KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 26
  • Îbo Xwedêra Amin Dimîne

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îbo Xwedêra Amin Dimîne
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Îbo Kê Bû?
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Hêviya Xwe Yehowa Bîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Îbo Bêqusûrtiya Xwe, Xwey Dike
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 26

Serhatî 26

Îbo Xwedêra Amin Dimîne

HELA li ser vî merî binihêre, qe gunê te pê nayê? Navê wî mêrikî Îbo ye, û ev kulfet jî ya ku li ber sekiniye, jina wî ye. Lê zanî ew çi divêje mêrê xwera? Divêje: “Nifira Xwedê bike, ku bikaribî bimirî”. Ka em pêbihesin çira ewê giliyê usa mêrê xwera got û çira Îbo kete rojeke usa çetin.

Îbo di welatê Ûtsêda dijît, yê ku ji Kenanê dûr nîbû. Ewî gura Xwedê dikir û li ber çevê Xwedê amin dima. Yahowa Îbo gele hez dikir, lê hebû kesek, yê ku Îbo hez nedikir û wî nefret dikir. Zanî ew kî ye?

Ew Şeytanê mîrê cina ye. Tê bîra te, ku ew milyaketê xirav pêşberî Xwedê rabû. Şeytan devda Adem û Hêwa ku ewana gura Xwedê nekin, û ewî dixwest usa bikira ku her kes ji meriya gura Xwedê nekin. Lê ça em zanin ew nêta wîye xirav hate serî? Na, çimkî gele mêr û jinêd berê yeke Xwedêra amin diman. Hela têke bîra xwe çend ji wan meriya, derheqa kê jî em îda pêhesiyan. Navêd kîjana ji wan tu dikarî bêjî?

Paşî wê yekê ça Aqûb û Ûsiv di Misirêda mirin, li nav temamiya dinyayê meriyê ji hemûşka amin Îbo bû. Yahowa dixwest ku Şeytan bizanibe, wekî ew nikare hemû meriya bide şaşkirinê. Lema jî Xwedê got: “Hela binihêre, qulixçiyê min Îbo çiqas minra amine”.

Şeytan menî Xwedê girt û got: “Çimkî tu wî kerem dikî û hemû tiştêd baş didî wî, lema ew tera amine. Lê hergê tu hemû tiştî ji wî bistînî, ew wê nifira te bike”.

Paşî van giliya Xwedê gote wî: “De wekî usa ne, here hemû tiştî ji wî bistîne. Çi serê wî dikî, bike. Emê bivînin hela Îbo wê nifira min bike yan na. Tenê destê xwe nede emirê wî, wî nekuje”.

Pêşiyê Şeytan mêrek da xevatê, ku dewarêd û hemû heywanêd Îbo bidize, û pezê wî jî hatibûn kuştinê. Paşê ewî 10 kurêd û qîzêd wî di tofanêda da kuştinê. Lê paşê ewî dîsa kulek anî ser. Îbo bi nexweşiyê giran nexweş ket û gele diçerçirî. Lema jî jina Îbo giliyê usa gote wî: “Nifira Xwedê bike, ku bikaribî bimirî”. Lê Îbo tu car usa ne kir. Ewan kul-derd bes nîbûn, serda jî sê hevalêd durû hatin bal wî û gotin, ku yan çi Îbo bi jîyîna ne pak û xirav dijît. Lê Îbo yeke amin dimîne.

Yahowa ji vê yekê gele şa bû, û ewî di axiriyêda kerema xwe paşda da Îbo. Ev yek li ser şikilî rind tê kivşê. Xwedê Îbo ji nexweşiya wî qenc kir, dehe zar zêdetir da wî û her kes ji wan, gele bedew bûn. Hin jî Îbora, ji hemû dewarêd û heywanêd wî berê, du derba zêdetir hate dayînê.

Tu dixwazî mîna Îbo her gav Yahowara amin bî yan na? Tu car bîr neke, ku hergê tu Xwedêra amin bimînî, ew wê te jî kerem ke. Tuyê bikaribî li ser erdê bedew di cinetêda heta-hetayî bijî.

Îbo 1:1-22; 2:1-13; 42:10-17.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin