KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 49 rûp. 118-rûp. 119 abz. 2
  • Jin Padşe ya Zulm Hate Cezakirinê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Jin Padşe ya Zulm Hate Cezakirinê
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Îzabêl Jin-padşê Zulmkar
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Mîna Yehowa Heq bin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • “Wê Hemûya Mala Ahab Tune Bibe” 2 Pd. 9:8
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
  • Ewî bi Mêrxasî û Xîret Kar Dikir
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 49 rûp. 118-rûp. 119 abz. 2
Xulamên Îzabêl lê ji pencerê davêjin

DERSA 49

Jin-Padşe ya Zulm Hate Cezakirinê

Ahab Padşa Yîzrêelêda ji pencera mala xweva dikaribû rezên tiriyê Nabot bivîne. Ewî gelek dixwest ewî erdî bikire. Lê Nabot nedifirot, çimkî bi qanûna Yehowa îzina wî tune bû erdê kal-bavê xwe bifiroşe. Lê gelo ew yek Ahab xweş hat? Na. Ahab gelek hêrs ket. Ew usa dilşkestî bû, wekî nedixwest ji otaxa xwe derê û ne jî dixwest xwarinê bixwe.

Jina Ahab Îzabêl, yeke zulm bû, ewê gote mêrê xwe: “Tu padşê Îsraêlê yî. Çi jî bixwazî gerekê bistînî. Ezê ewî erdî bona te bistînim”. Ewê neme şanid rûspiyên wî şeherîra, kîjanîda Nabot dijît. Nemêda nivîsîbû, wekî buxdana bavêjine Nabot, ku yan çi ewî nifir Xwedê kiriye, lema jî gerekê wî pê kevira bikujin. Ewan mêrên mezin, hema usa jî kirin. Paşî wê yekê Îzabêlê gote Ahab: “Nabot mir. Rezên tiriyê wî îda yê te ne”.

Lê ne tenê Nabot bê menî ji destê Îzabêlê hate kuştinê, ewê gelek meriv kuşt, kîjana Yehowa hiz dikirin. Ewê pût dihebandin û dîsa gelek tiştên xirab dikir. Yehowa ew hemû kirên wêye zulm didît. Lê gelo Yehowa çi anî serê wê?

Paşî wê yekê Ahab mir, û kurê wî Yoram bû padşa. Yehowa mêrek, navê kîjanî Yehû bû, şande bal Îzabêlê, wekî wê û malbeta wê ceza ke.

Yehû kete ereba xwe û çû Yîzrêelê, mala Îzabêlê. Yoram jî kete ereba xwe seva rastî Yehû bê, gava ew dît, ji wî pirsî: “Hatina te xêr e?” Yehû gote wî: “Heta ku diya te Îzabêl kirên xirab dike, tiştên xêr wê tune be”. Wî çaxî Yoram xwest ereba xwe bizivirîne û paşda bireve, lê Yehû pê tîr Yoram kuşt.

Xulamên Îzabêl lê ji pencerê davêjin

Gava Îzabêlê dît, wekî Yehû tê berbi mala wê, çû xwe xemiland, hilkişiya otaxa jorê û ber pencerê hîviya wî bû. Çaxê Yehû nêzîk bû, ewê gelek sert wî silav kir. Yehû gote xulamên wê, yên ku kêleka wê sekinî bûn: “Lê jorda bavêjin!” Wana Îzabêl ji pencerê avîtin, ew jorda ket û mir.

Paşî wê yekê Yehû usa kir, wekî 70 kurên Ahab hatin kuştinê û erd ji xizmetkarên Bael hate temizkirinê. Divînî, wekî Yehowa hemû tiştî divîne û çaxê lazim e, ceza dike wan meriva, yên ku tiştên nerast dikin?

“Ew milkê ku pêşda bi lezo-bez hatîye destxistin, wê axirîyêda duayê lê wê neyê kirin” (Metelok 20:21).

Pirs: Îzabêlê çi kir, wekî rezên tiriyên Nabot bistîne? Çira Yehowa Îzabêl ceza kir?

(1 Padşatî 21:1-29; 2 Padşatî 9:1–10:30).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin