KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 10 rûp. 30
  • Jina Lût Bînin Bîra Xwe

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Jina Lût Bînin Bîra Xwe
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Jina Lût Pişt Xweva Zivirî
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Xwedê Tevî Birahîm Peymanê Girêdide
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Alîkarî bona Wan, yên ku Tengasiyêda nin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Jina Lût Bînin Bîra Xwe
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 10 rûp. 30
Jina Lût bû stûna xwê, lê Lût û qîzên wî ji Sodomê direvin

DERSA 10

Jina Lût Bînin Bîra Xwe

Lût tevî apê xwe Birahîm, ser erdê Kenanê dijît. Axiriyêda pez-dewarên Birahîm û Lût usa zêde bûn, wekî cî têra wan nedikir. Birahîm gote Lût: “Ciyê me teng bûye û têra me nake. Ji kerema xwe xwera deştekê bijbêre, kî alîda tu dixwazî, here, lê ezê jî aliyê dinda herim”. Çawa tê kifşê wê yekêda Birahîm kara xwe nedigeriya!

Lût dîna xwe dayê û nêzîkî şeherê Sodomê erdekî bedew dît, kîderêda kanî dikişiyan û tije şînkayî hebû. Ewî neferê xwe hilda û derbazî wêderê bû.

Cimeta Sodomê û şeherê nêzîkî wî Gomorayê, gelek xirab bûn. Merivên wan şehera usa xirab bûn, wekî Yehowa safî kir qira wan bîne. Lê Xwedê dixwest Lût û malbeta wî xilaz ke, lema jî ewî du melek şand, wekî bêjine wî: “Zû bike! Rabe ji wî şeherî derê! Yehowa dixwaze qira wan şehera bîne”.

Lût lez neket, wekî pêra-pêra ji şeher derê. Lema jî melek destê Lût, jina wî û du qîzên wî girtin û leze-lez ji şeher derxistin û gotine wan: “Birevin! Xwe xilaz kin û pey xwe nenihêrin. Hergê hûn pey xwe binihêrin, hûnê bimirin!”

Agir û kirkût ji ezman dibare ser Sodom û Gomorayê

Çaxê ewana gihîştine şeherê Sohar, Yehowa agir û kirkût ji ezman barand ser Sodom û Gomorayê. Ew du şeher hatine kutakirinê. Lê jina Lût gura Yehowa nekir û zivirî, wê demê ew bû stûna xwê! Lê Lût û qîzên wî hatine xweykirinê, çimkî gura Yehowa kirin. Rast e, kirên jina Lût dilê malbeta wê êşand, lê ewana şa dibûn, wekî wana gura Yehowa kir.

“Jina Lût Bînin Bîra Xwe” (Lûqa 17:32).

Pirs: Çira Yehowa safî kir qira Sodom û Gomorayê bîne? Çira jina Lût bû stûna xwê?

(Destpêbûn 13:1-13; 19:1-26; Lûqa 17:28, 29, 32; 2 Petrûs 2:6-9).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin