KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 42
  • Ker Xever Dide

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ker Xever Dide
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Kerê Bilam Xeber Dide
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Îsa Ça Padşa Dikeve Orşelîmê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 42

Serhatî 42

Ker Xever Dide

TE QE derbekî dîtye ku ker xever de? “Na”, dibek tuyê bêjî. “Heywan nikarin xever din”. Lê Kitêba Pîroz gilî dike derheqa kerekî, yê ku xever da. Were pêbihesin ev ça qewimî.

Îsraêlî hazir bûn ku bikevne erdê Kenanê. Balaq, padşayê Mowabê, ji îsraêliya gele ditirsiya. Lema jî ewî gazî mêrekî aqilbend kir, navê kîjanî Bilam bû, wekî ew nifira cimeta Îsraêlî bike. Balaq soz dabû Bilam ku hebûneke mezin wê bide wî. Lema jî Bilam karê xwe kir, li ser kera xwe rûnişt û çû cem Balaq.

Lê Yahowa nedixwest ku Bilam nifira cimeta wî bike. Lema jî Xwedê milyaketekî bi şûrekî mezin dişîne ku Bilam bide sekinandinê. Bilam milyaket ne didît, lê kera wî didît. Kera Bilam dixwest ji milyaket bireviya lê nikaribû, û xilaziyê li ser rê veleziya. Bilam gele hêrs ket û kera xwe da ber şiva.

Yahowa usa kir, ku Bilam bikaribe xeverdana kera xwe bibihê, û ker wîra got: “Min çi xiravî te kiriye, çira tu min dikutî?”

Bilam cava xwe da: “Çimkî tu qerfa min dikî. Hergê şûrê min hebûya, minê te bikuşta!”

Ker got: “Heta roja îro, min qe tiştê usa kiriye?”

“Na”, Bilam gote ker.

Paşê Yahowa çevê Bilam vekir, û Bilam li ser rê milyaketê bi şûrva dît. Milyaket gote wî: “Tu çira kera xwe dixî? Ez hatim ku riya te dadim, wekî tu neçî û nifira cimeta Îsraêlî nekî. Hergê kera te nesekiniya minê te bikuşta, lê kera te wê sax bima”.

Bilam cava xwe da: “Min gune kir. Min nizanibû ku li ser rê tu sekiniyî”. Milyaket Bilam hîşt, û Bilam çû cem Balaq. Ewî yeke dixwest nifira îsraêliya bikira. Lê Yahowa usa kir ku dewsa nifira ewî sê derba îsraêliya kerem kir.

Jimar 21:21-35; 22:1-40; 23:1-30; 24:1-25.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin