KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g22 № 1 rûp. 10-12
  • 3 | Heleqetiya Baş Xwey kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 3 | Heleqetiya Baş Xwey kin
  • Hişyar Bin!—2022
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIMA EV YEK FERZ E
  • Tu Çi Gerekê Bizanibî
  • Tu Çi Dikarî Nihada Bikî
  • Bi Bîlanî Xwera Hevala Bijbêre
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Vê Jûrnalêda
    Hişyar Bin!—2022
  • Dê-Bavno Alî Zarên Xwe Bikin ku Ewana Yehowa Hiz Bikin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Dê-Bavno Zarên Xwe Hîn kin, wekî Yehowa Hiz Bikin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2022
g22 № 1 rûp. 10-12
in-mêrê emirda mezin hev hemêz dikin.

DINYA HALEKÎ GIRANDA NE

3 | Heleqetiya Baş Xwey kin

ÇIMA EV YEK FERZ E

Halê dinyayê çiqas xirab dibe, haqas heleqetî orta merivada sar dibe.

  • Meriv xwe ji hevala dûr digirin.

  • Jin-mêr hevra neqayîl dibin.

  • Dê-bav usa dîna xwe nadine xemên zarên xwe, ça lazim e.

Tu Çi Gerekê Bizanibî

  • Hevaltî gelek ferz e bona sihet-qewata teye êmosiyalî û fîzîkî, îlahî wedê oxirmên giran.

  • Strêsa ji bo çetinayên dinyayê, dikare malbeta teda gelek problêma pêşda bîne.

  • Deng-besên xirab dikarin tirs û xofê bikine dilê zarên we.

Tu Çi Dikarî Nihada Bikî

Kitêba Pîroz dibêje: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).

Bifikire, hela ji hevalên te kîjan dikare bê hewara te û şîretên kêrhatî bide te. Hema zanebûna wê yekê jî ku kesek bona te xem dike, dikare qewatê bide te, wekî nava çetinayada teyax kî.

ÇA QEWATÊ BISTÎNIN​—Şîretên Kêrhatî

Wedê çetinaya wan şîreta hildin hesab, wekî hevaltiyê xwey kin

ZEWACA XWE QEWÎ KIN

Jin-mêrê emirda mezin hev hemêz dikin.

Zewaca xwe qewî kin

Kitêba Pîroz dibêje: “Du kes ji kesekî çêtir in . . . Gava yek bikeve, wê yê din wî rake” (Waîz 4:9, 10, ÎM). Jin-mêr gerekê mîna teyarvan û alîkarçiyê wî hevkariyê bikin, ne ku himberî hev derên.

  • Safî kin wekî hêrsa xweye ji bo strêsê, ser hevda nerêjin. Ser xwe bixebitin, wekî hindava hevda bi sebir bin.

  • Hema heftê carekê tevayî derheqa çetinayên xwe şêwir kin û bifikirin ku ça safî kin. Bîr nekin, wekî hûn gerekê problêma alt kin, ne ku hevalzewacê xwe.

  • Wede veqetînin, wekî tevayî şixulên usa bikin, ku wera şabûnê bîne.

  • Wedê xweye xweş, ku we tevayî derbaz kiribû, bînin bîra xwe, şikilên dewata xwe binihêrin yan jî şiklên din, yên ku dilê we bi şabûnê tije dikin.

“Diqewime jin-mêr hine pirsada hevra qayîl nîbin, lê dîsa jî ev yek nayê hesabê wekî ewana nikarin tevayî şixulkariyê bikin. Jin-mêr dikarin tevayî tiştekî safî kin û paşê bixebitin ku ev safîkirin pêşdaçûyî be û karê bîne” (Dêwîd).

XWE LI HEVALA BIGIRIN

  • Kulfetên ji cûre-cûre mileta hevra dikenin û xeber didin.

    Xwe li hevala bigirin

    Seva ku ji hevala alîkariyê bistînî, bifikire ku ça tu xwexa dikarî alîkariyê bidî wan. Gava tu kesên din qewî dikî, tu xwexa jî qewî dibî.

  • Rojê hema çend hevalên xwera têklî be ku pêbihesî ewana ça nin.

  • Ji hevalên xwe bipirse, hela ewana ça problêmên xwe safî dikin, kîjan ku mîna yên te ne.

“Çaxê tu rastî derecên giran têyî, hevalên te dikarin alî te bikin ku bizanibî ça serî ji wan çetinaya derxî. Ewana dikarin riya rast nîşanî te kin, mesele bînin bîra te hine tiştên ku te zanibû. Heval bona te xem dikin û ewana zanin, wekî tu jî bona wan xem dikî” (Nîkol).

PIŞTGIRIYA ZARÊN XWE BIKIN

Dê-bav tevî du zarên xwe rûniştine û tebyetê dinihêrin.

Piştgiriya zarên xwe bikin

Kitêba Pîroz dibêje: “Bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrsketinêda giran be” (Aqûb 1:19). Diqewime zarên tera hêsa nîne derheqa tirsa xwe û derdên dilê xwe gilî kin, lê hergê tu bi sebir guh bidî wan, bi vê yekê tuyê alî wan bikî ku dilê xwe tera vekin.

  • Derecên usa çêke ku zarên te xwe rihet texmîn kin û wanara hêsa be xemên xwe tera bêjin. Hine zarara diha hêsa ye xeber din, çaxê ewana xwe rihet texmîn dikin. Mesele, çaxê pê erebê diçin cîkî yan niga digerin, ne ku gava malda tevî dê-bava rû bi rû rûniştine.

  • Her tiştî bike wekî zarên te bi zêdeyî deng-besên xirab nenihêrin, çimkî ewana dikarin dilteng bin.

  • Zarên xwera bêje ku te çi safî kiriye bikî, seva ku malbeta xwe biparêzî.

  • Bona derecên xirab ku dikarin nişkêva biqewimin, pêşda safî kin ku hûnê çi bikin û vê yekê tevî zara bicêribînin.

“Tevî zarên xwe xeber de û mecalê bide wan ku dilê xwe tera vekin. Diqewime ewana tirs, hêrs û derdên dilê xwe ji te vedişêrin. Bira ewana bizanibin ku cem te jî hestên wî cûreyî pêşda tên. Him jî wanara gilî ke ku tu çi dikî, wekî ev hest te zeft nekin” (Bêtanî).

Pareke ji vîdêo “Malbeta We Dikare Bextewar be.” Jin-mêrê bextewar destê hev girtine û digerin.

HÊ ZÊDE PÊBIHESE. Binihêre vîdêo “Malbeta We Dikare Bextewar be”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin