Şuxulkarî ev çaxê hûn tevayî li gora reberîk diçin, wek ajovanê teyarê û alîkarçiyê wî
Bona Cotên Zewicî
2 Şixulkarî
EW ÇI TÊ HESABÊ
Anegorî wê yekê ça teyarvan û alîkarçiyê wî li gora rêberiyê dajon û şixulkariyê dikin, mêr û jin jî gerekê tevî hev şixulkariyê bikin. Her kes ji wana dibêje “em”, ne ku “ez”, hela hê jî çaxê çetinayî pêşda tên.
PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in” (Metta 19:6).
Krîstofêr dibêje: “Zewacêda borcdarî li ser du meriya ye, ne ku tenê li ser yekê. Mêr û jin gerekê tevayî şixulkariyê bikin, wekî zewacêda bextewar bin”.
ÇIMA FERZ E
Çaxê çetinayî pêşda tên, hingê mêr û jin dewsa ku problêmên xwe safî kin, hevra dikevine devê. Derecên usada problêmên biçûk, mezin dibin.
Alêksandra dibêje: “Şixulkarî ew heye hîmê sereke. Hergê mêrê min û ez hevra şixulkariyê nekin, hingê em dibine wek cînar yên ku malekêda dijîn. Û çaxê lazim be tiştekî ferz safî kin, wê wanra çetin be”.
TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
XWE BICÊRIBÎNE
Perên ku ez tînim ez hesab dikim, “gişk ya min e”?
Seva ku rind hêsa bim, ez tenê diçim?
Ez xwe ji merivên mêrê xwe yan jina xwe, dûr digirim?
TEVÎ MÊR YAN JINA XWE ŞÊWIR KE
Kîjan derecên zewacêda em tevayî şixulkariyê dikin?
Kîjan aliyada em dikarin rast bin?
Em kîjan gava dikarin bavêjin, seva ku hê rind şixulkariyê bikin?
ŞÎRET
Hela bide hesabê xwe lîstikekê, kîderê ku du kes ya komekê hevra dikevine dewê. Wê derecêda ew kom çi gerekê bike, seva ku listikêda nede der?
Dewsa ku bifikirî, “ez çawa serkevim”, bifikire “çawa em herd dikarin serkevin”?
Îtin dibêje: “Bîr ke, kê rast e û kê na. Zewacêda ev yek ferz nîne, lê edilayî û yektî zewacêda mûhîm e”.
PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:3, 4).