Serhatî 108
Li Ser Riya Şamê
ZANÎ ev mêrê ku ketiye erdê kî ye? Ev Şawûl e. Tê bîra te, çaxê Steyfan dabûne ber kevira, Şawûl jî li wir bû û miqatî kinca dibû. Lê niha dîna xwe bide ça ronayîke qayîm şewq dide! Gelo li vir çi diqewime?
Paşî wê yekê ça Steyfan hate kuştinê, Şawûl destpêkir pey şagirtêd Îsa bikeve, û serkartiya wî şixulî hilda ser xwe. Ew dikete mala, jin û mêra kaşî derva dikir û wana davîte kelê. Geleka ji şagirta derbazî şeherê dinê dibûn û li wir destpêdikirin “mizgîniya xêrê” dannasîn bikin. Lê Şawûl diçû wan şehera jî û şagirta dizêrand. Derbekê, çaxê ew diçû Şamê, rêva tiştekî bi keremet serê wî qewimî.
Nişkêva ji ezmana ronayîke qayîm dora wî şewq da. Ça li ser şikil jî tê kivşê, Şawûl kete erdê, û dengek wîra got: “Şawûl! Şawûl! Tu çima min dizêrînî?” Mêrêd ku tevî Şawûl bûn, ew ronayî dîtin û ew deng jî bihîstin, lê ewî dengî çi digot wana fem nedikir.
Şawûl pirs kir: “Tu kî yî Xudan?”
Wî dengî gotê: “Ez ew Îsa me, yê ku tu dizêrînî”. Gelo Îsa çira usa got? Çimkî çaxê şagirtêd wî dizêrandin, ewî xwe usa texmîn dikir tê bê jî wî dizêrînin.
Wî çaxî Şawûl got: “Xudan ez çi gerekê bikim?”
“Rabe here Şamê, û li wir tê pêbihesî çi gerekê bikî”, Îsa gote wî. Çaxê Şawûl rabû û çevê xwe vekir, ewî îda tiştekî nedidît. Ew kor bibû! Lema jî ev mêrêd ku tevî wî bûn, destê wî girtin û wî birine Şamê.
Wî çaxî Îsa gote şagirtekî xwe di Şamêda: “Hananiya, rabe here li kûçê ku wîra Rast dibêjin. Li wir bikeve mala cihûyekî bi navê Şawûl. Çimkî ew wê bibe qulixkarekî mine başqe û delal”.
Hananiya gura Îsa kir. Çaxê ew rastî Şawûl hat, ewî destê xwe danî ser Şawûl û got: “Xudan ez şandime cem te, wekî tu dîsa bibînî û bi Ruhê Pîroz tijî bî”. Wî çaxî nişkêva tiştek mîna kapekê ji çevêd Şawûl ket, û ewî paşda destpêkir bivîne.
Paşî vê yekê Şawûl destpêkir bi xîretê, gele miletara, dannasîn bike. Ew hate naskirinê ça Pawlosê şandî. Paşê emê hê zêde derheqa wî pêbihesin. Lê ka em pêşiyê pêbihesin Xwedê çi şixul dide Petrûs û wî dişîne kîderê.
Karêd Şandiya 8:1-4; 9:1-20; 22:6-16; 26:8-20.