KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g24 № 1 rûp. 4-6
  • Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Meriva?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Meriva?
  • Hişyar Bin!—2024
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIMA FERZ E QEDIR BIDINE KIFŞÊ HINDAVA MERIVADA
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • ŞEDÊN YEHOWA ÇI DIKIN
  • Qedirê Meriva Bigirin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Çima Qedir Kêm Bûye?
    Hişyar Bin!—2024
  • Sebirkirin—Çawa Kitêba Pîroz Dikare Alîkariyê Bide
    Têmên Din
  • Çira Gerekê Qedirê Serwêrtiyê Bigirin?
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2024
g24 № 1 rûp. 4-6
Mêrek ku rêstoranêda xwarinê dixwe, ser ofîsîantê ku dixwaze baxşandinê bixwaze, dike qare-qar. Merivên dor-berê mêrik eciz dibin.

Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Meriva?

ÇIMA FERZ E QEDIR BIDINE KIFŞÊ HINDAVA MERIVADA

Çaxê em hindava merivada qedir didine kifşê, ev yek me ji hêrsê û şer-dewa xwey dike.

  • Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Caba nerm hêrsê datîne, lê gotina hişk hêrsê radike” (Metelok 15:1). Xeberdan yan kirên bêqedir agir hê gur dikin û dibine berbi axiriya xirab.

  • Îsa got: “Dil bi çi tije ye, ziman evê jî dibêje” (Metta 12:34). Xeberdana bêqedir eyan dike, ku em çi cûreyî xwe didine kifşê hindava merivên ku bi miletê xwe, bereka xwe, yan bi cûrê emirê xwe ji me cude dibin.

    Li gora lêkolîna paşin, ya ku 28 welatada derbaz bû, ji 32 000 meriva 65 selefa gotin, wekî himberî berê qedir nav merivada îro gelek kêm bûye.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Ser xebatê yan jî mektebêda wî çaxî jî qedirê meriva bigire, hergê nihêrandina te ji ya wan cude dibe. Dîna xwe bide wan tişta, çida tu dikarî tevî wan razî bî. Ev yek wê alî te bike meriva sûcdar nekî.

“Îda meriva sûcdar nekin, wekî hûn neyêne sûcdarkirinê” (Metta 7:1).

Hindava merivada usa be, çawa tu dixwazî wekî ewana hindava teda bin. Hergê tu hindava merivada heyf û heq bî, ewana jî wê hindava teda usa bin.

“Çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî bona wan usa bikin” (Lûqa 6:31).

Bibaxşîne meriva. Nêtên meriva neke bin şikê, çimkî diqewime wana nedixwest pê xeber yan kirên xwe dilê te bêşînin.

“Femê qenc mêriv ji hêrsê paşda dêxe û rûspîtîya wî qusûr-nenihêrandin e” (Metelok 19:11).

Oda Civata Şedên Yehowa pêşiya destpêbûna civatê. Merivên mezin û biçûk bi dil hev silav dikin û tevî hev xeber didin.
Oda Civata Şedên Yehowa pêşiya destpêbûna civatê. Merivên mezin û biçûk bi dil hev silav dikin û tevî hev xeber didin.

ŞEDÊN YEHOWA ÇI DIKIN

Şedên Yehowa kîderê nîbin jî, qedir didine kifşê hindava hemû merivên dor-berê xwe.

Em bêpere hînbûna Kitêba Pîroz tevî hemû meriva derbaz dikin, lê em zorê meriva nakin ku bawerî yan fikirên wan mîna yên me bin. Dewsê, em şîreta ji Kitêba Pîroz didine xebatê, ku mizgîniya xêrê “bi xof û milûktiyê” bela dikin (1 Petrûs 3:15; 2 Tîmotêyo 2:24).

Em firqiyê nakine orta meriva û şa dibin gava merivên ji cûre-cûre mileta têne civatên me û dixwazin hê zêde derheqa Kitêba Pîroz hîn bin. Em “qedirê hemûya” digirin û hindava merivada bi sebir in (1 Petrûs 2:17).

Em qedirê hukumetiya wî welatî digirin kîderê dijîn (Romayî 13:1). Em gura qanûna dikin û xercê dewletê didin. Xêncî vê yekê, em tevnebûyînê xwey dikin û usa jî qedirê mafê meriva digirin, yên ku bona şixulên polîtîkêva girêdayî safîkirina dikin.

Şikil: Şikilên ji vîdêoya “Gelo Hezkirin Dikare Nefretiyê Alt ke?” 1. Mêrê Ereb. 2. Mêrê Cihû.

HÊ ZÊDE PÊBIHESIN

Çetin e qedirê meriva bigirî çaxê tu hînî vê yekê bûyî, ku wana nefret kî. Pêbihesin ku çawa du mêr ji miletên ku hev nefret dikin, hîn bûn qedir bidine kifşê. Binihêrin vîdêo Gelo Hezkirin Dikare Nefretiyê Alt ke? ser jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin