KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 40 rûp. 98-rûp. 99 abz. 2
  • Dawid û Golyat

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Dawid û Golyat
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Eva Şerê Yehowa ye
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Dawid Û Golyat
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Dawid ne Ditirsiya
    Zarên Xwe Hîn kin
  • Cimeta Îsraêl Padşa Dixwazin
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 40 rûp. 98-rûp. 99 abz. 2
Dawid kevir davêje Golyat

DERSA 40

Dawid û Golyat

Yehowa gote Samûyêl: “Here mala Yêşa. Kurekî wî gerekê bibe padşê Îsraêlê”. Samûyêl çû mala Yêşa. Gava ewî kurê mezin dît, fikirî: “Hema ew e, kê gerekê bibe padşa”. Lê Yehowa gote Samûyêl, wekî ew jibartiyê wî nîne, û zêde kir: “Ez dilê meriva divînim, ne ku ser rûyê wî”.

Samûyêl rûn serê Dawid dixe

Yêşa şeş kurê xweyî din jî anî bal Samûyêl. Lê Samûyêl gote wî: “Yehowa tu kes ji wan nejibartiye. Dîsa kurê te hene?” Yêşa got: “Erê, kurekî minî biçûk jî heye, navê wî Dawid e. Ew çolê ye, pêz diçêrîne”. Gava Dawid hate mal, Yehowa gote Samûyêl: “Ew e jibartiyê min!” Samûyêl rûn ser serê Dawidda kir, seva axiriyêda ew bibe padşê Îsraêlê.

Golyat

Wede şûnda orta Îsraêliya û Filistiya şer destpêbû. Bal Filistiya eskerekî terikî bi navê Golyat hebû. Her roj Golyat qerfê xwe Îsraêliya dikir. Ewî dikire qare-qar û digot: “Mêrekî bişînin pêşberî min, wekî tevî min şer ke. Hergê ew min alt ke emê bibine dîlê we. Lê hergê ez wî alt kim, hûnê bibine dîlê me”.

Dawid hate ber çadirên eskerên Îsraêliya, seva xwarinê bide birên xwe, yên ku esker bûn. Wêderê Dawid giliyê Golyat bihîst û got: “Ezê pêşberî wî derêm!” Şawûl Padşa got: “Lê tuyê ça pêşberî wî derêyî, ne tu hê cahil î?” Dawid cab da û got: “Yehowa wê alî min bike”.

Şawûl dixwest, wekî Dawid kincê eskera xweke, lê Dawid gote wî: “Ez nikarim pê wan tişta şer kim”. Dawid şidana xwe hilda û çû ber çêm. Ewî pênc kevirê pen top kir, kire kîsê xwe û çû berbi Golyat. Golyat bi dengê bilind gote wî: “Werê vira. Ezê bedena te bidime çivîkên ezmana û terewila”. Lê Dawid netirsiya û pê dengê bilind gote wî: “Tu pê şûr û rim derdikevî pêşberî min, lê ez bi navê Yehowa pêşberî te derdikevim. Tu ne ku tevî me şer dikî, lê tevî Xwedê. Û niha hemûyê bivînin, wekî Yehowa ji şûr û rim qewattir e. Ewê we bide destê me”.

Dawid kevir kire şidana xwe û bi hemû qewata xwe avîte Golyat. Yehowa usa kir, wekî kevir firî û eniya Golyat ket. Ew erdê ket û mir. Filistî tirsa revîn, seva ku emirê xwe xilaz kin. Lê tu, mîna Dawid îtbariya xwe Yehowa tînî?

“Ew tişt ji destê meriv nayê, lê ji destê Xwedê tê, çimkî Xwedê dikare her tiştî bike” (Marqos 10:27).

Pirs: Yehowa kê jibart ku bibe padşê teze seva Îsraêliya? Dawid çi cûre Golyat alt kir?

(1 Samûyêl 16:1-13; 17:1-54).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin