KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 57
  • Xwedê Dawid Dijibêre

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwedê Dawid Dijibêre
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Dawid û Golyat
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Padşê Pêşin Îsraêlêda
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 57

Serhatî 57

Xwedê Dawid Dijibêre

HELA dîna xwe bide li vir çi diqewime? Hirç bexik biribû û dixwest wî bixwara. Lê kurekî da pey û bexik ji lepêd hirç xilaz kir. Çaxê hirç ser du lepêd xwe sekinî, ewî hirç avîte erdê û wî kuşt! Derbekê jî ewî dîsa pezek xilaz kir, lê îda ji lepêd şêr. Ev kur çiqa mêrxas e! Usa nîne? Lê gelo ew kî ye?

Ev kurê cahil Dawid e. Dawid li Beytlehmê dimîne. Kalkê wî Ovêd, kurê Rût û Bowaz bû, derheqa kîjanî em îda pêhesiyan. Navê bavê Dawid jî Yêşa ye. Dawid miqatî pezêd bavê xwe dibû. Ew hate bûyînê, dehe sal paşî wê yekê çaxê Yahowa Şawûl kivş kir ça padşa.

Wede hat û Yahowa gote Samûyêl: “Rûnê bînxweş hilde û here Beytlehmê, mala Yêşa. Ji kurêd wî, ezê yekî bijbêrim ku ew bibe padşa”. Çaxê Samûyêl Eliyeb divîne, yê ku kurê Yêşaye mezin bû, ew dilê xweda divêje: “Wele, ew e jibartiyê Xwedê”. Lê Xwedê gote Samûyêl: “Nenihêre li ser bejnbilindiya û bedewtiya wî. Ez wî nakime padşa”.

Paşê Yêşa gazî kurekî xweyî dinê, Abînadab dike. Lê Samûyêl divêje: “Na, wîya jî Yahowa najibêre”. Îjar Yêşa gazî kurê xwe Şamma dike û Samûyêl dîsa jî divêje: “Wîya jî Yahowa najibêre”. Usa Yêşa heft kurêd xwe anî ber Samûyêl, lê Yahowa tu kes ji wana ne jibart. Lema jî Samûyêl ji Yêşa pirs kir “Hemû kurêd te li vir in, yan dîsa kes heye?”

Yêşa gotê: “Belê, dîsa kurekî min heye. Ew herî biçûk e û niha miqatî peza dibe”. Çaxê Dawid berbi Samûyêl hat, Samûyêl dîna xwe dayê ku Dawid gedekî xas e û milûk e. Îjar Yahowa gote Samûyêl: “Ew e jibartiyê min, rabe û rûn serê wî xe”. Samûyêl hema usa jî kir. Lê seva ku Dawid bibe padşa, wede gerekê derbaz bûya.

1 Samûyêl 17:34, 35; 16:1-13.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin