KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 58
  • Dawid Û Golyat

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Dawid Û Golyat
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Eva Şerê Yehowa ye
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Dawid û Golyat
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Dawid ne Ditirsiya
    Zarên Xwe Hîn kin
  • Dawid Mecbûr Dibe Ku Bireve
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 58

Serhatî 58

Dawid Û Golyat

CIMETA filistîan dîsa jî miqabilî îsraêliya diçûn. Wî çaxî sê birêd Dawid bûne esker. Derbekî bavê Dawid Yêşa gote Dawid: “Here serîkî birêd xwe xe, û destê xwera seva wan hine genim û nan jî hilde”.

Çaxê Dawid nêzîkî çadirêd eskera bû, ewî dît ku esker li ber meydana şerkirinê bûn û ewî pêra-pêra revî ku birêd xwe bivîne. Li wir eskerekî terikî ji filistîana, bi navê Golyat, qerfê xwe îsraêliya dikir. Ew îda 40 roj bû, her şebeq û êvar, li ser wan dikeniya û digot: “Ji nav eskerêd xwe mêrekî bijbêrin, yê ku bikaribe tevî min şer ke. Hergê ew min alt ke, emê bibine dîlê we. Lê hergê ez wî alt kim û wî bikujim, hûnê bibin dîlê me. De niha ezê binihêrim, mêrxasiya kê digihîje pêşberî min derkeve”.

Wî çaxî Dawid ji hine eskera pirs kir: “Gelo ewê ku Golyat bikuje û bi vê yekê îsraêliya ji robetiyê xilaz ke, çi wê bistîne?”

Eskera jî wîra gotin: “Şawûl padşa, hebûneke mezin wê bide wî û qîza xweye helal jî bide wîra jintî”.

Lê temamiya eskerêd îsraêliya ji Golyatê gele ditirsiyan. Çimkî ew xwexa bejinêda weke 3 mêtir bû û eskerek jî mertala wî digirt.

Hine eskera çûbûn cem Şawûl û wîra gotin, ku Dawid dixwaze tevî Golyat şer bike. Hîngê Şawûl gote Dawid: “Tu hê cahil î, lê Golyat temamiya emirê xwe eskeriyê dike. Lema jî tê nikaribî tevî wî şer bikî”. Lê Dawid cava xweda got: “Çaxê ez ber pezêd bavê xwe bûm, min seva ku pez xilaz kira hirç û şêr kuşt. Lema jî bi alîkariya Yahowa ezê Golyat jî bikaribim bikujim”. Hîngê Şawûl gote wî: “Here, û bira Yahowa piştovanê te be”.

Dawid jî çû û ber çêm pênc kevirê pen top kir û kire kîsê xwe. Paşê ewî şidana xwe hilda û çû ku rastî Golyat bê. Çaxê Golyat Dawid dît, ew ecêvmayî ma, çimkî Dawid ji wî gele biçûk bû. Ewî tirê ku hêsa wê bikaribe Dawid bikuje.

Golyat gote Dawid: “Hela were, ezê bedena te bikime para terewila”. Lê Dawid cava xweda got: “Tu tevî min pê şûr û rimê xwe derketî. Lê ezê bi navê Yahowa derdikevim pêşberî te. Îjar Yahowa wê emirê te bide destê min û îro ezê te erdê xim”.

Paşî van giliya Dawid pêşberî Golyat revî. Ewî ji kîsê xwe kevir derxist, kire şidana xwe û bi hemû qewata xwe avîte Golyat. Gava kevir eniya Golyat ket, ew jorda hate xwerê û mir! Çaxê filistîana dîtin, ku Golyatê terikî hate kuştinê, ewana ji tirsa revîn. Lê îsraêliya dane pey wan û qira wan hemûşka anîn.

1 Samûyêl 17:1-54.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin