KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • bh rûp. 197-rûp. 199 abz. 2
  • Pêxembertiya Daniyêl Derheqa Hatina Îsa Mesîh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Pêxembertiya Daniyêl Derheqa Hatina Îsa Mesîh
  • Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Têmên Mîna Wê
  • Daniyêl Derheqa Hatina Mesîh Pêxembertî kir
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
  • Pêxemberê Dîl Axiriyê Dibîne
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
bh rûp. 197-rûp. 199 abz. 2

Elametiyê Zêde

Pêxembertiya Daniyêl Derheqa Hatina Îsa Mesîh

DANIYÊLÊ pêxember, weke 500 sal pêşiya bûyîna Îsa Mesîh dijît. Yahowa elametiya usa da Daniyêl, bi saya çi jî ewî dikaribû tê derxista ew wede, kengê ku Îsa wê bihata rûnkirinê yan kifşkirinê ça Îsa Mesîh. Daniyêlra hatibû gotinê: “Bizanibe û fem bike, ku bona ava kirina Orşelîmê û bona anîna rewşa [nisila] wê yê berê ji derketina emir, heta serwêrê ku hatiye mesîh kirin, heft hefte û şêst û du hefte wê hebin” (Daniyêl 9:25).

Seva ku tê derxin wedê hatina Îsa Mesîh, pêşiyê em gerekê pêbihesin ku kengê destpêbû ew wede, derheqa kîjanî jî Daniyêl pêxembertî kir. Di pêxembertiyêda hatibû gotinê, wekî ev wede wê destpêbe paşî wê yekê, ça fermana “ava kirina Orşelîmê” bê dayînê. Lê gelo ev ferman kengê hatibû dayînê? Di kitêba Nehemiyada nivîsiye, wekî ev ferman hate derxistin wedê padşatiya Artahşaşt, gava îda bîst sal bû ku ewî padşatî dikir (Nehemiya 2:1, 5-8). Bi giliyên terîxzana, Artahşaşt Padşa di sala 474-da B.D.M. destpêkir padşatiyê bike. Dêmek 20 saliya padşatiya Artahşaşt, dikeve sala 455. Ji vir tê kifşê, ku ew wede derheqa çi jî Daniyêl digot, di sala 455-da destpêbû.

Daniyêl eyan kir, wekî heta hatina Îsa Mesîh çiqas wede gerekê derbaz bûya. Di pêxembertiyêda hatibû gotinê ku “heft hefte û şêst û du hefte”, bi temamiyê ev derdikeve 69 hefte. Lê gelo ev wede çiqasî dirêj dibe? Ji hine welgerandinên Kitêba Pîroz rind tê kifşê, wekî xeberdan derheqa heftiyê sala diçe, ne ku derheqa heft rojên heftiyê. Dêmek her heftiyê sala, derdikeve 7 sal. Cimeta Cihûya derheqa van heftiyê sala rind zanibûn. Mesele, her sala hefta di Îsraêlêda dihate hesabê sala Şemiyê (Derketin 23:10, 11). Dêmek pêxembertî derheqa 69 hefte, ev tê hesabê 69 wede û di her ji van wedada 7 sal hene. Hergê 7 derba 69 hesab kin, wê derdikeve 483 sal, dêmek 69 hefte ev 483 sal in.

Niha em îda dikarin hesab kin, wekî kengê Îsa Mesîh gerekê bihata. Hergê em ji sala 455 berî dewrana me B.D.M., bijmêrin 483 sal, emê bigihîjne sala 29 dewrana me D.M. Hema di vê salêda Îsa hate nixumandinê û kifş bû ça Mesîh!a (Lûqa 3:1, 2, 21, 22). Gelo ev yek ecêbmayî nîne, ku pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz usa hûr bi hûr hatine sêrî?

Xerîta: Pêxembertî derheqa heftê heftî di Daniyêl serê 9-da, pêxembertî dike derheqa hatina Mesîh

a Ji sala 455 B.D.M. heta sala 1 B.D.M. 454 sal in. Ji sala 1 B.D.M. heta sala 1 D.M. salek e. Lê ji sala 1 D.M. heta sala 29 D.M. 28 sal in. Ev sê wede, dêmek (454+1+28) bi temamiyê 483 sal dertên. Di sala 33 D.M., Îsa hate kuştinê, ev qewimî wedê 70 hefteda (Daniyêl 9:24, 26). Binihêre kitêba “Dîna Xwe Bide Pêxembertiya Daniyêl!” serê 11, ya ku li ser gele zimana hatiye derxistin. Usa jî “Femkirina Nivîsarê” para 2, rûpêla 899-901, Îngl. Evan neşirkirina Şedên Yahowa derxistine.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin