KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 61
  • Dawid Dibe Padşa

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Dawid Dibe Padşa
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Dawid û Şawûl
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Dawid Mecbûr Dibe Ku Bireve
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Cimeta Îsraêl Padşa Dixwazin
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 61

Serhatî 61

Dawid Dibe Padşa

ŞAWÛL dîsa nêt kire dilê xwe ku Dawid bigire. Ewî 3 000 eskerêd jibartî top kir, seva ku Dawid bigere. Çaxê Dawid derheqa vê yekê pêhesiya, ewî cesûs şand ku bivînin hela Şawûl û eskerêd wî îşev ku cîwar bûne. Paşê Dawid ji du mêra pirs kir: “Kî ji we wê tevî min bê ber çadira Şawûl?”

“Ezê bêm”, Avîşe gotê. Avîşe kurê xûşka Dawid Tserûya bû. Dawid û Avîşe hêdî-hêdî ketine nav çadirêd wan, çaxê Şawûl eskerêd xweva razayî bû. Wana rim û kûpê Şawûl ji ber serê wî usa hildan, ku eskerêd wî ne jî pêhesiyan, çimkî ewana gişk jî bi xewa giran raza bûn.

Lê binihêre, niha Dawid û Avîşe ku ne. Ewana sax-silamet ji wê derê derketin gihîştin çiyê, yê ku îda cîkî bêxof bû. Ji serê çiyê Dawid gazî serkarê eskera Abner kir û gotê: “Abner, tu çira miqatî padşê nabî? Hela binihêre, rim û kûpê wî ku ne?”

Şawûl hişyar bû. Tu dikarî Şawûl û Abner li ser vî şikilî bivînî. Şawûl dengê Dawid nas kir û jê pirsî: “Dawid, ev tu yî?”

Dawid jî cava xwe da: “Belê, ez im, xweyê min padşa”. Paşê Dawid serda zêde kir: “Çira tu pey min ketî? Min çi xiravî te kiriye? Wa rimê te vir e, ya padşa. Bira kesek ji eskerêd te bê û wîye hilde”.

Şawûl poşman bibû û gote Dawid: “Min şaşî kir, û kirêd min jî bêaqilî bûn”. Paşî van giliya Dawid çû riya xwe, Şawûl jî vegeriya mal. Lê Dawid dilê xweda digot: “Derbekê ezê bi destê Şawûl yeke bême kuştinê. Ka ez birevim li erdê filistîana û wir xwe veşêrim”. Lema jî ewî tiştekî usa kir, ewî filistîana da bawerkirinê yan çi ew îda ser aliyê wan e û pişta wan digire.

Hine wede şûnda filistîan derketin şer tevî îsraêliya. Di vî şerîda Şawûl û Yonatan hatin kuştinê. Ji vê yekê Dawid gele berxwe ket, û ewî kulamek nivîsî, nav kîjanî giliyê usa hebûn: “Dilê min ji bo te gele dişewite, birayê min, Yonatan. Tu seva min gele bi qîmet û delal bûy!”

Paşî vê yekê Dawid vegeriya şeherê Hebron. Li wir şer diçû orta piştovanê kurê Şawûl Îş-Boşet û mêrêd ku piştovanê Dawid bûn û dixwestin ku ew bibe padşa. Xilaziyê eskerêd Dawid şer birin û Dawid bû padşa. Wî çaxî ew 30 salî bû û ewî weke heft sala nîv li Hebronê serkartî dikir. Li wir Dawidra çend kur hatin bûyînê navêd wan ev in: “Amnon, Abşalom û Adoniya”.

Paşwextiyê Dawid û eskerêd wî şeherekî gele bedew Orşelîm zeft kirin. Wedê şerkirinê Yoab serkartî li ser xwe hildabû. Ew kurê xûşka Dawid Tserûya bû. Dawid Yoab kire serkarê temamiya eskera, û ji wir destpêbûyî Dawid îda di şeherê Orşelîmêda padşatî dikir.

1 Samûyêl 26:1-25; 27:1-7; 31:1-6; 2 Samûyêl 1:26; 3:1-21; 5:1-10; 1 Dîrok 11:1-9.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin