GELO HALÊ PLANÊTA ME WÊ BAŞ BE?
HEWA
HEWA ne ku tenê bona bînkişandinê lazim e, lê ev usa jî planêta me xwey dike ji zêdeya şewqa tevê, ku ziyanê dikare bidê. Bê hewa têmpêratûra ser planêtê wê gelek nimiz bûya.
Hewa bin Xofêda ne
Hewa qirêj seva emirê meriva dikare xof be. Li gora hesabê Organîzasiyona Saxlemxweykirinêye Hemdinyayê, ji meriva tenê selefek dikare hewa temiz bistîne.
Hewa qirêj nexweşiyên giran pêşda tîne. Mesele problêmên bînkişandinêva pêşda tên, kansera pişika û nexweşiyên dilik. Her sal weke 7 000 000 meriv ji bo hewa qirêj dimirin.
Planêta Me—Hatiye Çêkirinê ku Bê Xweykirinê
Planêta me usa hatiye çêkirinê, ku hemû efrînên ser erdê bikaribin hewa temiz bikişînin. Lê ev yek tenê wî çaxî wê bê standinê, çaxê meriv bi zêdeyî hewayê qirêj nekin. Dîna xwe bidine çend mesela.
Em zanin ku mêşe ji hewayê karbondîoksîdê dikişînine xwe. Lê ne hemû meriv zanin ku baxên mangrov yên ku ber devê berê şîn dibin, diha zêde karbondîoksîdê dikişînine xwe, ne ku mêşeyên tropîk.
Wan paşwextiya bi saya lêkolînê pêhesiyan, ku şînkayên mezin e binê avê, karbondîoksîdê atmosfêrêda xwey dikin û him jî hewayê ji karbondîoksîdê temiz dikin. Ser belgên van şînkayên avê pûçîkên biçûk bi hewayê tije hene, bi saya çi jî ew şînkayî dikarin êpêce wext ser avê bimînin. Çaxê ew pûçîk ji devê berê dûr diçin ewana diteqin û şînkayên avê berjêrî binê avê dibin. Ewana karbondîoksîdê bi qirna binê berêda xwey dikin.
Ev yek ku atmosfêra me dikare xwe ji qirêjayê temiz ke, hate eyankirinê wedê pandêmiya COVID-19. Sala 2020, çaxê xebata karxana hate sekinandinê û erebe nediçûn nedihatin, hewa derbêra temiz bû. Wê salê li gora hesabekê, zêdetirî 80% meriva gotin ku paşî destpêbûna pandêmiyayê, hine wext şûnda hewa temiz bû.
Çi Tê Kirinê
Bi saya xebitandina bîsîklêtê hewa temiz dimîne
Serwêr bîznêsmênara dibêjin, wekî hewayê zef nekine qirêj. Xêncî vê yekê, zandar mêtodên teze digerin wekî êkosîstêma zef ziyanê nestîne ji bo gemarê. Mesele, yek ji wan mêtoda ew e, ku mîkroorganîzma bidine xebatê, wekî gemarê bikine tiştên usa, çi ku xof nînin. Usa jî, zandar şîreta didin ku dewsa erebê bidine xebatê, diha baş e niga rê herin yan jî bîsîklêtê bajon û malên xweda ênêrjiyayê kêm bidine xebatê.
Seva ku hewa temiz bimîne serwêrên hine welata safî kirine, ku sobeyên modêrn bidine bineliyên xwe, seva çêkirina xwarinê. Lê hemûşk nikarin ewê sobê bikirin
Lê sala 2022, li gora hesabên Organîzasiyona Saxlemxweykirinêye Hemdinyayê û Banka Hemdinyayê tê kifşê, wekî ew hemû tişt bes nîne.
Çawa wî hesabîda dihate gotinê sala 2020, weke sî selef bineliyên erdê bona hazirkirina xwarinê tiştên usa didane xebatê, çi ku hewa qirêj dikirin. Lê yazix ne hemû meriv dikarin sobên modêrn yan jî tiştên şewatêye din bidine xebatê.
Menî Bona Hêviyê—Kitêba Pîroz Çi Dibêje
“Xwedê Xudanê ku Ezman efirandiye . . . Hilm dide gelên li ser wê û ruh dide kesên li ser dimeşin” (Îşaya 42:5).
Xwedê hewa çêkiriye, ku em bikaribin bîna xwe bikişînin, û ziviroka tebiyetê çêkiriye seva ku hewayê temiz ke. Qewata Yehowa bêhesab e û ew meriva hez dike. Gelo ew yek îzbat nake, wekî ewê wan hemû tişta ji bo çi hewa qirêj dibe, bide hildanê. Binihêrin gotar “Xwedê Soz Dide ku Planêta Me wê Bê Xweykirinê”.