KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 115
  • Cineta Sozkirî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cineta Sozkirî
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • “Cinetêda Emê Hev Bivînin!”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Qirara Xwedê seva Erdê Çi ye?
    Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
  • Padşatî, ya ku li ser Temamiya Dinyayê wê Padşatiyê Bike
    Zarên Xwe Hîn kin
  • “Tê Tevî Min Cinetêda bî”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 115

Serhatî 115

Cineta Sozkirî

HELA binihêre li ser van çiyayêd mezin, darêd bilind û kulîrkêd bedew. Bi rastiyê jî ev cî pir xweş e, usa nîne? Hela dîna xwe bide ça xezal ji destê gedê biçûk xwarinê dixwe. Lê divînî ku şêr û hesp tevayî li çayîrêda diçêrin. Niha xwe pirske, tu dixwazî li cîkî usa bijî?

Zanî ku Xwedê dxwaze wekî tu li ser erdê cinetê heta-hetayê bijî. Ew naxwaze wekî cîkî te bêşe, û wekî tu mîna merivêd dinê biçerçirî. Binihêre Kitêba Pîroz çi soz dide wan yê ku di cinetêda wê bijîn: “Xwedê wê tevî wan be. Mirin îda wê tune be, ne girî, ne jî êş-êşûk, çimkî tiştêd berê îda derbaz bûn”.

Îsa wê usa bike wekî ev hemû soz bêne serî. Lê zanî ev wê kengê biqewime? Belê, paşî wê yekê ça Îsa erd ji hemû zulmiyê û meriyêd neheq temiz ke. Tê bîra te, em pêhesiyan wekî çaxê Îsa li ser erdê bû ew meriya ji cûre-cûre nexweşiya qenc dikir. Ew hela hê miriya jî sax dikir. Bi vê yekê Îsa îzbat kir, wekî çaxê ew wê bibe padşa, di padşatiya Xwedêda, ew wê gele tiştêd keremet li ser erdê bike.

Tu tenê bide hesavê xwe, emir di cinetêda çiqas wê bextewar be! Tevî Îsa usa jî merivêd ku ewî jibartibû wê padşatiyê bikin. Ewana wê xem bikin wekî hemû tişt li ser erdê baş be û emirê her kesa bextewar be. Lê niha were em pêbihesin çi em gerekê bikin, wekî kerema Xwedê bistînin û bikaribin li ser erdê cinetê heta-hetayê bijîn.

Eyantî 21:3, 4; 5:9, 10; 14:1-3.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin