SERÊ 4
Çima Gerekê Qedirê Serwêrtiyê Bigirin?
“Qedirê hemûya bigirin” (1 PETRÛS 2:17).
1, 2. (a) Çima mera carna çetin dibe qedirê serwêrtiyê bigirin? (b) Derheqa kîjan pirsa emê xeber din?
TE QE texmîn kiriye, wekî zar çawa xwe kifş dike, çaxê ji wî dixwazin ku ew tiştekî usa bike, çi ku ew naxwaze? Ew medê xwe dike, û ji ser çevê wî neqayîlbûna wî tê kifşê. Ew fem dike ku gerekê gura dê-bavê xwe bike, lê vê demê naxwaze usa bike. Car-cara em jî dikevine derecê usa.
2 Nehêsa ye her gav qedirê serwêrtiyê bigirin. Lê qe bal te usa qewimiye, wekî tera çetin bûye qedirê wan bigirî, yên ku li ser te serwêr bûne? Hergê belê, berxwe nekeve, tenê tevî te neqewimiye. Em wedekî usada dijîn, ku qedirê serwêrtiyê qe nayê girtinê. Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî em gerekê qedirê wan bigirin, yên ku li ser me serwêrtiyê dikin (Metelok 24:21). Hergê em dixwazin xwe nava hizkirina Xwedêda xwey kin, em gerekê usa bikin. Derheqa vê yekê hine pirs pêşda tên. Çima mera carna çetin e qedirê serwêrtiyê bigirin? Çima Yehowa evê yekê ji me dewa dike, û çi wê alî me bike evê dewakirinê biqedînin? Em ça dikarin nîşan kin, wekî qedirê serwêrtiyê digirin?
ÇIMA EV YEK USA ÇETIN E
3, 4. Ça gune û qusûrî pêşda hatin, û çira mera ji bo qusûriyê çetin e qedirê serwêrtiyê bigirin?
3 Werên em kin xeber din derheqa du meniya, ji bo çi jî mera çetin dibe qedirê wan bigirin yê ku serwêrtiyê dikin. Ya pêşin, em qusûrdar in, lê ya duda ew e, wekî merivên ku li ser me serwêr in, ewana jî qusûrdar in. Gune û qusûriya meriva hela hê zûdava di baxçê Adenêda pêşda hatin, çaxê Adem û Hêwa miqabilî serwêrtiya Yehowa derketin. Ça tê kifşê, gune ji bo miqabilîbûnê destpêbû. Û ev miqabilîbûn ji bûyîna me cem me heye (Destpêbûn 2:15-17; 3:1-7; Zebûr 51:5; Romayî 5:12).
4 Gelek merî ji bo qusûriyê, timê qure û babax dibin, lê milûktiya wana zef kêm dibe, lema jî mera lazim e qewatê bidine xebatê wekî milûktî nav xweda zêde kin û xwey kin. Hela hê merivê ku gelek sal Xwedêra amin xizmet kiriye, dikare qure û xwerazî be. Werên em binihêrin mesela Qorax, yê ku wedê Mûsa pêxemberda dijît. Ewî Yehowara bi aminî xizmet dikir û hela hê tevî cimeta wî jî gelek çetinayî derbaz kir. Lê paşê ew zef hizret bû serwêrtiyê hilde destê xwe û seva vê yekê ew miqabilî Mûsa derket yê ku merivekî herî milûk bû di wan wedada. Usa Qorax meriyên din jî miqabilî Mûsa rakir (Jimar 12:3; 16:1-3). Bifikire derheqa Ûziya Padşa, yê ku ji bo babaxbûna xwe, kete li paristgeha Yehowa, seva qulixkirina pîroz bike, kîjan ku kahînara diket (2 Dîrok 26:16-21). Qorax û Ûziya, ji bo miqabilîbûna xwe hatine cezakirinê. Ji mesela wane xirab jî em dikarin dersê xwera hildin. Dêmek em gerekê bixebitin, ku babaxbûnê nav xweda bidine hildanê, çimkî babaxbûn nahêle ku em qedirê serwêrtiyê bigirin.
5. Çawa merivên qusûr serwêrtiya xwe, nerast didane xebatê?
5 Xêncî vê yekê, merivên ku serwêrtiyê dikin, qusûrdar in û carna tiştên usa dikin ji bo çi jî meriv qedir hindava wanda unda dikin. Çimkî gelek ji serwêra, zulmkar û zorbet bûn û qedirê meriva jî pêpes dikirin. Belê, terîxiya dinyayê jî eşkere dide kifşê, ku meriv timê serwêrtiya xwe nerast û bona kara xwe didine xebatê. (Bixûne Waîz 8:9.) Mesele, çaxê Yehowa, Şawûl bijart ça padşa, ew yekî baş û milûk bû. Lê paşê ew babax bû, û destpêkir hevsûdiyê Dawidê amin bike û pey wî keve (1 Samûyêl 9:20, 21; 10:20-22; 18:7-11). Wede şûnda Dawid bû yek ji padşên Îsrayêlêye lapî baş. Lê axiriyê ewî jî serwêrtiya xwe nerast da xebatê, çaxê jina Ûriyayê Hîttî sitand. Dawid, Ûriya şande meydana şêr, li meydanê rêza pêşinda ew da sekinandinê, wekî bê kuştinê (2 Samûyêl 11:1-17). Bi rastî jî, ji bo qusûrdariyê merivara çetin e, serwêrtiya xwe rast bidin xebatê. Îlahî hingê çaxê ewana qedirê Yehowa nagirin. Xizmetkarekî dewletêyî Brîtanî gilî dike, ku çawa papên dêra Katolîka, peyketinên mezin destpêkirin. Ew dinivîse: “Hukumetî xirab dike, lê hukumetiya mezin hê xirab dike”. Lê wekî usa ne, çima em gerekê qedirê serwêrtiyê bigirin?
ÇIMA GEREKÊ QEDIRÊ SERWÊRTIYÊ BIGIRIN?
6, 7. (a) Hizkirina me hindava Yehowa, me hêlan dike çi bikin û çima? (b) Nihêrandina me li ser guhdariyê gerekê çawa be, û em ça dikarin guhdariya xwe bidine kifşê?
6 Menîke lape ferz, ku çima em qedirê serwêrtiyê digirin, ew heye hizkirin hindava Yehowa, xûşk-bira û hela hindava xwe jî. Em Yehowa ji hemûşka zeftir hiz dikin, lema jî em dixwazin dilê wî şa kin. (Bixûne Metelok 27:11; Marqos 12:29, 30.) Em zanin ku ji bo miqabilîbûna di Adenêda, îzina Xwedê serwêrtiyê li ser erdê bike, kete bin şikê û nîvê zef ji meriya, pişta Şeytan girtin û serwêrtiya Yehowa înkar kirin. Lê em bi şabûn xwe li serwêrtiya Yehowa digirin. Çaxê em xeberên ji kitêba Eyantî 4:11 dixûnin, em gelek dilşad dibin. Çimkî mera eyan e, ku Yehowa ye serwêrê qanûnî li ser temamiya erd û ezmên! Lema jî em piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin û dihêlin wekî ew her roj rêberiya jîyîna me bike.
7 Seva ku qedirê serwêrtiya Yehowa bigirî, tenê guhdarî bes nîne. Em bi hazirbûnê gura Yehowa dikin, çimkî em wî hiz dikin. Bê şik, di jîyîna meda wê hebin derecên usa jî, ku mera wê çetin be guhdariya xwe bidine kifşê. Hingê mera, çawa jî wê zarêra derheqa kîjanî ku di abzasa pêşinda hatibû nivîsarê, lazim be hîn bin guhdar bin. Tê bîra me, ku Îsa Mesîh wî çaxî jî gura Bavê xweda bû, çaxê ev yek gelek çetin bû. Ewî Bavê xwera got: “Bira xwestina te be, ne ku ya min” (Lûqa 22:42).
8. (a) Roja îroyîn em ça dikarin nîşan kin, ku qedirê serwêrtiya Yehowa digirin û ji çi em pêdihesin nihêrandina Yehowa derheqa vê yekê? (b) Çi wê alî me bike guh bidine temî û şîreta? (Binihêre çargoşe “Guh Bide Şîretê Û Hînkirinê Qebûl Ke”).
8 Femdarî ye wekî îro, Yehowa xwexa tevî me her yekî başqe xeber nade, lê çi ku lazim e, ew bi Xebera xwe û xizmetkarên xwe elamî me dike. Lema jî em nîşan dikin ku qedirê serwêrtiya Yehowa digirin, hergê qedirê wan meriya jî digirin, yên ku aliyê Yehowada hatine kifşkirinê, yan jî kîjanara ku Yehowa îzin daye wekî li ser me serwêrtiyê bikin. Lê hergê em miqabilî van meriya herin, mesele înkar kin şîret û rastkirinên wan, yên ku li ser hîmê Kitêba Pîroz in, bi vê yekê emê nîşan kin ku miqabilî Yehowa dertên. Çaxê cimeta Îsraêlî miqabilî Mûsa radibû û dikire kute-kut, Yehowa ev yek hesab dikir ku miqabilî wî radibin (Jimar 14:26, 27).
9. Çima hizkirina me hindava xûşk-bira, me hêlan dike ku qedirê serwêrtiyê bigirin? Bîne mesele.
9 Em usa jî ji bo hizkirina hindava xûşk-bira, qedirê serwêrtiyê digirin. Çi cûreyî? Bide hesabê xwe wekî tu esker î. Pêşdaçûyîn û xilazkirina temamiya ordiyê vê yekêva girêdayî ye, ku esker ça guh bidine temiyên sereskerê xwe û tevî wî şixulkariyê bikin. Hergê tu guh nedî wan temiya, bi vê yekê tu jîyîna eskerên din dikarî bikî bin qeziyayê. Lema jî îro gelek car usa diqewime, ku ordiyên eskerên meriva, ziyan didine ne ku tenê xwe, lê usa jî temamiya însanetê. Ordiya Yehowa jî heye, û ew tenê qenciyê û karê tîne. Di Kitêba Pîrozda bi seda cara li ser Yehowa tê gotinê, wekî ew xweyê eskera ye (1 Samûyêl 1:3). Yehowa heye Sereskerê ordiya efirînên ruhanî, hesabê kîjana ku pir gelek e. Xêncî wê yekê, ew xizmetkarên xweye li ser erdê jî himberî eskera dike (2 Tîmotêyo 2:3; Hezeqêl 37:1-10). Hergê em miqabilî wan meriya herin, yên ku Yehowa li ser me serwêr kifş kirine, bi vê yekê emê jîyîna wan meriyên ku tevî me şerê ruhanîda şer dikin, bikine bin qeziyayê. Çaxê Mesîhî miqabilî rûspiyên kifşkirî diçe, ev yek dikare ziyanê bide Mesîhiyên din di civatêda (1 Korintî 12:14, 25, 26). Lê çaxê zar miqabilî dê-bavê xwe diçe, hingê temamiya malbetê ziyanê dikeve. Lema jî, hergê em qedirê serwêrtiyê bigirin û şixulkariyêda yek bin, bi vê yekê emê bidine kifşê ku em xûşk-birên xwe hiz dikin.
10, 11. Ça xwestina me derheqa halxweşiyê, me hêlan dike qedirê serwêrtiyê bigirin?
10 Em usa jî qedirê serwêrtiyê digirin, çimkî fem dikin ku ev yek seva halxweşiya me ye. Çaxê Yehowa ji me dewa dike qedirê serwêrtiyê bigirin, ew usa jî mera eyan dike, wekî ev yek wê çi karê mera bîne. Mesele, Yehowa ji zara dixwaze ku ewana gura dê-bavê xweda bin, wekî bextewar bin û dirêj bijîn (Qanûna Ducarî 5:16; Efesî 6:2, 3). Yehowa mera dibêje, wekî em qedirê rûspiyên civatê bigirin, çimkî hergê em usa nekin, ev yek dikare ruhanîda ziyanê bide me (Îbranî 13:7, 17). Ew usa jî dixwaze, wekî em gura serwêrên dinyayê bikin, çimkî ev yek bona kara me ye (Romayî 13:4).
11 Wê mera hêsa be qedirê serwêrtiyê bigirin, hergê em fem kin ku çira Yehowa evê yekê ji me dewa dike. Werên em binihêrin hela kîjan sê derecada em dikarin nîşan kin, ku qedirê serwêrtiyê digirin.
QEDIRGIRTIN DI MALBETÊDA
12. Yehowa çi cabdarî da destê mêr, û ew ça gerekê evê cabdariyê biqedîne?
12 Yehowa Efirandarê malbetê ye. Ew Xwedêyê pergaliyê ye, lema jî ewî malbet usa efirandiye, wekî edilayî têda hebe û bextewar be (1 Korintî 14:33). Xwedê mêr kifş kiriye ça serê malbetê. Mêr jî hindava Serê xwe, dêmek Îsa Mesîh qedir nîşan dik hingê, hergê serwêrtiyêda çev dide Îsa ku çawa ewî hindava civatêda xwe kifş dikir (Efesî 5:23). Lema jî mêr gerekê ji borcê xwe nereve, û bi mêrxasî serwêrtiya xwe biqedîne; ew gerekê yekî sert û zulm nîbe, lê dewsê ew gerekê bi hizkirin be, usa jî heyf û serwaxt be. Ew gerekê bîra xweda xwey ke, ku serwêrtiya wî di malbetêda beramberî serwêrtiya Yehowa nîne û wî nimiztir e.
Bav ku Mesîhî ye, wek Îsa borcê serwêrtiya xwe diqedîne
13. Ça jin û dê dikare rola xweye malbetêda usa biqedîne, ku dilê Yehowa xweş bê?
13 Jin komekdara mêrê xwe ye. Di malbetêda serwêrtiya wê jî heye, çimkî Kitêba Pîroz zarara dibêje, ku “ji hînkariyên diya xwe neqete” (Metelok 1:8). Hemikî serwêrtiya wê sînor kiriye, çimkî ew serwêrtiya mêrê xweva girêdayî ye. Jin ku Mesîhî ye, gerekê alî mêrê xwe bike, ku ew rola xwe ça serê malbetê biqedîne, û bi vê yekê ew qedirê serwêrtiya mêrê xwe digire. Jin mêrê xwe nimiz nake û ne jî usa dike wekî serwêrtiya wî bigire destê xwe. Lê ew pişta mêrê xwe digire û tevî wî şixulkariyê dike. Çaxê safîkirina mêrê wê lê xweş nayê, hingê ew dikare bi merîfetî fikirên xwe mêrê xwera bêje, lê dîsa ew gura mêrê xweda dimîne. Hergê mêrê wê ne Şedê Yehowa ye, hingê ew dikare rastî çetinaya bê, lê bi guhdarîbûn û rabûn-rûniştina xweye baş, ew dikare wî hêlan ke, ku ew nêzîkî Yehowa be. (Bixûne 1 Petrûs 3:1.)
14. Ça zar dikarin dilê dê-bavê xwe û Yehowa şa kin?
14 Çaxê zar gura dê-bavê xwe dikin, usa ewana dilê Yehowa şa dikin. Him jî usa ewana dilê dê-bavê xwe jî şa dikin û qedirê wana bilind dikin (Metelok 10:1). Guhdarîbûnê ew zar jî nîşan dikin, yên ku tevî bav yan dê dimîne, çimkî ew fem dike ku ev dê yan bav hê zef hewcê komekdarî û piştgiriya wî ye. Di wê malbetêda, kîderê ku her kes li gora kifşkirina Yehowa cabdariya xwe diqedîne, edilayî û şabûn heye. Ev yek hurmetê tîne Efirandarê hemû malbetara, dêmek Yehowa Xwedêra (Efesî 3:14, 15).
QEDIRGIRTIN DI CIVATÊDA
15. (a) Ça em dikarin nîşan kin, ku di civatêda qedirê serwêrtiya Yehowa digirin? (b) Çi prînsîp wê alî me bikin, wekî guhdariya xwe bidine kifşê hindava wan meriva, yên ku rêberiyê hildidine destê xwe? (Binihêre çargoşe “Guhdariya Rêberên Xwe Bikin Û Gura Wanda Bin”).
15 Yehowa Kurê xwe kiriye serwêrê civata Mesîhiya (Kolosî 1:13). Lê Îsa şixul da “xulamê amin û serwaxt”, wekî ewana aliyê ruhanîda xem bikin bona hewcên cimeta Xwedê (Metta 24:45-47). Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa, ev “xulamê amin û serwaxt e”. Çawa di civatên Mesîhiyada qirna yekêda, îro jî rûspî rêberî û şîreta distînin ji Koma Rêberiyê, yan bi nema yan jî bi wekîla, mesele ji berpirsiyarên rêvî. Çaxê em qedirê serwêrtiya rûspiya digirin, bi vê yekê em guhdariya xwe hindava Yehowa didine kifşê. (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:12; Îbranî 13:17.)
16. Çima em dikarin bêjin ku rûspî bi ruhê pîroz têne kifşkirinê?
16 Rast e rûspî û berdestiyên civatê qusûr in. Û ewana jî mîna me şaşiya dikin. Lê yeke ewana “pêşkêş bi cûrê meriva ne”, yên ku alî civatê dikin heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin (Efesî 4:8, DT). Rûspî bi ruhê pîroz têne kifşkirinê (Karên Şandiya 20:28). Em çima dikarin usa bêjin? Çimkî pêşiya ku bira bibine rûspî, ewana gerekê wan dewakirina pêk bînin, çi ku bi ruhê pîroz di Xebera Xwedêda hatibû nivîsarê (1 Tîmotêyo 3:1-7, 12; Tîto 1:5-9). Çaxê rûspî divînin ku ew bira anegorî wan dewakirina dike, wî çaxî ewana Yehowara bi dil û can dua dikin bona rêberiya ruhê Yehowayî pîroz.
17. Çima xûşk çaxê hine cabdariya diqedînin, serê xwe girêdidin,?
17 Carna dikare usa biqewime ku di civatêda rûspî û berdestiyên civatê tune bin, seva ku borcê xwe biqedînin. Mesele civatê seva dannasînkirinê derbaz kin. Hingê birên mayîn, yê nixumandî dikarin evî borcî biqedînin. Hergê birên usa jî tune ne, hingê evê cabdariyê dikarin xûşkên layîq biqedînin. Lê çaxê xûşk cabdariyên usa diqedîne ku birayê nixumandîra dikeve, hingê ew gerekê serê xwe girêde (1 Korintî 11:3-10).a Bi vê yekê, ew nimiz nabe. Ew mecalê distîne ku qedirê serwêrtiyê bide kifşê, yê ku Yehowa çawa di malbetêda usa jî di civatêda kifş kiriye.
QEDIRGIRTIN HINDAVA HUKUMETIYA
18, 19. (a) Ça tu şirovekî prînsîpên ji kitêba Romayî 13:1-7? (b) Ça em dikarin hindava hukumetiya qedir nîşan kin?
18 Mesîhiyên rast bi îsafa temiz xwe li wan prînsîpa digirin, yên ku di kitêba Romayî 13:1-7-da nivîsar in. (Bixûne.) Heta ku Yehowa dihêle ku hukumetî hebin, ewana şixulên ferz dikin, mesele miqat dibin ku hemû tişt ciyê xweda be û bi pergalî be, usa jî xem dikin derheqa cûre-cûre hewcên bajarvanên xwe. Emê bidine kifşê ku qedirê hukumetiya digirin, hergê qanûna biqedînin. Mesele, em bi îsafa temiz hemû xercê dewletê didin, usa jî hemû kaxaz û dokûmêntên ku dewlet ji me dewa dike, em rast tije dikin û cûre-cûre qanûna jî diqedînin, çi ku girêdayî ye tevî me, malbeta me, xebat û hebûka me. Lê çaxê hukumetî ji me dewa dike ku miqabilî qanûna Xwedê tiştekî bikin, hingê em gura wana nakin. Em xwe wek şandiya kifş dikin, yên ku gotin: “Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:28, 29; binihêre çargoşe “Ez Gerekê Tesmîlî Serwêrtiya Kê Bim?”).
19 Qedirgirtina me hindava hukumetiyê wê yekêda tê kifşê, hela em himberî meriva çawa nin. Carna dikare biqewime ku şixulê me tevî xizmetçiyên dewletê hebe. Pawlosê şandî rastî serwêrên usa dihat çawa Hêrodes Egrîpa padşa û Fêstoyê serwêr. Rast e ev meriv şaşiyên giran dikirin, lê yeke Pawlosê şandî bi qedir tevî wan xeber dida (Karên Şandiya 26:2, 25). Em jî gerekê mîna Pawlos, bi qedir xeber din tevî hemû meriva, firqî tune ew serwêr be, yan polîs be. Di mektebêda Mesîhiyên cahil jî qedirgirtina xwe didine kifşê hindava dersdara, serwêrê mektebê û xebatçiyên mayîn. Hemikî em ne ku tenê hindava wan meriya qedir nîşan dikin kî ku hebandina me qebûl dike, lê hindava miqabila jî. Bi rastî jî, merivên ku ne Şedên Yehowa ne, gerekê bivînin wekî em qedirê wan jî digirin. (Bixûne Romayî 12:17, 18; 1 Petrûs 3:15.)
20, 21. Emê çi kerema bistînin, hergê qedirê hukumetiyê bigirin?
20 Werên em her gav hazir bin qedirgirtinê bidine kifşê. Pawlosê şandî nivîsî: “Qedirê hemûya bigirin” (1 Petrûs 2:17). Çaxê merî divînin ku tu qedirê wan digirî, ev yek dikare li ser wana baş hukum ke. Bizanibe ku hindik in ew meriv, yên ku qedirgirtinê didine kifşê. Û hergê em qedirê meriya zanin, hingê em dîna xwe didin li ser temiya Îsa Mesîh “bira ronaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinên weye qenc bivînin û pesinê Bavê weyî ezmana bidin” (Metta 5:16).
21 Roja îro merivên milûk nêzîkî rastiya Xwedê dibin. Lema jî, çaxê em qedirgirtinê nîşan dikin di malbetêda, di civatêda û ciyên dinda, ev yek dikare hukum ke li ser hine meriya û wana hêlan ke tevî me Xwedêra xizmet kin. Bi rastî jî ev qedirekî pir mezin e! Lê hergê li ser meriya ev yek hukum neke jî, em dîsa jî qedirgirtina xweye hindava meriya nîşan kin, çimkî usa em dilê Yehowa şa dikin û alî xwe dikin ku nava hizkirina wîda bimînin. Ji wê çêtir îda çi heye??
a Hine mesele derheqa wê yekê ku çawa evê prînsîpê biqedînin, tê şirovekirinê Elametiya Zêdeda “Çira û Çiçax Xûşk Gerekê Serê Xwe Girêdin?”