KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g18 № 2 rûp. 4
  • 1 Borcdarî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 1 Borcdarî
  • Hişyar Bin!—2018
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EW ÇI TÊ HESABÊ
  • ÇIMA FERZ E
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • Hevqetandin Emirê Mezinda
    Alîkarî Bona Malbetê
  • Zewaca Her Kesî Bira Hurmet be
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • 3 Qedirgirtin
    Hişyar Bin!—2018
  • Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Zewaca Te?
    Hişyar Bin!—2021
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2018
g18 № 2 rûp. 4
Lenger gemiyê digire, wedê firtonê

Borcdarî wek lenger e, yê ku wedê firtonê zewacê xwey dike

Bona Cotên Zewicî

1 Borcdarî

EW ÇI TÊ HESABÊ

Mêr û jin yên ku borcdariya zewacê tînin sêrî, fem dikin ku heleqetiya wan gerekê herheyî be, û ewana xwe bêxofiyêda texmîn dikin. Mêr û jin hindava hevda bawer in, ku nava çetinayada jî wê hemû tiştî bikin ku zewaca xwe xwey kin.

Hinek cot mecbûr in tevî hev bimînin, çimkî hevalên wan, wana didine zorê ku hev neqetin. Lê bi rastî borcdariya zewacê gerekê li ser hîmê qedirgirtinê û hizkirinê be.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Mêr jî bira jina xwe bernede” (1 Korintî 7:11).

Mêrek, navê kîjanî ku Mîka ye, dibêje: “Çaxê tu borcdariya xwe zewacêda texmîn dikî, tu zû naxeyîdî. Tu derbêra dibaxşînî û baxşandinê jî dixwazî. Tu ser çetinaya dinihêrî ça ser problêmên biçûk, û ne ku ça ser problêmên mezin, ku wê neyêne safîkirinê û berbi hevqetandinê dibin”.

ÇIMA FERZ E

Mêr-jinên ku zewacêda borcdariya xwe texmîn nakin, gava rastî problêma tên difikirin: “Em hev nayên”. Ewana mecala digerin ku ji hev biqetin.

Kulfetek, navê kîjanê ku Cên e, dibêje: “Gelek meriv çaxê dizewicin, difikirin ku hergê hemû tişt cem wana baş derbaz nebe, ewana wê bê problêm ji hev biqetin. Gava meriv dizewicin û serîda derheqa hevqetandinê difikirin, dêmek ewana îda ji destpêkê zewaca xwe dikine bin qeziyê”.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

XWE BICÊRIBÎNE

Wedê şerkirinê bifikire . . .

  • Tu poşman dibî ku te ew meriv stand?

  • Tu difikirî ku tevî yekî din bî?

  • Tu tiştên usa dibêjî “Ezê ji te biqetim”, yan jî “Ezê herim bal wî, yê ku qedirê min zane”?

Hergê te ser pirsekê yan ser çend pirsa caba xweda got “Belê”, dêmek wede ye, wekî ser borcdariya xwe rind bifikirî ku pêk bînî û zewaca xwe jî xwey kî.

TEVÎ MÊR YAN JINA XWE ŞÊWIR KE

  • Tu texmîn dikî ku kesek ji we, borcdariya xwe ze wacêda naqedîne? Hergê usa ne, lê çima?

  • Tu çi dikarî bikî seva ku borcdariya xwe zewacê da biqedînî?

ŞÎRET

  • Mêr yan jina xwera çend giliyên dilgermî binivîse

  • Ser sifira xweye xebatê, şikilê jin yan mêrê xwe dayne, û bi wê yekê borcdariya xwe zewacêda bide kifşê

  • Çaxê tu ciyê xebatê yî, yan çûyî cîkî din, mêr yan jina xwera têlêxe

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne” (Metta 19:6).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin