KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 166
  • Gelo Pere Kaniya Her Cûre Xirabiyê ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Pere Kaniya Her Cûre Xirabiyê ye?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz derheqa pera çi dibêje?
  • Çima Kitêba Pîroz dibêje, wekî perehiz nîbin?
  • Ji şîretên Kitêba Pîroz perava girêdayî, em çi karê dikarin bistînin?
  • Çawa Rast Pera Xerc kin
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Çawa Razî û Bextewar Bin
    Hişyar Bin!—2021
  • Kitêba Pîroz Derheqa Xebatê û Pera Çi Dibêje?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 166
Mêrek bi timayê destê xwe davêje pera.

Gelo, Pere Kaniya Her Cûre Xirabiyê ye?

Caba Kitêba Pîroz

Hemikî na. Kitêba Pîroz nabêje, wekî pere xirab e û hesab nake, ku hemû tiştên xirab rûyê perada pêşda tên. Ev gilî-gotina ku meriv didine xebatê “pere kaniya her cûre xirabiyê ye”, bi temamî ser hîmê Kitêba Pîroz nîne û dixalifîne. Bi rastî Kitêba Pîroz dibêje: “Perehizî kanîke her cûre xirabiyê ye” (1 Tîmotêyo 6:10).

  • Kitêba Pîroz derheqa pera çi dibêje?

  • Çima Kitêba Pîroz dibêje, wekî perehiz nîbin?

  • Ji şîretên Kitêba Pîroz perava girêdayî, em çi karê dikarin bistînin?

  • Rêzên Kitêba Pîroz derheqa pera

Kitêba Pîroz derheqa pera çi dibêje?

Kitêba Pîroz dibêje, ku hergê bi bîlanî pera bidine xebatê, ev dikare karê bîne û me xwey ke jî (Waîz 7:12). Xêncî vê yekê Kitêba Pîroz payê wan meriva dide, kî ku hindava merivên din merd e û pê pera komekê dide wan (Metelok 11:25).

Usa jî Kitêba Pîroz dibêje, ku hiş-aqilê xwe nedine ser vê yekê, wekî tenê pera qazanc kin. Ev dibêje: “Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, razî bin” (Îbranî 13:5). Dêmek em gerekê bi bîlanî pera xerc kin û pey hebûkê nekevin. Dewsê em gerekê razî bin bi van tişta çi ku jîyîna meda ferz in, mesele kinc û xurek (1 Tîmotêyo 6:8).

Çima Kitêba Pîroz dibêje, wekî perehiz nîbin?

Merivên tima wê emirê heta-hetayê war nebin (Efesî 5:5). Menîk ev e, wekî timayî beramberî pûtparstiyê dibe (Kolosî 3:5). Meniya din ev e, ku çaxê merivê tima pey xwestinên xwe dikeve, ew gelek car prînsîpên Xwedê nayne sêrî. Metelok 28:20 dibêje: “Yê dilezîne dewletî be, bê bela namîne”. Merivên perehiz destpêdikin qaçaxtiyê bikin, meriva dişêlînin, meriva didizin û pera ji merivên wan diçopînin û hela hê meriva dikujin jî.

Dibeke jî merivên perehiz kirên vî cûreyî xirab nekin, lê yeke ev dikare ber bi kirên nerast bibe. Kitêba Pîroz dibêje: “Ewêd ku dixwazin dewletî bin, têne cêribandinê, dikevine teleka û gelek temêd axmax û ziyankar” (1 Tîmotêyo 6:9).

Ji şîretên Kitêba Pîroz perava girêdayî, em çi karê dikarin bistînin?

Hergê em ji bo pera miqabilî normên Xwedê dernakevin, îsafa me wê temiz be û Xwedê jî wê ji me razî be. Ew merivên ku her tiştî dikin, wekî dilê Xwedê şa kin, Xwedê soz dide wan: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim” (Îbranî 13:5, 6). Ew derheqa merivên usa dibêje: “Ew meriv amin e, xweyê xêr û bereket e” (Metelok 28:20).

Rêzên Kitêba Pîroz Derheqa Pera

Waîz 7:12: “Pere diparêzin, DTʹ”.

Ev çi tê hesabê: Hergê em bi bîlanî pera bidin xebatê, ev dikarin karê mera bînin û me biparêzin.

Lûqa 12:15: “Emirê însên hebûka wîva girêdayî nîne”.

Ev çi tê hesabê: Pere emirê meda tiştekî lape ferz nîne, û ev nikare me xilaz ke.

1 Tîmotêyo 6:10: “Perehizî kanîke her cûre xirabiyê ye. Hineka xwe dane wê, ji baweriyê xalifîn û xwe kirine xweyê kul û derda”.

Ev çi tê hesabê: Tiştek xirab perada tuneye, lê çaxê meriv dibe perehiz, timê pey pera dikeve, ew dibe xweyê kul-derda, malbeta xwe unda dike û sihet-qewata xwe jî xirab dike.

Îbranî 13:5: “Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, razî bin”.

Ev çi tê hesabê: Dewsa ku pey pera kevin, diha bîlanî ye bi van tişta razî bin, çi ku bal me hene.

Metta 19:24: “Deve wê qula derziyêra hê rihet derbaz be, ne ku dewletî bikeve Padşatiya Xwedê”.

Ev çi tê hesabê: Îsa xortê cahil û dewletî teglîf kir, ku pey wî here. Ew qayîl nebû, çimkî hebûna xwe gelek hiz dikir. Lema jî Îsa got, wekî ewê ku jîyîna xweda hebûnê datîne ser ciyê pêşiyê, ne ku Padşatiya Xwedê, dikare emirê heta-hetayê unda ke.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin