KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 93
  • Îsa Hezara Meriya Têr Dike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îsa Hezara Meriya Têr Dike
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Îsa Hezara Têr Dike
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Îsa Ser Avêra Diçe
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Em Çi Hîn Dibin ji Keremeta Îsa Derheqa Nan?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 93

Serhatî 93

Îsa Hezara Meriya Têr Dike

DERBEKÊ tişteke usa qewimî ji bo çi Îsa gele berxweket. Yûhenna nixumdar hate kuştinê. Jina padşê bi navê Hêrodiya, Yûhenna gele hez nedikir. Ewê usa kir ku padşa serê Yûhenna hilqetîne.

Gava Îsa derheqa vê yekê pêhesiya ew gele berxweket, û dixwest hine wede tenê derbaz kira. Lema jî ew tenê çû li serê çiyê. Lê cimetê da pey wî. Gava Îsa dîna xwe da ku elalet ber wî top bûye, ewî gunê xwe wan anî û destpêkir wanara derheqa padşatiya Xwedê gilî ke. Ewî usa jî gele meriya ji nexweşiyêd wan qenc kir.

Berê êvarê şagirtêd Îsa nêzîkî wî bûn û wîra gotin: “Îda dereng e, lê ev der cîkî xikî-xwelî ye. Îzina elaletê bide ku herine gunda xwera xwarinê bikirin”.

Lê Îsa gote wan: “Ne hewce ye ku ew herin. Hûnê xwarinê bidine wan”. Paşê Îsa gote Fîlîpo: “Emê nan ji ku derê bikirin, wekî van meriya têr kin?”

Fîlîpo jî cava xweda got: “Seva ku her yekîra hema perîk nan bikeve, gele pere lazim e, wekî haqas nan bê kirînê!” Wî çaxî Endrawis got: “Vir xortek heye, ku pênc nanêd ceh û du mesiyêd wî hene. Lê bona haqas meriva ev çi ye?”

Îsa gote wan: “Meriva li erdê bidine rûniştandinê”. Hingê Îsa ev nan hilda şikirî da Xwedê û destpêkir ev nan ker kir. Paşê da şagirtara û wana ev nan û mesî belayî rûniştiya kirin. Li wir weke 5 000 mêr bûn û dîsa hezar-hezara jin û zar. Wana hemûşk jî xwarin bi têra xwe xwarin. Çaxê şagirta bermayî top kirin, weke 12 sevet bi xwarinva tije top bibû!

Paşê vê yekê bi xwestina Îsa şagirt rûniştin qayîkê ku bera Celîlêva derbazî aliyê din bin. Şevê nişkêva firtoneke mezin rabû. Hindik mabû qayîk biçûya bin avê. Şagirt gele tirsiyan. Hine wede şûnda, qereberbangê, wana dît ku kesek ser avêra digere û nêzîkî wan dibe. Ji tirsa wana destpêkir qûjînî kin, çimkî wana nizanibû ku ev kî ye.

“Netirsin” Îsa gote wan. “Ev ez im!” Wana hê baweriya xwe wî neanî. Lê paşê Petrûs gote Îsa: “Xudan, heger ev tu yî, emir ke ku ez ser avêra bême cem te”. Îsa gotê: “Were!” Petrûs ji qeykê peya bû û rastî jî ser avêra çû! Lê çaxê ew tirsiya destpêkir here bin avê, lê Îsa wî xilaz kir.

Paşwextiyê Îsa dîsa carekî hezara meriya têr kir. Îjar ewî bi heft nana û bi çend mesiyêd biçûk wana têr kir. Û dîsa xwarina wan têr tije bû. Çiqas baş e ku Îsa usa xem dikir derheqa meriya, usa nîne? Çaxê Îsa di Padşatiya Xwedêda ça padşayê kifşkirî hukum bike, em derheqa tu tişt xem nekin, hemû tişt têr tije be!

Metta 14:1-32; 15:29-38; Yûhenna 6:1-21.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin