KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • yc serê 4 rûp. 10-11
  • Ewê, Dilê Bavê Xwe û Yahowa Şa kir

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ewê, Dilê Bavê Xwe û Yahowa Şa kir
  • Zarên Xwe Hîn kin
  • Têmên Mîna Wê
  • Sozê Yeftah
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Xwedê yên Amin Qebûl Dike
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Sozê Yeftah
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Yeftah Merivekî Ruhanî bû
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
Hê Zêde Binihêre
Zarên Xwe Hîn kin
yc serê 4 rûp. 10-11
Yeftah wedê xwe tevî qîza xweye biçûk derbaz dike

SERÊ 4

Ewê, Dilê Bavê Xwe û Yahowa Şa kir

Çaxê ku eskerêd îsraêlî tevî dijminêd xwe şer dikin, Yeftah Xwedêra dua dike

Yefta çi soz da Yahowa?

Yefta ji şerkirinê wegeriya mal û qîza xwe hemêz dike, yê ku hate berbi bavê xwe

Ev yek hêsa nîbû, lê qîza Yeftah sozê bavê xwe anî sêrî

Tu keçikê li ser şikil divînî?~ Ew qîza mêrekî ye, navê kîjanî ku Yeftah e. Kitêba Pîroz nabêje derheqa navê vê keçikê, lê em zanin ku ewê, dilê bavê xwe û Yahowa şa kir. Werê em derheqa wê û bavê wê Yeftah, pêbihesin.

Yeftah mêrekî baş bû û gelek wede tevî qîza xwe derbaz dikir, seva ku derheqa Yahowa wê hîn ke. Yeftah usa jî mêrekî qewî û serkarekî baş bû. Lema jî Îsrayêlî xwestin, wekî ew rêberiya wan bike seva ku tevî dijmina şer bikin.

Yeftah Yahowara dua kir seva ku ew alî wî bike, wekî şerda alt ke. Yeftah soz dabû Yahowa, ku hergê ew di vî şerîda alt ke, hingê çaxê ew vegere mal, wê wî merivî pêşkêşî Xwedê bike, yê ku pêşiya hemûya ji mala wî derkeve û rastî wî bê. Ew merivê ku pêşkêşî Yahowa dikirin, gerekê temamiya emirê xwe di konê Xwedêda derbaz kira û bijîta. Kon ew cî bû, kîderê ku wedê berê meriv Xwedêra qulix dikirin. Axiriyê Yeftah di şerda alt kir! Lê tu zanî çaxê Yeftah ji şer vegeriya mal, kî pêşiya hemûya ji mala wî derket û rastî wî hat?~

Belê, ev qîza Yeftah bû! Ew zara wîye tayê-tenê bû. Û bide hesabê xwe ku Yeftahra niha çiqas çetin bû, wekî ji qîza xwe biqete. Ji bo vê yekê ew gelek dilteng bû. Lê tê bîra te, wekî ewî îda soz dabû. Hingê qîza wî gotê: ‘Bavo, hergê te soz daye Yahowa, bira usa be’.

Qîza Yeftah dara tup dike bona parisgehê, hevalêd wê hatine ku teselya wê bikin

Hevalêd qîza Yeftah, her sal dihatin ku teseliya wê bikin

Di konda, qîza Yeftah gerekê mêr nekira û zar neaniya, lema ji bo vê yekê ew jî dilteng bû. Lê ewê gelek dixwest sozê bavê xwe bîne sêrî, û dilê Yahowa şa ke. Ev yek seva wê hê ferz bû, ne ku wekî mêr ke û zara bîne. Lema jî ewê mala xwe hîşt, û temamiya emirê xwe di konda dijît.

Ça tu dişirmîş dibî, çaxê qîza Yeftah safî kir usa bike, bavê wê û Yahowa şa bûn?~ Belê, ewana şa bûn. Hergê tu guhdar î û Yahowa hiz dikî, tu dikarî mîna qîza Yeftah bî. Tuyê jî bikaribî dilê dê-bavê xwe û Yahowa, gelek şa kî.

JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

  • Qanûna Ducarî 6:4-6

  • Hakimtî 11:30-40

  • Metta 19:10, 11

PIRS:

  • Kî bû Yeftah? Ewî çi soz dabû Yahowa?

  • Çira qîza Yeftahra hêsa nîbû, wekî sozê bavê xwe bîne sêrî?

  • Seva qîza Yeftah çi hê ferz bû ku bike?

  • Çawa tu dikarî mîna qîza Yeftah bî?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin