Serhatî 15
Jina Lût Pişt Xweva Zivirî
LÛT malbatê xweva tevî Birahîm di Kenanêda dijîtin. Rojekê Birahîm gote Lût: “Ev erd têra hemû heywanêd me nake. Ka em hev cihê bin. Kerem ke, hergê tu vî alîva herî ezê aliyê dinva herim”.
Lût dora xwe nihêrî û erdekî gele bedew dît, pê çema û şînkayiyê gelekî baş bona heywanêd xwe. Ev erd dor-berê çemê Ûrdunê bû. Lema jî Lût malbatê û heywanêd xweva derbazî wî erdî bû. Lê axiriyê ewana di şeherê Sodomêda cîwar bûn.
Meriyêd Sodomê gele xirav bûn. Lût ji vê yekê gele eciz dibû, çimkî ew merîkî baş bû. Dilê Yahowa jî ji vê yekê gele dêşiya. Lema jî Xwedê du milyaket şand bal Lût, wekî ew elametî kin, ku Sodom û şeherê kêleka Gomora, seva şixulêd xweyî xirav, wê bêne qirkirinê.
Milyaketa Lûtra gotin: “Lez keve! Jina xwe û du qîzêd xwe hilde û ji vir birevin!” Lût û neferê wî egle dibûn û lema jî milyaketa destê wan girtin, ketine pêşiya wan û ji şeherê wana derxistin. Paşê milyaketek got: “Birevin, xwe xilaz kin! Pişt xweva nenihêrin. Birevin berbi çiya, hergê dixwazin sax bimînin”.
Lût û du qîzêd wî gura milyaketa kirin û ji Sodomê dûr ketin. Ewana deqekê jî nesekinîn û pişt xweva nezivirîn. Lê jina wî gura milyaketa nekir. Ewê hinekî revî, paşê sekinî û pişt xweva zivirî. Lema jî ew pêra-pêra bû stûna xwê. Hela binihêre ser şikil, tu wê divînî?
Ji vê yekê em dikarin dersek seva xwe hildin. Ev mesele nîşanî me dike, ku Xwedê xilaz dike wana kî gura wî dike. Lê kî gura Xwedê nake, ewana jîyîna xwe wê unda kin.
Destpêbûn 13:5-13; 18:20-33; 19:1-29; Lûqa 17:28-32; 2 Petrûs 2:6-8.