KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g21 № 2 rûp. 13-15
  • Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Fikirên Te?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Fikirên Te?
  • Hişyar Bin!—2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • TU GEREKÊ ÇI BIZANIBÎ
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • Ez Ça Dikarim Rind Dîna Xwe Bidime Tiştekî?
    Pirsên Cahila
  • Vê Jûrnalêda
    Hişyar Bin!—2021
  • Pêşxeber
    Hişyar Bin!—2021
  • Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Zewaca Te?
    Hişyar Bin!—2021
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2021
g21 № 2 rûp. 13-15
Mêrek ji vîdêoyê dinihêre ku ça xwarinê çêke.

Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Fikirên Te?

Meriv mektebêda, ser xebatê û ciyên din, timê tişta hîn dibin û têxnolojî vê yekêda alî wan dike. Îro diha hêsa ye cûre-cûre înformasiya pêbihesin ne ku berê, û bona vê yekê nejî lazim e ji malê derên.

Lê gelek merivên ku timê têxnolojiyê didine xebatê . . .

  • nikarin ça lazim e dîna xwe bidine xwendinê.

  • nikarin ça lazim e dîna xwe bidine ser şixulekî.

  • gava tenê dimînin derbêra hewasa wan dikeve.

TU GEREKÊ ÇI BIZANIBÎ

Keçikek gelek tişta carekêra dike. Têlêfonêda smsa lêdike, pê vîdêokonfêrênsiyayê tevî hevaleke xwe xeber dide, usa jî pê komputerê û kitêbê dersên xwe dike.

XWENDIN

Hine meriv têkstên ser malperê dewsa ku bixûnin, bin çevara derbaz dikin.

Çaxê tu dixwazî caba pirseke xwe zû pêbihesî, hingê xwendina sera-bera ne xirab e. Lê heger tu dixwazî tiştekî kûr lêkolîn bikî, xwendina usa wê alî te neke.

BIFIKIRE: Tera hêsa ye têkstên mezin bixûnî? Ça ev yek dikare feresetê teyî hînbûnê diha baş ke? (METELOK 18:15)

DÎNA TE SER ÇI YE

Hine meriv pê têxnolojiyê çend tişta hevra dikin. Mesele, him hîn dibin him jî hevalara smsa dişînin. Lê çaxê dîna meriv ser du tişta ye, ev qet yekê jî nikare pakî bike.

Rast e, seva ku dîna xwe bidî tenê ser tiştekî, xwegirtin lazim e, lê ev yek hêja ye. Keçikeke bi navê Grêys, usa dibêje: “Min fem kir ku diha baş e ça lazim e dîna xwe bidine ser tiştekî, ne ku çend tişta derbekêra bikin, çimkî usa meriv kêm şaşiya dike û nakeve strêsê”.

BIFIKIRE: Çaxê tu pê têxnolojiyê gelek tişt hevra dikî, gelo ev yek riya te nagire, wekî çi tu hîn dibî, bîra xweda xwey kî? (METELOK 17:24)

ÇAXÊ TU TENÊ YÎ

Gelek meriv hiz nakin tenê bimînin, lema jî ewana hacetên elektronîk didine xebatê, wekî xwe tenê texmîn nekin. Kulfeteke bi navê Olîvya usa dibêje: “Çaxê ez 15 deqa zêdetir bê hacetên elektronîk dimînim, hewasa min dikeve”.

Seva ku tiştekî hîn bin û lêkolîn kin, merivara lazim e tenê bimînin, wekî bikaribin rind dîna xwe bidine vê yekê û kûr ser bifikirin.

BIFIKIRE: Çaxê tu tenê yî, tu evî wedeyî usa didî xebatê, wekî karê bistînî? (1 TÎMOTÊYO 4:15)

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

TÊDERXE TU TÊXNOLOJIYÊ ÇA DIDÎ XEBATÊ

Tu bi saya têxnolojiyê ça dikarî feresetên xweye hînbûnê baş kî? Gava tu hîn dibî, têxnolojî ça dikare riya te bigire rind dîna xwe bidî tiştekî?

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Aqil û firasetê qewîn bigire”. (METELOK 3:21)

PIRSÊ BIDE XWE . . .

  • Gelo minra çetin e hacetên elektronîkda têkstên mezin bixûnim û ça lazim e dîna xwe bidimê? Heger erê, heçî zef çi dîna min direvîne?

  • Ez çi dikarim bikim, wekî dîna min nereve ser tiştekî din?

Şîret: Destpêke têkstên biçûk bixûne û hêdî-hêdî zêde ke. Bi deng bixûne, wekî fikirên te nerevin.

  • Ez çi guhastina dikarim bikim, seva êpêce wede veqetînim, wekî ser vê yekê çi ku min xwend, kûr bifikirim?

Şîret: Çaxê tu tiştekî hîn dibî, deh deqê paşin bihêle, wekî çi ku tu hîn bûyî, biwekilînî.

  • Çi çax ez çend tişta hevra dikim?

  • Ez çi dikarim bikim, wekî diha hêsa dîna xwe bidime tenê ser tiştekî?

Şîret: Çaxê tu gerekê tiştekî hîn bî, van tiştên ku wê te eciz bikin, ber destê xwe nehêle?

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Serwaxtîyê bistîne, aqil bistîne”. (METELOK 4:5)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin