, ev yek wê alî me bike merivne cabdar û dê-bavê baş bin. Lê standina xwendina baş mektebêda yan jî ûnîvêrsîtêtêda, bêxofî û bextewariyê naynin. Heger em dixwazin jîyîna xweda hemû aliyava pêşdaçûyî bin, em gerekê xwendinê cem Xwedê bistînin, dêmek aliyê wîda bêne hînkirinê. Kitêba Pîroz derheqa merivê ku guh dide Xwedê dibêje: “Çi jî dixwaze mîyaser dibe” (Zebûr 1:1-3).

Ez Niha Bextewar im û Destê Minda Çiqas Heye, Ez Razî me

“Kîderê ez dijîm, heçî zef meriv gelek sala giran dixebitin seva ku xwendina bilind, hebûkê û navdariyê bistînin. Yeke ewana bextewariyê digerin, û hela hê gava digihîjin nêtên xwe jî, dîsa jî bextewar nînin. Kitêba Pîroz alî min kir fem kim wekî tiştê herî ferz jîyînêda çi ye. Min fem kir, ku rast e pere hine aliyava me xwey dikin, lê yeke em pê pera nikarin bextewarî û hizkirinê bikirin. Ez niha bextewar im û destê minda çiqas heye, ez razî me, çimkî Kitêba Pîroz alî min dike wekî ez derheqa pera û xebatê, safîkirinên bîlan bikim” (Kîşor).

Kîşor.

Hê zêde pêbihesin:

Seva hê zêde şîreta ji Efirandarê xwe derheqa xebat, pere, û xwendinê bistînin, têkevine jw.org û binihêrin HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > EDILAYÎ Û BEXTEWARÎ.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin