KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 88
  • Yûhenna Îsa Nixum Dike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yûhenna Îsa Nixum Dike
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Îsa Dibe Mesîh
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 88

Serhatî 88

Yûhenna Îsa Nixum Dike

DIVÎNÎ ku kevotkek li ser mêrikî hate xwarê? Ev mêr Îsa ye. Ew Niha weke 30 salî ye. Lê mêrê ku berbi wî sekiniye Yûhenna ye. Derheqa Yûhenna em hinekî pêşda îda pêhesiyan. Tê bîra te gava Meryem çû bal merivê xwe Êlîzabêt, zar di zikê Êlîzabêtda ji şabûnva liviya? Ew zar hema ev Yûhenna bû. Lê gelo Îsa û Yûhenna çi dikin?

Yûhenna Îsa kire bin avê çema Ûrdunê. Hema usa merî dihatin nixumandinê. Pêşiyê meriya dikirin bin avê û paşê derdixistin. Yûhenna meriya nixum dikir, lema jî navê wî danîn Yûhenna nixumdar. Lê gelo çira Yûhenna Îsa nixum kir?

Çimkî Îsa xwexa hate bal Yûhenna û gote wî wekî dixwaze bê nixumandinê. Lê seva çi merî xwe nixum dikirin? Seva ku nîşan kin wekî ji gunêd xwe poşman bûne û dixwazin terk bidin. Lê seva çi Îsa xwe nixum kir, ne ew tu car xiraviyê nedikir, û ew Kurê Xwedêye helal bû? Belê, ev usa ne. Îsa seva meniya dinê gerekê bihata nixumandinê. Were em pêbihesin ev menî çi bû?

Pêşiya nixumandinê Îsa necer bû. Necer ev in, yê ku tişta ji dara çêdikin, mesele kursiya, texta û sifira. Mêrê Meryemê Ûsiv necer bû, lema ewî Îsa hîn dikir ku ew jî bibe necer. Lê bi rastiyê Yahowa kurê xwe Îsa şande erdê ne seva wê yekê ku ew bibe necer. Yahowa şixulekî gele ferz da Îsa, û niha wede îda gihîştibû ku Îsa vî şixulî destpêke. Îsa hate cem Yûhenna xwe nixum ke, wekî bi nixumandinê nîşanî meriya ke, ku ew îda destpêdike nêtê bavê xwe bîne serî. Lê gelo Xwedê kirêd Îsara qayîl bû?

Belê, ew qayîl bû. Hema ça Îsa hate nixumandinê û ji avê derket, dengekî ji ezmana got: “Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me”. Wê demê ezman vebûn û kevotkek li ser Îsa hate xwerê. Lê ev ne kevotka rastî bû, bi rastiyê ev ruhê Xwedê bû, yê ku mîna kevotkekê hate xuyanê.

Paşî nixumandinê Îsa 40 roj cîkî dûrî meriva derbaz dike, seva ku kûr dişirmîş be derheqa şixulê xwe. Li vir Şeytanê mîrê cina hate berbi wî. Şeytan sê cara Îsa da cêribandinê, ku Îsa tiştekî pêşberî qanûnê Xwedê bike. Lê Îsa usa nekir.

Pey hine wede Îsa rastî wan mêra tê, yê ku paşwextiyê dibine şagirtêd wîye pêşin. Navêd hine ji wan ev e: Endrawis, Petrûs (awa gotî Şimhûn), Fîlîpo û Natanyêlê ku (wîra usa jî Bertolomeyo digotin). Paşê Îsa tevî şagirtêd xwe diçe berbi welatê Celîlê. Di Celîlêda ewana li mala Natanyêl di Qanada man. Li wir Îsa teglîf dikin li ser dewatekî mezin, û wî derê ew keremetekî xweye pêşin dike. Zanî ev keremet çi bû? Îsa ji avê şerav çêkir.

Metta 3:13-17; 4:1-11; 13:55; Marqos 6:3; Yûhenna 1:29-51; 2:1-12.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin