DERSA 83
Îsa Hezara Têr Dike
Pêşiya Cejina Derbazbûnê, sala 32 D.M., şagirtên Îsa ji xizmetiyê gelek westiyayî vegeriyan. Lema jî Îsa gote wan, wekî tevî wî pê qeyikê herine Beytsaydayê û hinekî hêsa bin. Lê gava ewana gihîştine ber devê berê, Îsa elaleteke mezin dît, ya ku wêderê hîviya wî bû. Rast e Îsa tevî şagirtên xwe dixwest hêsa bûya, lê gava ewî cimet dît, bi dil wana qebûl kir. Îsa hemû merivên nexweş qenc kir, û paşê destpêkir derheqa Padşatiya Xwedê wana hîn ke. Temamiya rojê Îsa wan meriva hîn dikir. Gava terî kete erdê, şagirt nêzîkî wî bûn û gotin: “Meriv birçî ne. Bêje wan, bira herin xwera xwarinê bikirin”.
Lê Îsa gote wan: “Ese nîne, wekî ewana herin. Hûn xwarinê bidine wan”. Şagirta pirsî: “Tu dixwazî, wekî em herin û nan bona hemûşka bikirin?” Yek ji şagirtên Îsa, Fîlîpo, got: “Hergê gelek perê me hebûya, meyê dîsa jî nikarbûya têra hemûşka nan bikiriya”.
Îsa pirsî: “Çiqas nan cem me heye?” Endrawis got: “Pênc nan û du mesiyên biçûk. Lê ew têra hemûşka nake”. Îsa got: “Nan û mesiya bînine vira”. Ewî gote cimetê, wekî kom-kom parevebin ser 50 yan 100 meriva û ser çêrê rûnên. Ewî nan û mesî hilda, ezmên nihêrî û dua kir. Paşê Îsa nan da şagirta, wekî ewana cimetêra bela kin. Wêderê 5 000 mêr, û usa jî jin û zar top bibûn. Xwarinê têra hemûşka kir û her kes têr bû. Paşê şagirta hûrikên bermayî top kirin, seva ku tu tişt unda nebe. Ji wan hûrika 12 sevet tijî derketin! Keremeteke usa pêşda tu kesî hê nedîtibû!
Meriva kirên Îsa dîtin, ecêbmayî man û xwestin wî bikine padşa. Lê Îsa zanibû, wekî ew wede hê nehatiye ku Yehowa wî bike padşa. Lema jî Îsa cimet şande malên wan. Lê şagirtara got, wekî ji Bera Celîlê herine aliyê din. Şagirt ketine qeyikê, lê Îsa tenê çû ser çiyê. Gelo çira? Ewî dixwest Bavê xwera dua bike. Rast e Îsa betal nîbû, lê ewî dîsa jî wede bona duakirinê didît.
“Bona xwarina pûç nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jiyîna heta-hetayêda dimîne, kîjanê Kurê Însan wê bide we” (Yûhenna 6:27).