KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwhf gotar 35
  • Hevqetandin Emirê Mezinda

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hevqetandin Emirê Mezinda
  • Alîkarî Bona Malbetê
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Ji bo kîjan meniya ji hev diqetin?
  • Tu çi dikarî bikî
  • 3 Qedirgirtin
    Hişyar Bin!—2018
  • Têxnolojî Çi Cûreyî Dikare Hukum be Ser Zewaca Te?
    Hişyar Bin!—2021
  • 1 Borcdarî
    Hişyar Bin!—2018
  • Zewaca Her Kesî Bira Hurmet be
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
Alîkarî Bona Malbetê
ijwhf gotar 35
Jin-mêrê emirda mezin medekirî, ji hev dûr rûniştine. Herd jî cîkî din dinihêrin.

ALÎKARÎ BONA MALBETÊ | ZEWAC

Hevqetandin Emirê Mezinda

Nava sala 1990 heta 2015, Dewletên Yekbûyîda nava merivên 50 salîda û hê zêde, hevqetandin du cara zêde bûye, lê nava merivên 65 salîda heta sê cara zêde bûye. Lê çira ew cûre hevqetandin usa belabûyî ye? Tu çi dikarî bikî wekî zewaca xwe ji vê yekê xwey kî?

Vê gotarêda

  • Ji bo kîjan meniya ji hev diqetin?

  • Tu çi dikarî bikî

  • Pirsên bona şêwirkirinê

Ji bo kîjan meniya ji hev diqetin?

  • Gelek car, merivên emirda mezin ji hev diqetin, çimkî pêşiya vê yekê hêdî-hêdî heleqetiya orta wan sar dibû. Nava salada, çiqas diçe hewasa hine jin û mêra ser cûre-cûre tişta ji hev cude dibe, û usa tê kifşê, tê bêjî hindik tişt hene, çi ku herda xweş tê, wekî tevayî bikin. Yan gava zar cihê dibin, jin-mêr dibeke îda bîr dikin ku jintî-mêrtî çi ye, çimkî nava gelek salada ewana rola dê-bavada bûne.

  • Van dehesaliyên paşwextiyêda merivên ku êkspêrtên zewacê têne hesabê, gotine wekî dîna jin yan mêr gerekê ser hewcên wîye şexsî be. Ewana şîretê didin wekî mêr û jin wan pirsa bidine xwe: “Gelo ez zewaca xweda bextewar im?”, “Zewac min dike merivekî gelek baş?”, “Gelo hevalzewacê min usa dike, wekî ez texmîn kim, ku hêjayî hezkirinê me?” Û ewana dibêjin, ku hergê caba te ser wan pirsa “na” ye, hingê wê yekê bike, çi ku wê diha baş be seva te, dêmek ji hevalzewacê xwe biqete û jîyîna teze destpêke.

  • Meriv hevqetandinê îda hesab nakin ça tişteke xirab. Sosîolojîstek navê kîjanî Êrîk Klînênbêrg e usa dibêje: “Berê, hergê kesekî ji mêr yan jina xwe lezet nedîta û bixwesta ji hevalzewacê xwe biqete, gerekê meniyên hêja bianiya, ku safîkirina xwe heq derxista. Lê îro îda cûrekî din e: Hergê tu ji zewaca xwe lezetê navînî, gerekê meniyên hêja bivînî, ku çira gerekê zewacêda bimînî. Çimkî îro gelek meriv hesab dikin, wekî ya lape ferz ew e, ku usa bikî, çawa wê bona te diha baş be”.a

Rast e çaxê meriv ji hev diqetin, ewana ji hine problêma aza dibin, lê dewsê rastî problêmên teze tên. Mesele, li gora lêkolînekê hate kifşê, wekî “hevqetandin gelek car problêmên mezine êkonomîkiyêva girêdayî, pêşda tîne, îlahî bona jina”.

Lê tiştek heye ku gerekê ser bifikirin. Kitêbek usa dibêje: “Hergê tu jîyîna xwe diguhêzî, yeke tu dîsa ew meriv î. Te çi kiriye wekî stîla xeberdana xwe biguhêzî, kîjan ku zewaca tera zirar aniye? Te çi kiriye wekî wedê hevnefemkirinê xwe rast bidî kifşê?”b (Don’t Divorce)

Tu çi dikarî bikî

  • Guhastina qebûl ke. Tu heleqetî bê guhastin namîne. Heleqetiya te tevî hevalzewacê te, dikare bê guhastinê, çimkî zarên we dikarin cihê bin, yan jî nihêrandina we ser cûre-cûre tişta dikare ji hev cude be. Dewsa ku hizreta rojên berê bî, bifikire ku tu çi dikarî bikî seva ku tiştekî aliyê başda biguhêzî.

    Jin-mêrê emirda mezin ber sifrê rûniştine. Dîna vê jinikê ser şikilên malbetê tevî kurê wan e, lê dîna mêr ser kursiya vala ye.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Nepirse: ‘Çima rojên berê ji yên niha çêtir bûn?’ Çimkî ev pirs ne bi şehrezayî ye” (Waîz 7:10, ÎM).

  • Timê hevalzewacê xwera bibe hevalê nêzîk. Tu dikarî usa bikî wekî tiştên ku hevalzewacê te xweş tên, te jî xweş bên. Yan jî alî wî bike wekî çi ku te xweş tên, wî jî xweş bên? Tu dikarî tiştekî teze bivînî, çi ku hûn tevayî bikin yan hîn bin, ku we herda jî xweş bê? Nêta te gerekê ew be ku hûn tevayî wede derbaz kin, û wekî hûn herd jî texmîn kin, ku hûn hevalzewac in, ne ku cînarên hev in, yên ku otaxekêda dijîn.

    Jin-mêrê emirda mezin tevayî baxçeva mijûl dibin.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe” (1 Korintî 10:24).

  • Hindava hevda qedir bidine kifşê. Qedirgirtina we bira tenê ji bo wê yekê nîbe, ku hûn gelek wext tevî hev zewacêda nin. Hevalzewacê xwera bi qedir xeber de, û bixebite ku xwe usa bidî kifşê, çawa ku tu wedê hevnaskirinê tevî wî yan wê bûyî. Bêje “ji kerema xwe” û “zef razî me”. Her roj hevalzewacê xwera bide kifşê, wekî tu wî yan wê hez dikî, û razîbûna xwe jî bide kifşê bona tiştên ku hevalzewacê te bona te dike.

    Mêrê emirda mezin ser jina xwera sîber (zontîk) girtiye û derê erebê bona wê vedike.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Hevra şîrin û dilşewat bin” (Efesî 4:32).

  • Wedê weye baş bike bîra xwe. Alboma xweye dewatê, yan jî şikilên xweye ku we tevayî wede derbaz kiriye, tevayî binihêrin. Ev yek dikare alî te bike, wekî hezkirinê û qedir zewacêda xwey kin.

    Jin-mêrê emirda mezin ku bextewar in, tevayî alboma şikila dinihêrin.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin jî qedirê mêrê xwe bigire” (Efesî 5:33, DT).

a Ji kitêba, Going Solo—The Extraordinary Rise and Surprising Appeal of Living Alone.

b Kitêba Pîroz tenê ji bo menîkê îzinê dide ku ji hev biqetin, ev menî zinêkarî ye (Metta 19:5, 6, 9). Binihêre gotar “Kitêba Pîroz Îzinê Dide ku ji Hev Biqetin?”

Pirsên bona şêwirkirinê

Mêr û jin pêşiyê dikarin ser wan pirsa bifikirin. Paşê cabên xwe tevayî şêwir kin.

  • Çi xeyset-hunurên hevalzewaca te, tu berbi xwe kişandin?

  • Wede şûnda te çi guhastin nava heleqetiya weda dît?

  • Teyê bixwesta çi nava zewaca xweda baş kira?

  • Tu çawa dikarî hevaltiya xwe tevî hevalzewacê xwe qewî kî?

  • Hevalzewacê te çi dikare bike, seva ku hevaltiya we qewî ke?

  • Kîjan gilî û kirên baş teyê bixwesta nava hevalzewacê xweda bidîta?

  • Kîjan hine şixul hene, ku hûn dikarin tevayî bikin?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin