DERSA 54
Yehowa Sebir da Kifşê Hindava Ûnis
Neynowayêda meriv gelek zulm bûn. Yehowa gote pêxemberê xwe Ûnis, wekî ew here Neynowayê û bêje wan meriva, wekî ewana kirên xweye xirab bihêlin û xwe riya rast bigirin. Lê Ûnis revî cîkî din. Ew kete gemiyê, ya ku diçû Tarşîşê.
Gava gemî nava berêda bû, firtone rabû û gemîvan gelek tirsiyan. Wana destpêkirin xudanên xwera dua bikin: “Çira ew yek tê serê me?” Axiriyê Ûnis gote wan: “Meniya wê qeziyê ez im. Ez direvim, wekî temiyên Yehowa neynim sêrî. Min bavêjine berê û firtone wê biseqire”. Gemîvana nedixwestin Ûnis bavêjine berê, lê yeke ewî dewa dikir, wekî wî bavêjin. Gava wana wî avîtine berê, ber seqirî.
Ûnis difikirî, wekî wê xilaz nebe. Heta ku ew dadikete binê berê, ewî Yehowara dua dikir. Yehowa mesiya mezin şand û ewî Ûnis daqurçand, lê Ûnis nemir. Ewî zikê mesîda Yehowara dua kir: “Ez soz didime te, wekî ezê her gav gura teda bim”. Yehowa sê roja Ûnis zikê mesîda xwey kir. Paşê Yehowa usa kir, wekî mesî Ûnis avîte ber devê berê.
Rast e, Yehowa Ûnis xilaz kir, lê gelo ew yek dihate hesabê, wekî ew gerekê neçe Neynowayê? Na. Yehowa dîsa carekê gote Ûnis, wekî here wêderê. Vê carê Ûnis guh da Xwedê. Ew çû wêderê û gote wan merivên zulm: “Paşî 40 roja, Neynowa wê bê kutakirinê”. Lê wî çaxî tiştekî ecêb qewimî, cimeta Neynowayê guh dane xebera Xwedê û kirên xweyî xirab hîştin. Padşê Neynowayê gote cimetê: “Gazî Xwedê kin û kirên xweye nerast tobe kin. Dibek em xilaz bin”. Gava Yehowa dît, wekî cimetê tobe kir, ewî safî kir qira Neynowayê neyne.
Ûnis gelek hêrs ket gava dît, wekî ew şeher nehate qirkirinê. Çawa te dîna xwe dayê, Yehowa dilremî da kifşê hindava Ûnis, lê Ûnis hindava cimeta Neynowayê dilrem nîbû. Ew hêrs ket û xeyîdî, ji wî şeherî derket û bin siya belgê kundirda rûnişt. Hinek wext şûnda kundir ziha bû, û Ûnis seva wê yekê jî gelek hêrs ket. Paşê Yehowa gote wî: “Heyfa te wî kundirî hat, ne ku cimeta Neynowayê. Lê min heyfa xwe wan anî, dilremî da kifşê û ewana xwey kirin”. Bi wê yekê Yehowa çi dixwest bide kifşê? Yehowa eyan kir, wekî cimeta Neynowayê diha qîmet e, ne ku şînkayî.
“Xudan . . . Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9).