KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g18 № 2 rûp. 6
  • 3 Qedirgirtin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 3 Qedirgirtin
  • Hişyar Bin!—2018
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EW ÇI TÊ HESABÊ
  • ÇIMA FERZ E
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • Hevqetandin Emirê Mezinda
    Alîkarî Bona Malbetê
  • Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Zewaca Te?
    Hişyar Bin!—2021
  • 1 Borcdarî
    Hişyar Bin!—2018
  • Zewaca Her Kesî Bira Hurmet be
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
Hişyar Bin!—2018
g18 № 2 rûp. 6
Cotên zewicî kerpîça cî dikin

Xeberdana bi qedir wek xaliya sor e, yê ku zewacê qayîm digire

Bona Cotên Zewicî

3 Qedirgirtin

EW ÇI TÊ HESABÊ

Hergê cotên zewicî qedirê hev zanin, ewana derheqa hev xem dikin, hela hê jî çaxê tiştekîda neqayîl in. Kitêba “Ten Lessons to Transform Your Marriage” (10 Ders Ku Zewacê Dişidînin), usa tê gotinê: “Cotên usa timê dixebitin ser wê yekê, ku bêne ser nêtekê. Dewsa ku xeber din derheqa neqayîlbûnê, ewana bi qedir guh didine hev, hildidin hesab nihêrandina hev û usa safî dikin, ku herdara dest dide”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Hizkirin . . . ya xwe nagere” (1 Korintî 13:4, 5).

Mîka berdewam dike: “Qedirê jina xwe bigirim bona min ew tê hesabê, wekî ez lê qîmet kim û tiştên usa nekim, çi ku wê zîyanê bide wê û zewaca me”.

ÇIMA FERZ E

Çaxê mêr-jin qedirê hev nagirin, hingê ewana destpêdikin hev bêhurmet kin û hev nimiz kin. Lêkolînkar dibêjin, ku tiştên usa nîşana wê yekê ne, wekî zewaca wan wê dirêj nekişîne.

Braîn dibêje: “Çaxê mêr bi giliyên nebaş kulfeta xwe rezîl dike yan jî derheqa wê laqirdiyên nelayîq dibêje, bi wê yekê ew qedirê xwe davêje û jin îda nikare îtbariya xwe wî bîne”.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

XWE BICÊRIBÎNE

Nava heftiyêda giliyên xwe û kirên xwe kontrol bike. Paşê ji xwe bipirse:

  • “Tevî jin yan mêrê xwe ez xwe çawa kifş dikim? Hê zêde ez wê yan wî rezîl dikim, yan paya didimê?”

  • Kîjan derecada min hindava mêr yan jina xwe, qedir da kifşê?

TEVÎ MÊR YAN JINA XWE ŞÊWIR KE

  • Kîjan şixul û xeber dikarin qedirê we eyan kin?

  • Kîjan şixul û xeber dikarin wera nîşan kin, ku qedirê we nagirin?

ŞÎRET

  • Jêrê binivîse sê dereca, çida teyê bixwesta ku hindava teda qedir bidana kifşê. Bira cotê te jî usa bike. Paşê kaxazên xwe hevra nîşan kin, û bixebitin ser wê yekê ku derecên kifşkirîda, qedir bidine kifşê.

  • Binivîse ku çi xeysetên mêr yan jina te, te xweş tên. Paşê wîra bêje, ku tu çiqas ewan tişta qîmet dikî.

Mêgan dibêje: “Qedirê mêrê xwe bigirim bona min tê hesabê, ku bi giliyên xwe wîra bidime kifşê, wekî ez wî qîmet dikim û dixwazim wî bextewar kim. Hemikî ew tişteke ne gelek mezin e, lê car-cara tiştên usa biçûk jî, qedirê me hindava mêr didine kifşê”.

Ferz ew nîne hela hindava teda qedir didine kifşê yan na, lê ferz ew e hela cotê te aliyê teda texmîn dike, wekî tu qedirê wî yan wê digirî.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê li xwe wergirin” (Kolosî 3:12).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin