Serhatî 53
Sozê Yeftah
TEVÎ te tiştê usa qewimiye, ku pêşiyê sozekî bidî kesekîra lê paşê poşman bî? Mêrê ku li ser şikil tê kivşê hema seva vê yekê berxwe dikeve, çimkî ewî pêşiyê soz da, lê paşê tê derxist ku wîra çetine wî sozî bîne serî. Navê wî Yeftah ye û ew hakimê mêrxas e di Îsraêlêda.
Yeftah wedekî usada dijît çaxê îsraêlî Yahowara îda qulix nedikirin. Ewana dîsa jî xiravî dikirin. Lema jî Xwedê dihîşt ku ewana ji destê Ammoniya biçerçirin. Ji vê yekê îsraêliya destpêkirin lavaya Yahowa bikin: “Me gune kir ber te. Lê hîvî te dikin, me xilaz ke!”
Paşî vê yekê cimetê dîsa destpêkir Yahowara qulix ke. Bi vê yekê hate kivşê ku ewana ji kirêd xweye xirav poşman bûn û gunêd xwe dane rûyê xwe. Lema jî Yahowa destpêkir alî wan bike.
Îsraêliya, seva ku pêşberî Ammoniya şer kin, Yeftah weqetandin. Yeftah jî gele dixwest ku di vî şerîda Yahowa alî wî bikira. Lema jî ewî soz da Yahowa: “Hergê tu di vî şerîda min serfiniyaz kî, çaxê ez vegerim mal, ezê wî merivî yê ku pêşiya hemûya rastî min bê tesmîlî te bikim”.
Yahowa sozê Yeftah qebûl kir û di vî şerîda wî serfiniyaz kir. Zanî çaxê Yeftah ji şêr vegeriya, kî pêşiya hemûya rastî wî derket? Pêşiya hemûya qîza wî derket, ya ku zara wîye tayê tenê bû. Girîn kete wî: “Wey li serê min! Qîza min, te çi serê min kir. Lê min soz daye Yahowa, û ez nikarim ji sozê xwe vegerim”.
Çaxê qîza Yeftah sozê bavê xwe bihîst, pêşiyê ew jî berxweket. Zanî çira? Çimkî ew gerekê mala bavê xwe û hemû hevalêd xwe bihîşta, û biçûya Şîloyê. Lê aliyê dinva ji vî baştir çi heye, ku temamiya emirê xwe di konê Yahowada qulix ke. Lema jî ewê gote bavê xwe: “Hergê te soz daye Yahowa, bira sozê te bê serî”.
Usa qîza Yeftah çû Şîloyê, û temamiya emirê xwe Yahowara di konê wîda qulix dikir. Qîzêd îsraêlî jî her sal, salê çar roja dihatin ku serîkî lê xin, û tevayî ewana wedê xweş derbaz dikirin. Cimeta Îsraêlê qîza Yeftah gelek hez dikirin, çimkî ewê bi dil û can Yahowara qulix dikir.
Hakimtî 10:6-18; 11:1-40.