KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 11 rûp. 32-rûp. 33 abz. 2
  • Cêribandina Baweriyê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cêribandina Baweriyê
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Xwedê Baweriya Birahîm Dide Cêribandinê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Yahowa Ew Navkir “Dostê Min”
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Birahîm û Serayê Gura Xwedê Kirin
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Hîviya ‘Bajarê ku Bingeha Wî Saxlem e’ Bimîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 11 rûp. 32-rûp. 33 abz. 2
Birahîm û Îshaq hildikişine ser çiyayê Morîyayê

DERSA 11

Cêribandina Baweriyê

Birahîm kurê xwe Îshaq hîn dikir, wekî Yehowa hiz bike û baweriya xwe sozên wî bîne. Lê kengê Îshaq weke 25 salî bû, Yehowa şixuleke gelek çetin da Birahîm. Gelo ew çi şixul bû?

Xwedê gote Birahîm: “Ji kerema xwe, kurê xweyî tayê-tenê hilde bive ser çiyayê Morîyayê, û wêderê kurê xwe bike qurban”. Birahîm fem nedikir çira Yehowa gote wî usa bike. Lê dîsa jî ewî gura Yehowa kir.

Roja din sibehê zû, Birahîm kurê xwe Îshaq û du xulamên xwe hilda û çûne ser çiyayê Morîyayê. Sê roj şûnda, ewana gihîştine wî çiyayî. Birahîm gote xulamên xwe, wekî ewana hîviyê bin, heta ku ew û Îshaq herin û qurbanê bidin. Birahîm darên bona şewatê da destê Îshaq, lê xwexa kêr hilda. Îshaq bavê xwera got: “Kanê ew heywan, kîjanî em gerekê qurban kin?” Birahîm caba wî da û got: “Kurê min, Yehowa wê xwexa bona wê yekê xem bike”.

Çaxê ewana gihîştine wî çiyayî, wana gorîgeh hazir kir. Paşê Birahîm dest-nigên Îshaq girêda û wî danî ser gorîgehê.

Ser gorîgehê dest-nigê Îshaq girêdayî ye û kêr destê Birahîmda ne

Gava Birahîm kêr hilda, melekê Xwedê ji ezman gazî wî kir û got: “Birahîm! Ziyanê nede gede! Niha ez îda zanim, wekî tu baweriya xwe Xwedê tînî, çimkî tu hazir bûyî kurê xwe bikî qurban”. Gava Birahîm dîna xwe dayê, ewî beranek dît, stirûyê kîjanî ketibû nava çiqilên baxê. Ewî pêra-pêra dest-nigê Îshaq vekir, û dewsê ew beran anî kire qurban.

Paşî wê rojê, Yehowa Birahîm nav kir ça dostê xwe. Lê tu zanî çira? Çimkî Birahîm nizanibû, çira Yehowa ewê yekê ji wî dewa dike, lê yeke Birahîm gura wî kir.

Birahîm toga ser dest nigê Îshaq vedike

Yehowa dîsa derheqa sozê xwe gote Birahîm: “Ezê te kerem kim, û zureta te zêde kim”. Ew yek tê hesabê, wekî Yehowa wê hemû merivên baş kerem ke, çawa malbeta Birahîm.

“Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16).

Pirs: Çawa Birahîm da kifşê, wekî ew baweriya xwe Yehowa tîne? Çi soz Yehowa da Birahîm?

(Destpêbûn 22:1-18; Îbranî 11:17-19; Aqûb 2:21-23).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin