KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g21 № 2 rûp. 10-12
  • Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Zewaca Te?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Zewaca Te?
  • Hişyar Bin!—2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • TU GEREKÊ ÇI BIZANIBÎ
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • Hevqetandin Emirê Mezinda
    Alîkarî Bona Malbetê
  • Zewaca Her Kesî Bira Hurmet be
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • 3 Qedirgirtin
    Hişyar Bin!—2018
  • 1 Borcdarî
    Hişyar Bin!—2018
Hişyar Bin!—2021
g21 № 2 rûp. 10-12
Mêr aêroportêda bi vîdêokonfêrênsiyê tevî jina xwe xeber dide, ya ku malda ne.

Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Zewaca Te?

Têxnolojî dikare zewaca te qewî ke, heger tu rast bidî xebatê. Mesele ev dikare alî jin-mêra bike nava rojêda hevdura têklî bin.

Lê hine jin-mêr têxnolojiyê nerast didine xebatê . . .

  • ev wedê ku ewana gerekê tevayî derbaz kin, ser têxnolojiyê xerc dikin.

  • malda jî berdewam dikin bixebitin.

  • îtbariya xwe hindava hevdu unda dikin û nemamiya hev jî dikin.

TU GEREKÊ ÇI BIZANIBÎ

Jin-mêr nav cî-nivînada paldayî, têlên xwe dinihêrin.

ÇAXÊ TEVAYÎ NE

Mêrek bi navê Maykl, usa dibêje: “Carna çaxê ez jina xweva tevayî ne, ew guh nade min û ez tê bêjî tenê me. Ew dikeve têlê û dibêje, wekî wedê wê qe tunebû dîna xwe bide têlê”. Mêrekî din jî, bi navê Conatan, got wekî derecên usada rast e “jin-mêr bi fîzîkî tevayî ne, lê tê bêjî her yek cîkî ye”.

BIFIKIRE: Gava te tevî hevalzewacê xwe xeber dida, çiqas car zengilê têlê yan smsa hûn eciz kirin û mecal nedane we ku hûn guh bidine hev? (EFESÎ 5:33)

XEBAT

Hine mezinên xebatê ji xebatçiyên xwe dewa dikin, wekî têla wan 24 siheta vêxistî be û ew hazir bin caba têlê bidin. Lê hine meriv jî, xebata kîjana vê yekê dewa nake, paşî xebatê malda xebata xwe berdewam dikin. Mêrekî bi navê Lî usa dibêje: “Ev wedê ku ez vediqetînim, wekî tevî jina xwe derbaz kim, gelek çetin e xwe kontrol kim û dîna xwe nedime hemû zengil û smsên xebatêva girêdayî”. Jineke bi navê Coy, dibêje: “Ez ji malê dixebitim, lema jî minra serwaxtî lazim e, wekî bizanibim kengê xebata xwe destpêkim û kengê bidime sekinandinê”.

BIFIKIRE: Gelo tu rind guh didî hevalzewacê xwe çaxê ew tevî te xeber dide? (LÛQA 8:18)

AMINÎ

Ji lênkolînkirinekê îzbat bû, wekî xebitandina têxnolojiyê bûye meniya sereke bona şer-dewê orta jin-mêra. Dehe selef ji wan, yên ku vê lêkolînêda caba xwe dan, gotin wekî ewana ji hevalzewacê xwe van şiklên ku dikine întêrnêtê, vedişêrin.

Bi rastî têxnolojî hêja ye ku ev tê navkirinê “deşta bombê bona zewacê” û hela hê “îdara nemamiyê û bênamûsiyê” jî. Ecêbmayî nîne ku qanûnzanên hevqetandinê dibêjin, wekî întêrnêt û têxnolojî sebebên sereke ne ku jin-mêr ji hev diqetin.

BIFIKIRE: Gelo tu heleqetiya xweye tevî kesekî ji hevalzewacê xwe vedişêrî? (METELOK 4:23)

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

ÇI YE TIŞTÊ HERÎ FERZ

Meriv ku xwarinê nexwe, wê qidûm bikeve û ziyanê bide sihet-qewata xwe. Mîna wê yekê merivê ku wede tevî hevalzewacê xwe derbaz nake, wê ziyanê bide zewaca xwe (Efesî 5:28, 29).

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin”. (FÎLÎPÎ 1:10)

Ji van şîretên ku jêrê hatine dayînê, kîjan ku wê wera kêrhatî bin, xwera bijbêrin û hineka jî xwexa binivîsin, yên ku wê nehêlin, wekî têxnolojî ziyanê bide zewaca we.

  • Rojê hema carekê tevayî nan bixwin

  • Safî kin ku kîjan wedeyî hacetên elektronîk nedine xebatê

  • Wede kifş kin, wekî tevayî bi romantîk derbaz kin

  • Şev pêşiya ku razên, hacetên xweye elektronîk vêsînin yan jî daynin otaxeke din

  • Rojê hema 15 deqa bê hacetên elektronîk hevdura xeber din

  • Wede kifş kin, ku her roj çi çax întêrnêtê vêsînin

RÊBERÎ BONA ŞÊWIRA JIN-MÊRA

Tu û hevalzewacê te başqe-başqe ser van pirsa bifikirin, û paşê tevayî cabên van şêwir kin.

  • Tu hacetên elektronîk çi cûreyî dikarî bidî xebatê seva ku zewaca xwe qewî kî?

  • Bi texmîna te têxnolojî çiqas wedê ku we gerekê tevayî derbaz kira, ji we distîne?

  • Teyê bixwesta çi guhastin bikira?

  • Tera çetin e şixulê xebatê malda nekî? Gelo hevalzewacê te tevî caba te qayîl e?

  • Ça tu dikarî femkariyê bidî kifşê, çaxê carna hevalzewacê te nikare haqas dîna xwe bide te çiqas teyê bixwesta?

    PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe”. (1 KORINTÎ 10:24)

Cêyson û Alêksandra.

“Ez ji mal dixebitim, lema jî min wede kifş kiriye ku kengê xebatê bidime sekinandinê. Usa jî min wede kifş kiriye ku kengê întêrnêtê vêsînim, wekî xebat min eciz neke. Wî çaxî ez dikarim têlêfona xwe tenê bona tiştên lape ferz bidime xebatê, mesele binihêrim sihet çi ye”. CÊYSON Û JINA WÎ ALÊKSANDRA

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin