Serhatî 59
Dawid Mecbûr Dibe Ku Bireve
PAŞÎ wê yekê ça Dawid Golyat kuşt, serkarê eskerêd îsraêliya bi navê Abner, Dawid anî ber Şawûl. Şawûl ji Dawid gele qayîl bû. Lema jî ewî Dawid kire serkarê eskera û wî teglîf kir ku di mala wîda bijî.
Paşwextiyê, çaxê eskerêd îsraêlî ji şerê tevî filistîana vedigeriyan, jinêd îsraêlî di kulama xweda digotin: “Şawûl hezara kuşt, lê Dawid hezar-hezara”. Ji bo vê yekê Şawûl destpêkir hevsûdiyê Dawid bike, çimkî cimetê ji Şawûl hê zêdetir Dawid hurmet dikirin. Lê kurê Şawûl Yonatan yekî hevsûd nîbû. Ewî Dawid gele hez dikir, û Dawid jî wî hez dikir. Wana soz dabû hev ku timê hevalê hev bin.
Dawid gele xweş çengê dixist û Şawûlra kulamêd Dawid Şawûlra gele xweş dihatin. Lê rojekê ji bo hevsûdiyê, Şawûl neheqî kir. Dema Dawid çengê dixist, Şawûl rimê xwe hilda avîte Dawid û gotê: “Ezê Dawid bikutim dîwêrda!” Lê Dawid xwe wêda kir û rim kêlekêva derbaz bû. Hine wede şûnda Şawûl dîsa derbekî rim avîte Dawid, lê îjar jî rim wî neket. Niha Dawid fem kir ku gerekê haş xwe hebe û arxayîn nebe.
Tê bîra te Şawûl çi soz dabû wî kesî, kê ku Golyat bikuşta? Ewî soz da ku qîza xwe bida wî. Lema jî Şawûl gote Dawid, ku hergê ew 100 filistîana bikuje, wî çaxî wê qîza xwe bide wî jintî. Hela binihêre Şawûl çi kir! Bi rastiyê gumana wî ew bû, ku Dawid wê bê kuştinê ji destê filistîana. Lê Dawid sax ma. Lema jî Şawûl qîza xwe dide Dawid.
Rojekê Şawûl gote Yonatan û hemû qulixkarêd xwe, ku dixwaze Dawid bikuje. Lê Yonatan gote wî: “Destê xwe nede Dawid. Ewî tu car tera xiravî ne kiriye. Lê dewisê jî bi her kirêd xwe Dawid kareke mezin tera dianî. Ewî emirê xwe da ber şikê seva ku Golyat bikuşta, û wî çaxî te wî qebûl dikir û şabûna te bêhesav bû”.
Şawûl gura kurê xwe kir û soz da ku destê xwe nade Dawid. Dawid paşda vegerandin ku dîsa jî di mala Şawûlda qulix bike. Lê rojekê, dema Dawid çengê dixist, Şawûl dîsa carekê rim avîte Dawid. Îjar ewî ancax xwe xilaz kir. Ev îda cara sisiya bû! Niha Dawid fem kir ku gerekê ji vir bireve!
Wê şevê Dawid çûbû mala bavê xwe. Lê Şawûl mêr şandibû pey wî ku wî bikujin. Mîkalê nêta bavê xwe zanibû, lema jî ewê gote mêrê xwe: “Hergê tu îşev ji vir nerevî, tuyê bêyî kuştinê”. Vê şevê Mîkal alî Dawid kir ku ew bireve û xwe veşêre. Usa Dawid weke heft sala ji cî ciya cîwar dibû, seva ku Şawûl wî negire û nekuje.
1 Samûyêl 18:1-30; 19:1-18.