KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 56 rûp. 134-rûp. 135 abz. 1
  • Yoşiya Qanûnê Xwedê Hiz Dikir

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yoşiya Qanûnê Xwedê Hiz Dikir
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Cem Yoşiya Hevalêd Baş Hebûn
    Zarên Xwe Hîn kin
  • Padşê Baş Di Îsraêlêda
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Cahilno Hûn Emirekî Ça Dixwazin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 56 rûp. 134-rûp. 135 abz. 1
Şafan kitêba gulometkkirî Yoşiya Padşara dixûne

DERSA 56

Yoşiya Qanûnên Xwedê Hiz Dikir

Yoşiya heyşt salî bû kengê destpêkir Cihûdayêda padşatiyê bike. Wan çaxa meriv sêrbaziyêva mijûl dibûn û pût dihebandin. Gava Yoşiya bû 16 salî, ewî qewat dida xebatê, wekî hîn be çawa rast Yehowa bihebîne. Lê gava ew bû 20 salî, ewî destpêkir pût û gorîgehên temamiya welatda hûrdexweşî ke. Û 26 saliyên xweda, ewî destpêkir paristgeha Yehowa teze ke.

Hîlkiya serekkahîn paristgehêda kitêba gulometkkirî dît, ser kîjanî Qanûnên Yehowa nivîsar bûn. Diqewime ew Qanûn xût nivîsarên destê Mûsa bûn. Şafan, berdestiyê Yoşiya Padşa, kitêba Qanûnê bire bal padşa û bi dengê bilind wîra xwend. Gava Yoşiya Padşa ew yek bihîst fem kir, wekî cimetê gelek sal guh nedidan Qanûnên Yehowa. Yoşiya Padşa gote Hîlkiya: “Yehowa gelek hêrs e ser me. Here û ji wî pêbihese em çi gerekê bikin”. Yehowa bi alîkariya jineke pêxember, navê kîjanê Hûlda bû, gote wan: “Cimeta Cihûdayê pişta xwe daye min. Ewê bê cezakirinê lê ne rojên Yoşiyada, çimkî ewî milûktî da kifşê”.

Hîlkiya kitêba Qanûna Yehowa dît

Gava Yoşiya Padşa elametiya Yehowa bihîst, ewî cimeta Cihûda paristgehêda top kir, û Qanûna Yehowa bi dengê bilind wanara xwend. Yoşiya û cimetê soz dan, wekî wê bi temamiya dilê xwe gura Yehowa bikin.

Îda gelek sal bû, wekî cimeta Cihûdayê Cejina Derbazbûnê kifş nedikirin. Lê gava Yoşiya ji kitêba Qanûnê xwend, wekî çiqas ferz e Cejina Derbazbûnê derbaz kin, ewî gote cimetê: “Emê Cejina Yehowa her gav derbaz kin”. Yoşiya xwe hazir kir, wekî gelek qurbana bîne û koma dengbêja paristgehêda saz kir. Paşê wana Cejina Derbazbûnê derbaz kirin, pey kîjanîra wana heft roja Cejina Nanê Şkeva derbaz kirin. Paşî rojên Samûêl, Îsraêliya Cejina vî cûreyî, derbaz nekiribûn. Yoşiya bi rastî qanûnên Yehowa hiz dikir. Lê tu bi dil û can derheqa Yehowa hîn dibî?

“Xebera Te çira gavêd min e û ronaya şiverîyêd min e” (Zebûr 119:105).

Pirs: Yoşiya Padşa çi kir, çaxê Qanûna Yehowa bihîst? Yehowa hindava Yoşiya çi ser xwe texmîn dikir?

(2 Padşatî 21:26; 22:1–23:30; 2 Dîrok 34:1–35:25).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin