KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 47
  • Di Îsraêlêda Diz Heye

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Di Îsraêlêda Diz Heye
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 47

Serhatî 47

Di Îsraêlêda Diz Heye

BINIHÊRE ev mêr çi dike! Ew di çadira xweda kincekî bedew û kudurê zêr û zîva vedişêre, yê ku ewî ji şeherê Erîhayê hilda. Lê tê bîra te, tevî van tişta wana çi gerekê bikira?

Wana gerekê hemû tişta bişewitanda, zêr û zîv jî bihaniya seva xizna konê Yahowa. Lê mêrekî gura Yahowa ne kir, û tiştêd ku ya Xwedê bû hilda xwera. Navê wî mêrikî Akan e, lê ev meriyêd kêleka wî neferêd mala wî ne. Were em binihêrin çi qewimî paşê.

Paşî wê yekê ça Akan ew tişt dizî, Yêşû mêra dişîne ku pêşberî şeherê Ayê şer kin. Di vî şerîda ewana didine der. Hinek ji wan hatin kuştinê, lê yê din jî revîn. Yêşû gele berxwe ket. Ew kete ser çoka û Xwedêra dua kir: “Xwedan, te çira hîşt ku tiştê usa serê me biqewime?”

Yahowa gotê: “Rabe ser niga! Îsraêliya gune kir. Wana hine ji wan tişta, yê ku gerekê bihata şewitandinê, yanê gerekê bihata anînê seva xizna konê min, hilda xwera û veşartin. Lema jî heta tu van tişta û wan meriya, yê ku dizî kirin, qir nekî ezê kerema xwe nedime te”. Usa jî Yahowa gote Yêşû, ku ew wê xwexa van meriya nîşanî wî ke.

Yêşû hemû meriya top dike û Yahowa di nava wanda mêrê gunekar û diz eyan dike. Paşê Akan divêje: “Belê, min gune kir. Çaxê min ev kincê bedew, zêr û zîv dît, dilê min evan tişta usa xwest ku min teyax ne kir û hilda. Hûn dikarin van tişta li çadirê minda bivînin, ew di erdêda veşartî ne”.

Çaxê wana ew tişt dît û anîn cem Yêşû, ewî gote Akan: “Te çira qeziya li ser me anî? Niha, Yahowa wê li ser te qeziyê bîne!” Paşî vê yekê temamiya cimetê, Akan û neferêd wî dane ber kevira û ewana kuştin. Ev mesele derseke baş e seva me, ku em tu car gerekê diziyê ne kin. Usa nîne?

Hine wede şûnda îsraêliya dîsa çûne pêşberî şeherê Ay. Lê îjar Yahowa îda alî cimeta xwe kir, û wana şeherê Ay kirine bin destê xwe.

Yêşûa 7:1-26; 8:1-29.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin