KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g22 № 1 rûp. 13-15
  • 4 | Hêviya Xwe Xwey kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 4 | Hêviya Xwe Xwey kin
  • Hişyar Bin!—2022
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIMA EV YEK FERZ E
  • Tu Çi Gerekê Bizanibî
  • Tu Çi Dikarî Nihada Bikî
  • Kitêba Pîroz Hêviya Rast Dide
  • Kîderê Ez Dikarim Hêviyê Bistînim?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Kitêba Pîroz Hêviyê Dide Me
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz Hêviyê Dide Me
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!; Hînbûna Kitêba Pîroz Destpêkin.
  • Guman bona Sala 2024​—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Têmên Din
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2022
g22 № 1 rûp. 13-15
AKitêba Pîroze vekirî ber guldanga kulîkra.

DINYA HALEKÎ GIRANDA NE

4 | Hêviya Xwe Xwey kin

ÇIMA EV YEK FERZ E

Qewimandinên ku dinyayêda diqewimin, xemgîniya meriya zêde dikin û ev yek aliyê fîzîkî û êmosiyalîda ser wan hukum dibe. Ji bo vê yekê gelek meriv hela hê hêviya xwe jî unda dikin. Lê ev hemû tişt ser te çawa hukum dibe?

  • Hine meriv hela hê jî naxwazin derheqa axiriyê bifikirin.

  • Hine meriv jî îçkê û narkotîkayê didine xebatê, seva ku xemgîn nebin.

  • Hinek jî difikirin, wekî mirin ji halê wan çêtir e û dixwazin xwe bikujin.

Tu Çi Gerekê Bizanibî

  • Hine problêmên te dibe ku wedelû bin yan jî dibeke nişkêva dereca te aliyê başda bê guhastinê.

  • Hergê jî dereca te nayê guhastinê, tu dikarî hine tişt bikî, çi ku wê alî te bikin, wekî teyax kî.

  • Kitêba Pîroz hêviyê dide, ku wê problêmên însanetê kuta bin.

Tu Çi Dikarî Nihada Bikî

Kitêba Pîroz dibêje: “Bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike. Xemên rojê besî wê ne” (Metta 6:34).

Bona roja sibê xem nekin. Nehêle wekî xemên teye bona roja sibê, te usa dilteng kin, ku nikaribî şixulên îro bikî.

Xemgîniya derheqa wê yekê, ku dibeke tiştên xirab biqewimin, wê tenê strêsê tera zêde kin û hêviya te ser axiriyê sist kin.

ÇA QEWATÊ BISTÎNIN​—Şîretên Kêrhatî

DÎNA XWE BIDE SER TIŞTÊN POZÎTÎV

Kulfet ji pencerê dinihêre.

Kitêba Pîroz dibêje: “Xweyê dilê kul her roj şînêda ye, lê xweyê dilê şa her tim şayêda ye” (Metelok 15:15). Hergê tu bona problêmê zef xemgîn bî, tuyê nikaribî têderxî ça safî kî. Lê hergê nihêrandina te pozîtîv be, tuyê mecalekê bivînî ku problêmê safî kî.

  • Deng-besa zef nenihêre.

  • Xilaziya her rojê, bifikire derheqa tiştek yan du tiştên usa, seva çi jî tu dikarî şêkirdar bî.

  • Xwera grafîka rojê binivîse. Şixulên mezin pareveke ser yên biçûk, seva ku xilaziya rojê keda destê xwe bivînî.

ALÎKARIYÊ BIXWAZE

Mêrê emirda mezin tevî yê cahil xeber dide.

Kitêba Pîroz dibêje, wekî merivê ku xwe ji kesên din dûr digire, “miqabilî her şêwir û qirarê ye” (Metelok 18:1). Tu nikarî xwexa bi xwe ji çela kûr derkevî, lê bi alîkariya hevala tuyê bikaribî serfiraz bî.

  • Ji neferên malê û ji hevala alîkariyê bixwaze.

  • Usa jî, bifikire wekî ça tu dikarî alî wan bikî. Çaxê tu alîkariyê didî kesên din, ev yek alî te dike wekî hindava problêmên xweda nihêrandina rast xweyî kî.

  • Hergê te hêvî û nêta jîyînê unda kiriye, wê baş be ku alîkariyê ji hekîma bixwazî. Carna hestên wî cûreyî nîşana wê yekê ne ku dêprêsiya te heye û tu qidûm ketî. Mêdîsînayê alî gelek merivên usa kiriye, kîjan ku wî halîda bûne.a

a Jûrnala “Hişyar Bin!” piştgiriya tu mêtodeke qenckirinê nake.

Kitêba Pîroz Hêviya Rast Dide

Zebûrbêjekî duayê xweda Xwedêra usa got: “Xebera Te çira gavên min e û ronaya şiverîyên min e” (Zebûr 119:105). Werên em binihêrin, ku çi cûreyî Xebera Xwedê dikare mîna çirayê be.

Çaxê terî ye, çira alî me dike, wekî bizanibin gavên xwe ça bavêjin. Anegorî wê yekê, Xebera Xwedêda bîlaniya kêrhatî heye, kîjan ku dikare rêberiyê me bike, gava em gerekê safîkirineke nehêsa bikin.

Çira dikare riya me usa zelal ke, ku em bikaribin pêşiya xwe bivînin. Kitêba Pîroz jî mera zelal dike, ku axiriya çiqas baş hîviya me ye.

Xebera Xwedê kitêbeke pîroz e, kîjan ku ne tenê derheqa terîxiya însanetê ji destpêkê gilî dike, lê usa jî hêviya bona axiriya baş dide me. Ew caba wan pirsa dide:

Ça?

Ça kul-derd pêşda hatin: Kitêba Pîroz dibêje, wekî “çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12).

Çira?

Çira serwêrtiya meriva nikare problêmên me safî ke: Kitêba Pîroz dibêje, wekî “gavên xwe rastkirin, ne di destê mirovê ku dimeşeda ye” (Yêremya 10:23). Halê vê dinyayê îzbat dike, wekî gotina vê rêzê rast e.

Çi?

Xwedê wê çi bike, ku problêmên însanetê safî ke: Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî Xwedê wê “ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Eyantî 21:4).

Para ji vîdêo “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” Kulfet malxê xwera gilî dike fikirên hewas, ku ew ji Kitêba Pîroz xwendiye.

HÊ ZÊDE PÊBIHESE. Binihêre vîdêo “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin