Serhatî 66
Îzabêl Jin-padşê Zulmkar
PAŞÎ Yerovam, her padşa yê ku li ser 10 berekê Îsraêl padşatî dikirin, xirav bûn. Lê ji wan hemûşka xiravtir Ahab bû. Zanî çira? Meniya pêşin jina wîye Îzabêl bû, ya ku gele zulmkar bû.
Îzabêl qîza padşê Saydê bû, û ew ne îsraêlî bû. Ewê ber xudanêd qelp Bael serê xwe datanî. Ewê usa jî mêrê xwe Ahab û gele îsraêliya devda ku ewana jî ber Bael serê xwe daynin. Îzabêl hemû pêxemberê Yahowa dida kuştinê, çimkî ewê Yahowa hez nedikir. Lê hine pêxembera xwe di şkeftêda vedişartin, û usa xwe ji mirinê xilaz kirin. Gava Îzabêl tiştekî dixwest, ew hazir bû meriya jî bikuje, tenê nêta xwe bianiya serî.
Rojekê Ahab padşa gele medekirî bû, û Îzabêl ji wî pirsî: “Tu çira îro usa medekirî yî?”
Ahab gotê: “Ez ji bo giliyê Nabot ber xwe ketim. Min baxçê tiriya wî dixwest bikiriya, lê ew qayîl nebû”.
“Qe ber xwe nekeve” ewê gotê. “Ezê wî şixulî safî kim”.
Paşî van giliya Îzabêl neme nivîsî serkarêd wî şeherîra, kîderê Nabot dijît. Ewê gote wan: “Hine mêrêd axmax bivînin, yê ku bikaribin şer li ser Nabot gilî kin, yan çi ewî nifira Xwedê û padşa kir. Paşê wî ji şeherê bivine der û li wir wî bidine ber kevira”.
Gava Îzabêl pêhesiya ku Nabot dane kuştinê, ewê gote mêrê xwe: “Niha dikarî baxçê tiriyê wî hildî xwera”. Ewê gele tiştekî neheq kir û hêjayî sûc kirinê bû! Usa nîne?
Lema jî, hine wede şûnda, Yahowa mêrek bi navê Yahû şand ku ew ceza Îzabêlê bike. Gava Îzabêl pêhesiya ku Yahû tê cem wî, ewê ser çevê xwe bedew kir û xwa çêkir seva Yahû. Lê çaxê Yahû hat û dît ku Îzabêl ber pencerê rûniştiye, ewî gazî mêrêd kêlekê kir û gote wan: “Lê jorda bavêjin jêrê!” Wana jî gura Yahû kir. Ev yek li ser şikilî rind tê kivşê. Wana lê avîte jêrê û Îzabêl mir. Bi vê yekê rojêd jin-padşê zulmkar xilaz bûn.
1 Padşatî 16:29-33; 18:1-4; 21:1-16; 2 Padşatî 9:30-37.