KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • bm para 9 rûp. 12
  • Cimeta Îsraêl Padşa Dixwazin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cimeta Îsraêl Padşa Dixwazin
  • Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Têmên Mîna Wê
  • Eva Şerê Yehowa ye
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Dawid û Şawûl
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Dawid Mecbûr Dibe Ku Bireve
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Dawid û Golyat
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
bm para 9 rûp. 12
Dawid pê şidanê sekiniye, eskerên Şawûl jî lê dinihêrin

SERÊ 9

Cimeta Îsraêl Padşa Dixwazin

Padşê Îsraêlê pêşin, Şawûl gura Xwedê nake. Lema jî dewsa wî, Dawid dibe padşa. Xwedê tevî wî peymana padşatiyêye heta-hetayê, girêdide

PAŞÎ Şimşon, di Îsraêlêda Samûyêl hakim û pêxember bû. Cimeta Îsraêl timê hîvî ji wî dikirin wekî mîna cimetê mayîn, li ser wan jî padşa bê kifşkirinê. Ev yek seva Xwedê dihate hesabê bêhurmetkirin, çimkî Xwedê bû padşayê wan. Lê Xwedê yeke emir kir, wekî Samûyêl xwestina cimetê biqedîne. Xwedê merîkî milûk kifş kir, navê kîjanî ku Şawûl bû. Wede şûnda ew babax bû û gura Xwedê nekir. Yahowa Şawûl înkar kir û gote Samûyêl, wekî dewsa wî kifş ke xortekî baş, navê kîjanî ku Dawid bû. Lê gelek sal gerekê derbazbûna heta ku Dawid bibûya padşa.

Carekê, çaxê Dawid hê gelek cahil bû, ew çû serîkî birêd xwe xe, yêd ku eskerêd Şawûl bûn. Hingê ewî dît ku tirs ketibû ser eskerêd Şawûl, çimkî dijminê wan Golyatê terikî qerfê xwe wan û Xwedê dikir. Dawidê hêrsketî qirar kir, ku tevî wî şer bike. Û usa Dawid tevî Golyatê (sê mêtrê) derdikeve şer. Dawid tevî xwe tenê şidanê û çend kevira hildide. Golyat qerfê xwe Dawid dikir. Lê Dawid caba wî da û got ku ew ji wî hê rindtir hazir e, çimkî ew bi navê Yahowa tê ser wî şer. Dawid tenê pê kevirekî, Golyat jorda erdê xist û paşê pê şûrê wî jî, serê wî jê kir. Eskerêd filistîa ji tirsa revîn.

Şawûl pêşiyê Dawid gelek begem kir seva mêrxasiya wî, û wî kifş kir ça serkarê eskerêd xwe. Lê paşê, Şawûl destpêkir qayîm hevsûdiyê Dawid bike. Dawid mecbûr bû bireve û çend sala xwe vedişart, wekî xwe ji destê Şawûl xilaz ke. Rast e Şawûl pey Dawid ketibû û dixwest wî bikuşta, lê Dawid yeke himberî Şawûl amin dima. Çimkî fem dikir, wekî Xwedê ew kifş kiriye ça padşa. Axiriyêda, Şawûl şerda hate kuştinê, û wede şûnda, Dawid bû padşa çawa Xwedê wîra soz dabû.

“Ezê textê padşatiya wî heta-hetayê daynim” (2 Samûyêl 7:13, DT)

Dawid padşa gelek dixwest seva Yahowa paristgehê ava ke. Lê Xwedê gotê wekî ne ku ew, lê kesekî dinê ji zureta wî vê paristgehê ava ke. Ev zuret Silêmanê kurê Dawid bû. Lê Xwedê Dawid kerem kir û peymaneke hewas tevî wî girêda, wekî Dawid bibe hîmê padşatiyê ji kîjanî Xilazkar, yan jî Zureta ku derheqa wî di baxçê Adenêda hate sozdayînê, wê bê. Ew ji aliyê Xwedêda wê bê şandinê, û bibe Mesîh ku tê hesabê “Rûnkirî”, dêmek kifşkirî. Yahowa soz dabû ku Mesîh wê bibe serwêrê vê Padşatiyê, yê ku wê heta-hetayê hebe.

Dawid gelek ji Xwedê razî bû. Lema jî seva avakirina paristgehê Dawid gelek zêr û zîv top kir, û usa jî gelek tiştêd hewcedarî bona avakirina paristgehê. Dawid usa jî gelek zebûr nivîsîn. Pêşiya mirina xwe ewî got: “Ruhê Xudan [Yahowa, DT], bi...minva got û gotina wî, li ser zimanê min bû” (2 Samûyêl 23:2).

Li ser hîmê kitêbêd 1Samûyêl; 2 Samûyêl; 1 Dîrok; Îşaya 9:7; Metta 21:9; Lûqa 1:32; Yûhenna 7:42.

  • Çira Yahowa dewsa Şawûl, Dawid kire padşa?

  • Çi xeyset-hunurêd Dawid hebûn, hê pêşiya wê yekê ça ew bibûya padşa?

  • Kî ye Xilazkar û Zuretê sozdayî, yê ku ji rikinyata Dawid wê bê?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin