GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 38
KILAMA 120 Çev Bidine Milûktiya Îsa
Qedirê Meriva Bigirin
“Qedir ji zêr û zîv çêtir e” (METELOK 22:1).
VÊ GOTARÊDA
Emê bivînin ku çima lazim e qedirê meriva bigirin û ça em dikarin vê yekê bikin gava mera çetin e.
1. Gava kesên din qedirê me digirin, ev yek ser me ça hukum dike? (Metelok 22:1)
HER KES dixwaze, wekî meriv qedirê wî bigirin. Gava kesên din qedirê me digirin, em vê yekê qîmet dikin û şa dibin. Lema jî Kitêba Pîroz usa dibêje: “Qedir ji zêr û zîv çêtir e” (Bixûne Metelok 22:1).
2-3. Em gerekê qedirê kê bigirin?
2 Carna diqewime mera hêsa nîne qedirê meriva bigirin. Gelo çima? Dibeke em dîna xwe didine ser kêmasiyên meriva. Xêncî vê yekê, rojên meda gelek meriv qedirê hevdu nagirin. Lê em gerekê mîna wan nîbin, çimkî Yehowa dixwaze ku em qedirê hemûya bigirin (1 Petrûs 2:17).
3 Vê gotarêda emê şêwir kin, ku qedirgirtin çi ye û em ça dikarin qedirê 1) neferên xwe, 2) xûşk-bira û 3) kesên ku Şedên Yehowa nînin, bigirin. Emê bivînin ku em ça dikarin qedirê meriva bigirin wî çaxî jî, gava mera çetin e.
QEDIRGIRTIN ÇI YE?
4. Qedirgirtin çi ye?
4 Xebera “qedir” tê hesabê ku em çi derheqa meriva difikirin û ça xwe hindava wanda didine kifşê. Gava em xeyset-hunurên merivaye baş, yan kirên wane baş divînin, yan jî hergê ewana merivne xweyîhukum in, em bi rabûn-rûniştina xwe didine kifşê ku qedirê wan digirin. Bi rastî gelek ferz e ku em vê yekê bi dil û can bikin (Metta 15:8).
5. Çi dikare alî me bike ku em qedirê meriva bigirin?
5 Yehowa dixwaze wekî em qedirê meriva bigirin. Mesele, Kitêba Pîroz usa dibêje: “Her merivek bira gura wan hukumetiyada be, yên ku ser wîra nin” (Romayî 13:1, 7). Lê hine kes dibêjin: “Ez hazir im qedirê meriva bigirim, lê tenê hergê ewana hêjayî vê yekê ne”. Gelo ev fikir rast e? Na. Em xizmetkarên Yehowa ne, lema jî em gerekê qedirê meriva bigirin ne tenê çimkî em wana hêjayî vê yekê hesab dikin, lê çimkî em Yehowa hez dikin û dixwazin dilê wî şa kin (Yêşû 4:14; 1 Petrûs 3:15).
6. Gelo em dikarin qedirê wan meriva bigirin, yên ku qedirê me nagirin? Şiroveke. (Usa jî binihêrin şikil.)
6 Gelo em bi rastî dikarin qedirê wan meriva bigirin, yên ku qedirê me nagirin? Belê. Were em dîna xwe bidine hine mesela. Şawûl Padşa kurê xwe Yonatan, ber çevê meriva nimiz kiribû (1 Samûyêl 20:30-34). Dîsa jî Yonatan qedirê bavê xwe digirt û heta mirina wî piştgiriya wî dikir (Derketin 20:12; 2 Samûyêl 1:23). Usa jî serhatiya Hannayê bîne bîra xwe. Kahînê Mezin, Elî, sert jêra xeber da, çimkî fikirî ku ew serxweş e (1 Samûyêl 1:12-14). Serda jî, her kesî zanibû wekî ça bav û kahînê mezin, Elî cabdariya xwe nedianî sêrî. Lê dîsa jî, Hannayê Elîra bi qedir xeber da (1 Samûyêl 1:15-18; 2:22-24). Usa jî derheqa Pawlosê şandî bifikire. Cimeta Atînayê wî nav kir ça “merivê ku dike bile-bil” (Karên Şandiya 17:18). Lê yeke Pawlos tevî wan bi qedir xeber da (Karên Şandiya 17:22). Ji van mesela em fem dikin ku hergê mera çetin be jî, em gerekê qedirê meriva bigirin, çimkî em Yehowa hez dikin û naxwazin dilê wî bêşînin. Niha were em şêwir kin, ku em gerekê qedirê kê bigirin û çima.
Şawûl Padşa kurê xwe Yonatan çiqas nimiz dikir jî, Yonatan dîsa jî piştgiriya wî dikir (Binihêre abzasa 6)
QEDIRÊ NEFERÊN XWE BIGIRE
7. Carna çima dikare çetin be qedirê neferên xwe bigirin?
7 Çima çetin e qedir bidine kifşê? Em gelek wede tevî malbeta xwe derbaz dikin. Lema jî em ça hunurên wane baş, usa jî kêmasiyên wan rind zanin. Diqewime kesek ji neferê me nexweş e, û mera çetin e miqatî wî bin. Hine ji wan diqewime bi zêdeyî xemgîn in, yan jî dilê me bi xeberdan û kirên xwe dêşînin. Dewsa ku xîret bikin mala xwe bikine cîkî usa, kîderê ku em xwe rihet û edilayêda texmîn kin, hine neferên me diqewime tevlihevbûnê malda pêşda tînin, çimkî şerûd in û qedirê hevdu nagirin. Mîna nexweşîke ku îzinê nade bedenê rind bixebite, bêhurmetî jî yektiya malbetê xirab dike. Lê çawa ku hine nexweşî dikarin bêne qenckirinê, neferên malê jî dikarin hîn bin qedirê hevdu bigirin.
8. Çima ferz e ku em qedirê neferên xwe bigirin? (1 Tîmotêyo 5:4, 8)
8 Çima ferz e qedir bidine kifşê? (Bixûne 1 Tîmotêyo 5:4, 8). Nema xweda Pawlos Tîmotêyora got, ku neferên malê ça gerekê bona hewcên hevdu xem bikin. Ewî got ku em gerekê qedirê neferên xwe bigirin, ne ji bo vê yekê ku mecbûr in, lê çimkî dixwazin Xwedêra amin bin. Usa emê bidine kifşê, wekî em Yehowa hez dikin û qedirgirtinê ça para hebandinê hesab dikin. Yehowa sazkarê malbetê ye (Efesî 3:14, 15). Lema jî gava em qedirê neferên xwe digirin, em bi rastî qedirê Yehowa digirin. Em divînin ku menîke çiqas ferz heye, wekî qedirê neferên xwe bigirin!
9. Jin-mêr ça dikarin qedirê hevdu bigirin? (Binihêre usa jî şikil.)
9 Ça em dikarin qedir bidine kifşê? Mêrê ku him ber meriva him jî malda qedirê jina xwe digire, dide kifşê wekî ew gelek lê qîmet dike (Metelok 31:28; 1 Petrûs 3:7). Ew tu cara jina xwe naxe, wê nimiz û bêhurmet nake. Xosê,a yê ku Ergêntînayêda dijî, usa dibêje: “Ji bo nexweşiya xwe jina min carna bi xeberên xwe dilê min dêşîne. Wî çaxî ez tînim bîra xwe, ku bi rastî ew naxwaze usa bêje. Gava ez eciz dibim, ez giliyên ji 1 Korintî 13:5 tînim bîra xwe. Ev rêz alî min dike wekî ez pê xeberdana xwe qedirê wê bigirim û sert caba wê nedim” (Metelok 19:11). Kulfeta ku qedirê mêrê xwe digire, navê wî nimiz nake (Efesî 5:33). Ew qerfê xwe mêrê xwe nake, bi zimanekî tûj tevî wî xeber nade û wî nake pêkenî, çimkî ew zane ku tiştên usa zirarê didine zewacê (Metelok 14:1). Xûşkeke ku li Îtalyayê dijî, derheqa mêrê xwe usa dibêje: “Carna ez difikirim ku ew her tiştîda problêmê divîne. Berê min bi giliyên xwe nîşan dikir, wekî ez qedirê wî nagirim û avir dida wî. Lê min têderxist, ku çiqas zêde wede ez tevî wan meriva derbaz dikim, yên ku bi qedir derheqa merivên din xeber didin, haqas xwestina min jî zêde dibe qedirê mêrê xwe bigirim”.
Gava em qedirê neferên xwe digirin, em bi rastî qedirê Yehowa digirin, yê ku malbet saz kiriye (Binihêre abzasa 9)
10. Cahil ça dikarin nîşan kin ku qedirê dê-bavê xwe digirin?
10 Cahilno, guh bidine dê-bavê xwe (Efesî 6:1-3). Bi qedir tevî wan xeber din (Derketin 21:17). Dê-bavê we çiqas mezin bin, diqewime haqas hê zêde hewcê alîkariya we bin. Çiqas ji destê we tê, wana bibine xweyî. Dîna xwe bidine serhatiya xûşka me Marîyayê. Bavê wê Şedê Yehowa nîne. Gava ew nexweş ket, bona Marîyayê gelek çetin bû bona wî xem bike, çimkî ewî dilê wê bi giliyên xwe gelek dêşand. Xûşka me usa dibêje: “Min dua dikir wekî ez ne tenê qedirê bavê xwe bigirim, lê vê yekê pê kirên xwe jî wîra bidime kifşê. Min xwera digot ku hergê Yehowa dixwaze wekî ez qedirê dê-bavê xwe bigirim, ewê qewatê bide min ku ez bikaribim vê yekê bikim. Wext şûnda min fem kir, seva ku ez qedirê bavê xwe bigirim, eseyî nîne wekî ew bê guhastinê”. Hergê em qedirê neferên xwe digirin wî çaxî jî, gava kêmasiyên wan divînin, bi vê yekê em îzbat dikin ku qedirê Yehowa digirin, yê ku malbet saz kiriye.
QEDIRÊ XÛŞK-BIRA BIGIRE
11. Gelo çira çetin e ku em qedirê xûşk-bira bigirin?
11 Çima çetin e qedir bidine kifşê? Rast e xûşk-birên meye ruhanî li gora prînsîpên Kitêba Pîroz dijîn, dîsa jî diqewime carna ewana neheqiyê li me bikin yan jî me eciz kin. Hergê meniyên gazinên me hindava xûşk-bira hebin jî, gelo em ça dikarin qedirê wan bigirin? (Kolosî 3:13)
12. Çima ferz e ku em qedirê xûşk-bira bigirin? (2 Petrûs 2:9-12)
12 Çima ferz e qedir bidine kifşê? (Bixûne 2 Petrûs 2:9-12). Nema xweye dudada, Petrûs besa hine meriva kir, yên ku derheqa rûspiya xirab xeber didan. Gelo melekên amin, yên ku ev yek didîtin, çi kirin? Ewana qedirê Yehowa digirin, lema jî derheqa kesên neheq tiştekî xirab negotin. Dewsê, ewana hîviyê bûn heta ku Yehowa dîwana wan bike (Romayî 14:10-12; beramber ke Cihûda 9). Em dikarin ji van melekên amin dersê bistînin. Hergê em merivên nemam gerekê bêhurmet nekin, îlahî em gerekê xûşk-birên xweyî ruhanî bêhurmet nekin. Lê dewsê were em ‘qedirgirtinêda gava pêşin bavêjin’ (Romayî 12:10). Usa em dikarin bidine kifşê, wekî em qedirê Yehowa digirin.
13-14. Em ça dikarin qedirê xûşk-bira bigirin? Meselê bîne (Binihêre usa jî şikil.)
13 Ça em dikarin qedir bidine kifşê? Rûspîno, xûşk-bira bi hezkirinê hîn kin (Filîmon 8, 9). Hergê lazim be şîretê bidin kesekî, vê yekê bi nermî bikin, ne ku bi hêrsê. Xûşkno, hûn dikarin gelek tişt bikin, wekî civatêda hezkirin û qedirgirtin bê xweykirinê, mesele bi vê yekê ku tevî geveztî û buxdana nebin (Tîto 2:3-5). Em gişk dikarin bidine kifşê, wekî em qedirê rûspiya digirin bi vê yekê, ku tevî wan hevkariyê bikin. Em dikarin razîbûna xwe wanra bidine kifşê bona vê yekê, ku ewana bi dil û can civîna derbaz dikin, rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dikin û alî wan kesa dikin, yên ku “gaveke şaş” avîtine (Galatî 6:1; 1 Tîmotêyo 5:17).
14 Xûşkeke mera bi navê Rosêo, çetin bû qedirê rûspîkî bigire, yê ku şîret dabû wê. Rosêo usa dibêje: “Ez dilteng bûm, çimkî ewî sert tevî min xeber da. Malda min derheqa wî tiştên nebaş xeber da. Min bawer nedikir ku şîreta wî bona kara min bû, lema jî min şîreta wî pişt guhê xweva avît”. Gelo çi alî xûşka me Rosêo kir, wekî nihêrandina xwe biguhêze? Ew dibêje: “Gava min Kitêba Pîroz dixwend, min dîna xwe da giliyên ji 1 Têsalonîkî 5:12, 13. Min fem kir ku min qedirê wî birayî nedigirt, lema jî îsafa min nerihet bû. Min Yehowara dua kir û bi saya edebyetên teşkîletê lêkolîn kir, hela ez ça dikarim nihêrandina xwe rast kim. Min fem kir ku problêm vê yekêda nîbû, ku ewî çi gotibû, lê problêm vê yekêda bû ku ez babax bûm. Niha ez fem dikim, ku seva qedirê meriva bigirim, ez gerekê milûk bim. Ez hê ser xwe dixebitim, seva ku hê zêde qedirê meriva bigirim, û ez texmîn dikim wekî bi vê yekê ez dilê Yehowa şa dikim”.
Were em hevkariyê tevî rûspiya bikin û bona şixulên ku ewana dikin şêkirdar bin. Usa emê nîşan kin ku em qedirê wan digirin (Binihêre abzasa 13-14)
QEDIRÊ WAN MERIVA BIGIRE, YÊN KU ŞEDÊN YEHOWA NÎNIN
15. Çima carna çetin e qedirê wan meriva bigirin, yên ku Şedên Yehowa nînin?
15 Çima çetin e qedir bidine kifşê? Xizmetiyêda em gelek cara rastî merivên usa tên, yên ku rastiya Kitêba Pîroz hez nakin (Efesî 4:18). Hine meriv guh nadine mizgîniyê ji bo rêlîgiya ku ji biçûktayê wana hîn kirine. Usa jî, dibeke mezinê xebatê, dersdar, hevaldersxan yan hevalxebatçiyên me merivne sert in. Lema jî diqewime qedirê wan ber çevê me bikeve û em jî hindava wanda sert bin.
16. Çima ferz e ku em qedirê wan meriva bigirin, yên ku hê Yehowara xizmet nakin? (1 Petrûs 2:12; 3:15)
16 Çima ferz e qedir bidine kifşê? Yehowa dixwaze wekî em hindava wan merivada, yên ku hê jêra xizmet nakin, dilrem bin. Petrûsê şandî Mesîhiyara gotibû ku bi saya rabûn-rûniştina wane baş, dibeke hine meriv rûmetê bidine Xwedê. Lema jî ewî wanra got, ku ewana gerekê baweriya xwe bi nermî û milûktiyê biparêzin (Bixûne 1 Petrûs 2:12; 3:15). Firqî tune em baweriya xwe dîwanêda ber hakim diparêzin, yan jî tevî cînarê xwe xeber didin, em gerekê hindava kesên ku Şedên Yehowa nînin usa bin, tê bêjî Yehowa jî wêderê ye, çimkî Yehowa him dibihê û him jî divîne ku em ça tevî meriva xeber didin. Rastî jî çiqas ferz e, ku em qedirê kesên ku Şedên Yehowa nînin, bigirin!
17. Em ça dikarin qedirê wan meriva bigirin, yên ku Şedên Yehowa nînin?
17 Ça em dikarin qedir bidine kifşê? Gava em xizmetiyêda nin, em gerekê xwe ji wan meriva çêtir hesab nekin, yên ku Kitêba Pîroz nizanin. Dewsê, em dixwazin “kesên din ser xwera bigirin” û bîr nekin, wekî Xwedê wana qîmet dike (Hagay 2:7; Fîlîpî 2:3). Hergê kesek ji bo baweriya te, te bêhurmet ke, bi giliyên sert caba wî nede (1 Petrûs 2:23). Hergê tu ji bo giliyên xwe poşman bî, derbêra baxşandinê bixwaze. Gelo tu ça dikarî qedirê hevalxebatçiyên xwe bigirî? Xebatêda xîret be, û ser mezinê xebatê û hevalxebatçiyên xwe pozîtîv binihêre (Tîto 2:9, 10). Firqî tune, meriv ji te razî bin yan na, lê hergê tu xîret bî û bi helalî bixebitî, Xwedê wê ji te razî be (Kolosî 3:22, 23).
18. Çima ferz e qedirê meriva bigirin?
18 Belê, meniyên ferz hene ku em qedirê meriva bigirin. Me dît ku gava em qedirê malbeta xwe digirin, bi rastî em qedirê Yehowa digirin, yê ku malbet saz kiriye. Mîna vê yekê, gava em qedirê xûşk-birên meye ruhanî digirin, em rûmetê didine Bavê xweyî ezmana. Usa jî, gava em qedirê wan meriva digirin, yên ku Şedên Yehowa nînin, em ça bêjî rê vedikin ku ewana jî rûmetê bidine Yehowa Xwedê. Hergê hine meriv qedirê me negirin, were em dîsa jî qedirê wan bigirin. Gelo çima? Çimkî Yehowa wê me kerem ke. Ewî soz daye: “Kesê ku min rûmet bike, ezê jî rûmet bikim” (1 Samûyêl 2:30, ÎM).
KILAMA 129 Heta Xilaziyê Teyax kin
a Hine nav hatine guhastinê.