Serhatî 97
Îsa Ça Padşa Dikeve Orşelîmê
PAŞÎ wê yekê ça Îsa du merivê kor qenc kir, ew çû gundekî nêzîkî Orşelîmê û gote şagirtêd xwe: “Herine wî gundî û hûnê ber kereke girêdayî ceşik bibînin. Van kera vekin bînine cem min”.
Gava wana ceşik anîn cem Îsa, ew li ser ceşikê siyar bû û çû heta Orşelîmê. Gava ew nêzîkî Orşelîmê bû elaleteke giran rastî wî hat. Geleke ji wan kincêd xwe li ser rê raxistin. Yêd din jî, çiqilêd xurma birîn, li ser rê radixistin û hin jî bi dengê bilind digotin: “Bimbarek e padşa ku bi navê Yahowa tê!”
Berê di Îsraêlêda edetekî usa hebû, ku padşê teze gerekê li ser ceşikê biketa Orşelîmê, wekî xwe nîşanî cimetê ke. Îsa hema usa jî kir. Û cimet jî eyan dike ku dxwaze wekî Îsa bibe padşê wan. Lê hebûn merivêd usa yê ku nedixwestin ku Îsa bibe padşa. Were em binihêrin di paristgehêda çi qewimî.
Di paristgehêda Îsa meriyêd seqet û kor qenc dikir. Gava zarêd biçûk ev yek dîtin destpêkirin Îsa rûmet kin. Ji bo vê yekê kahîn gele hêrs ketin û gotine Îsa: “Tu dibihêyî ev zar çi dibêjin?”
“Belê”. Îsa wanara got. “We qe nexwendiye ku di Kitêba Pîrozda çi nivîsiye: ‘Xwedê wê bi devê zara biçûk pesindayîn bîne serî?’” Lema zar dîsa jî padşê Xwedê rûmet dikirin.
Em jî dixwazin mîna van zara bin, usa nîne? Hine ji meriya dixwazin me bidine sekinandinê wekî em derheqa padşatiya Xwedê xeber nadin. Lê ka em dîsa jî gilî kin meriyara derheqa keremeta yê ku Îsa wê zûtirkê bike, û xeverdana xwe terk nadin.
Niha Îsa hê li ser erdê ye, û wede hê negihîştiya ku ew ça padşa serwêrtî bike. Lê gelo ev wede wê kengê bê? Şagirtêd Îsa jî dixwestin vê yekê pêbihesin. Derheqa vê yekê emê di serhatiya mayînda bixûnin.
Metta 21:1-17; Yûhenna 12:12-16.