Serhatî 73
Padşê Baş Di Îsraêlêda
YOŞIYA hê heyşt salî bû çaxê bû padşê du berekêd îsraêliya. Ew hê gele biçûk bû ku serkartiyê bike, lema jî çend mêrêd mezin alî wî dikirin, wekî ew serkartiya cimetê bike.
Paşî wê yekê ça Yoşiya bû padşa, ew nava heft sala hê zêde pêdihesiya derheqa Yahowa. Ewî çev dida padşêd usa baş, ça mesele Dawid, Yêhoşefat û Hizqiya. Derbekê, çaxê ew hê cahil bû, ewî tiştekî mêrxasî kir.
Îda gele sala cimeta îsraêlî xiravî dikirin. Ewana serê xwe li ber xudanêd qelp datanîn û pûtparistî dikirin. Lema jî Yoşiya hine eskerêd xwe hilda û destpêkir welat ji pûtparistiyê temiz ke. Ev xevateke gele giran bû, çimkî gele meriya serê xwe ber xudanêd qelp datanîn. Vir, li ser şikil tu dikarî bivînî ça Yoşiya û eskerêd wî pûta hûrdexweşî dikin.
Paşwextiyê Yoşiya sê mêr kivş kir, wekî ewana rêberiya şixulê tezekirina paristgehê bikin. Pere bona tezekirinê ji meriya dihate top kirinê, û dianîn cem van mêra. Dema ewana paristgeh teze dikirin, kahînê pêşin bi navê Hîlkiya kitêbeke gele ferz di paristgehêda dît. Ev kitêba qanûna Xwedê bû, yê ku gele sal pêşda Yahowa bi destê Mûsa da nivîsarê. Ev kitêb nava gele sal unda bibû, lê niha hate dîtinê.
Ev kitêb anîn cem Yoşiya, û ewî xwest ku kitêb wîra bê xwendinê. Gava ewî dibihîst, ewî fem kir ku kal-bavêd wî qe gura qanûnêd Xwedê nedikirin. Ji bo vê yekê ew gele berxwe ket û kinc li ser xwe qelişanid, ev yek li ser şikil rind tê kivşê. Yoşiya got: “Yahowa gele hêrse li ser me, çimkî kal-bavêd me qanûnêd vê kitêbê xwey nekirine”.
Yoşiya ferman da Hîlkiya, kahînê pêşinra, wekî ew pêbihese hela Yahowa çi wê bike serê wan. Hîlkiya çû cem jinekî bi navê Hûlda, yê ku pêxember bû, û jê pirsî. Ewê jî ji Yahowa elametiya usa derbazî Yoşiya kir: “Orşelîm û hemû meriyêd têda wê bêne dîwan kirinê, çimkî wana serê xwe ber xudanêd qelp datanîn û temamiya welat bi neheqiyê tije kirin. Lê çimkî te, Yoşiya, tiştêd qenc kiriye, heta tu sax î ezê dîwana xwe naynim li ser wan meriyêd neheq”.
2 Dîrok 34:1-28.