Serhatî 14
Xwedê Baweriya Birahîm Dide Cêribandinê
HELA dîna xwe bide Birahîm, gelo ew çi dike? Destê xweda kêr girtiye, tê bêjî niha wê kurê xwe bikuje. Ev yek çira lazim hat? Ka em pêşiyê pêbihesin, ça Birahîm û Sarara kur hate bûyînê.
Tê bîra te Xwedê soz da, ku wanra kurek wê bibe. Ev yek çetin dihate bawerkirinê, çimkî Birahîm û Sara îda kal-pîr bûn. Lê Birahîm yeke bawer dikir, çimkî ewî zanibû wekî seva Xwedê tiştekî çetin ku bike tune. Gelo paşê çi qewimî?
Di nav salekêda Xwedê sozê xwe anî serî. Çaxê Birahîm 100 salî bû û Sara jî 90 salî, wanara kurek bû, navê wî danîn Îshaq. Xwedê sozê xwe anî serî!
Çaxê Îshaq îda mezin bû, Xwedê baweriya Birahîm da cêribandinê. Xwedê gazî wî kir: “Birahîm!” û ewî cava xwe da: “Belê, ez vira me!” Xwedê gote wî: “Kurê xweyî tayê tenê Îshaq hilde, hilkişîne çiyayê ku ezê nîşanî te bikim, û wê derê kurê xwe bikuje û minra bîne qurban”.
Bide hesavê xwe ewan giliya çiqas dilê Birahîm êşandin, ew gele berxweket, çimkî ewî kurê xwe gelekî hez dikir. Tê bîra te, ku Xwedê soz da Birahîm wekî zuretêd wî wê li ser erdê Kenanê bijîn. Lê ev yek wê ça bihata serî hergê Îshaq gerekê bimira? Birahîm vê yekê fem nedikir, lê yeke ewî ker-lal gura Xwedê kir.
Çaxê ewana li ser çiya hilkişiyan, Birahîm seva qurbanê cî hazir kir, kurê xwe girêda û wî li ser qurbangehê velezand. Ewî kêr hilda destê xwe ku kurê xwe bikuje, lê hema wê demê Xwedê bi milyaketekî gazî wî kir: “Birahîm, Birahîm!” Ewî cava xwe da: “Belê, ez vira me!”
“Qe tiştekî kurê xwera neke, zîyanê nede wî”, Xwedê got. “Niha ez îda zanim ku tu baweriya xwe min tînî, çimkî te bona xatirê min heyfa xwe kurê xweyî tayê-tenê neanî”.
Belê, baweriya Birahîm hindava Xwedê gelekî mezin bû! Ewî bawer dikir ku qewata Xwedê mezin e, wekî bixwaze jî dikare Îshaq ji miriya rake. Lê nêta Xwedê ev nîbû, ku Birahîm rastî jî kurê xwe bikuşta. Lema jî Xwedê usa kir, ku nêzîkî vî cî pezek di nav tûmêda aliya bû û hate girtin. Hîngê Xwedê gote Birahîm, ku evê pezê dewsa kurê xwe bîne qurban.
Destpêbûn 21:1-7; 22:1-18.