Serhatî 104
Îsa Vegeriya Ezmana
PEY wan rojara Îsa gele car xwe nîşanî şagirta kir. Derbekê Îsa xwe nîşanî 500 şagirta dike. Lê zanî wî çaxî Îsa wanara derheqa çi xever da? Belê, derheqa padşatiya Xwedê. Yahowa wî şandibû erdê, wekî ew derheqa padşatiyê dannasîn bike. Dîna xwe bide ku Îsa hela hê paşî saxbûna xwe jî qirara Xwedê dianî serî.
Lê tê bîra te padşatiya Xwedê çi ye? Belê, padşatiya Xwedê ev dewleta Xwedêye li ezmana ye, yê ku rastî jî heye, û padşê wî dewletî Îsa Mesîh e. Ça em îda pêhesiyan, Îsa li ser erdê hin birçiya têr dikir, hin nexweşa qenc dikir, û hela hê miriya jî sax dikir. Ev hemû tişt nîşanî me dikin ku Îsa rastî jî padşakî baş û hêja ye.
De bide hesavê xwe çaxê Îsa wê hezar salî serkartiyê bike, emir li ser erdê wê çi cûreyî be! Belê, temamiya erdê wê bibe cinetê bedew. Îda şer wê tune bin, neheqî û nexweşî jî wê tune bin, hela hê mirin jî wê tune be. Em bawer dikin ku jîyîn wê rastî jî usa be, çimkî çaxê Xwedê serê-serîda erd çêkiribû, hemû tişt hema usa bû. Tê bîra te ku Xwedê serê-serîda baxçê Aden çêkir, seva ku merivê pêşin têda di bextewariyêda bijîn. Îsa wê usa bike, wekî ev nêta Xwedê xilaziyê bê serî.
Niha wede gihîşt ku Îsa paşda vegere ezmana. Nava 40 roja Îsa gele car xwe nîşanî şagirta kir. Niha şagirt sed selef zanin ku Îsa sax e. Lê pêşiya çûyîna ser ezmana, Îsa tiştekî usa gote şagirta: “Heta ruhê pîroz ser weda neyê, ji Orşelîmê dernekevin”. Ruhê pîroz qewata Xwedê ye, ev mîna bakî ye, yê ku wê alî şagirta bike wekî ewana qirara Xwedê biqedînin. Xilaziyê Îsa gote şagirta: “Hûnê derheqa min dannasîn bikin, û heta serê dinê jî bibine şedêd min”.
Paşî van giliya, tiştê keremet qewimî, Îsa destpêkir hilkişe ezmana. Dîna xwe bide ev yek li ser şikilî jî tê kivşê. Paşê ewra wî dada û şagirt îda tu car wî nedîtibûn. Îsa hilkişiya ezmana û ji wir destpêkir li ser şagirta serwêrtî bike.
1 Korintî 15:3-8; Eyantî 21:3, 4; Karêd Şandiya 1:1-11.