Serhatî 70
Ûnis Û Mesiyê Mezin
HELA dîna xwe bide wî mêrikî yê ku di avêda dixeniqe. Halê wî gele xirave, usa nîne? Ev mesî hindik maye wî daqorçîne! Lê zanî ev mêr kî ye? Navê wî Ûnis e. Were em pêbihesin çira ev kete rojeke usa.
Ûnis pêxemberê Yahowa ye. Paşî mirina Êlîşa, hine wede şûnda Yahowa gote Ûnis: “Rabe here şeherekî mezin Neynowa. Çimkî neheqiyêd wan meriya zef zêde bûn, û ez dixwazim wekî tu gunekariya wan wanra eyan kî”.
Lê Ûnis nedixwest biçûya wî şeherî. Lema jî ew rûnişte gemiya usa, ya ku lap di aliyê dinda diçû, seva ku ji Neynowa dûr keve. Lê Yahowa kirêd Ûnis qebûl nekir. Ewî firtoneke usa mezin rakir, ku hindik mabû gemî hûrdexweşî bûya. Gemîvan ji vê yekê gelekî tirsiyan, û her kes ji wan destpêkirin xudanêd xwera dua bikin wekî xilaz bin.
Ûnis gemîvanra got: “Ez Xwedayê Yahowara qulix dikim, yê ku efirandarê erd û ezmana ye. Lê niha ez hema ji wî direvim, wekî fermana wî neynim serî”. Gemîvan lê pirsîn: “Niha em te ça bikin, wekî ev firtonek biseqire?”
Ûnis cava xwe da û got: “Min hildin bavêjine avê û ber wê biseqire”. Pêşiyê gemîvan vê yekê nedixwestin bikin, lê gava wana dîna xwe dayê ku firtone hê qayîm dibe, wana dixwazî-naxwazî wî avîtin berê. Wê demê firtone pêra-pêra seqirî.
Çaxê Ûnis kete avê, mesiyê mezin wî daqorçand. Lê Ûnis ne mir. Weke sê roj û sê şev ew li zikê mesîda mabû. Niha Ûnis îda gele poşman dibû ku gura Yahowa nekir û neçû Neynowa. Zanî ewî çi kir?
Ûnis Yahowara dua kir û alîkarî ji wî xwest. Lema jî Yahowa usa kir ku mesî Ûnis ji devê xwe avîte devê berê. Gelo niha Ûnis wê çi bike? Ewî gura Xwedê kir û pêra-pêra çû Neynowa. Ji vê serhatiyê em çi hîn dibin? Çi jî Yahowa ji me bixwaze, ferz e wekî em timê gura wî bikin! Usa nîne?
Kitêba Ûnis.