KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • bh rûp. 199-rûp. 201 abz. 4
  • Îsa, Mesîhê Sozdayî ye

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îsa, Mesîhê Sozdayî ye
  • Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Têmên Mîna Wê
  • Gelo Pêxembertiyên Derheqa Mesîh li ser Îsa Hatine Sêrî?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Îsa Mesîh Kî ye?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Mesîh Hate Eyankirinê
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
bh rûp. 199-rûp. 201 abz. 4

Elametiyê Zêde

Îsa, Mesîhê Sozdayî ye

SEVA ku em bikaribin Mesîh nas kin, Yahowa xem kir wekî gele pêxember derheqa bûyîn, qulixkirin û mirina Îsa, Xilazkarê sozdayî lêkin. Ev hemû pêxembertî hûr bi hûr û rast li ser Îsa Mesîh hatin sêrî. Seva ku baweriya me di vê yekêda qewî be, werên em binihêrin hine ji wan pêxembertiya, yên ku tevî bûyîn û zarotiya Îsa tevgirêdayî ne, çawa hatine sêrî.

Îşaya pêxember pêşda digot, ku kesek ji zuretê Dawid wê bibe Mesîh (Îşaya 9:7). Û bi rastiyê jî, Îsa ji nisila Dawid bû (Metta 1:1, 6-17).

Pêxemberekî din Mîxa, digot ku zar di Beytlehma-Efratada (Cihûstanêda) wê bê bûyînê, û xilaziyê wê bibe padşa (Mîxa 5:2). Çaxê Îsa hate bûyînê, di Orşelîmêda du şeher bi navê Beytlehm hebûn. Yek li aliyê bakûrêda nêzîkî Nisretê bû, yê duda jî di Cihûstanêda berbi Orşelîmê bû, wîra berê Beytlehma-Efrata digotin. Hema di vî şeherêda Îsa Mesîh hate bûyînê, û bi vê yekê pêxembertiya Mîxa hate sêrî (Metta 2:1).

Pêxemberekî jî got, wekî Xwedê wê “ji Misirê gazî kurê xwe” bike. Rastî jî Îsayê biçûk biribûn Misirê. Lê paşî mirina Hêrodes, ew paşda vegerandin û bi vê yekê dîsa pêxembertîk li ser Îsa hate sêrî (Hoseya 11:1; Metta 2:15).

Li ser rûpêla 200 heye çargoşe. Di vê çargoşêda kifşkirî ne serî û rêzên Kitêba Pîroz, di kîjanada nivîsar e “pêxembertî derheqa Îsa.” Kêlekê dîsa serî û rêzên ji Kitêba Pîroz têne kifşkirinê, kîderê îda tê gilîkirinê, ku ça ev pêxembertî “hate sêrî”. Ji kerema xwe, van rêza himberî hev ke. Bi vê yekê bawerbûna te wê hê qewî be û wê tera zelal be, ku bi rastiyê jî Kitêba Pîroz hêjayî ye, wekî em baweriya xwe lê bînin.

Hergê tu van rêza bi Kitêba Pîroz himberî hev kî, tê texmîn kî ku ev hemû pêxembertî weke sed sal pêşda, pêşiya bûyîna Îsa Mesîh hatin nivîsarê. Derheqa vê yekê xwexa Îsa got: “Gerekê her tiştên ku bona min Qanûna Mûsa, nivîsarên pêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî” (Lûqa 24:44). Ji Kitêba Pîroz eşkere tê kifşê, ku hemû pêxembertî bi rastiyê jî, hûr bi hûr hatin sêrî.

PÊXEMBERTÎ DERHEQA ÎSA MESÎH

QEWIMANDIN

PÊXEMBERTÎ

HATE SÊRÎ

Wê ji bereka Cihûda bê bûyînê

Destpêbûn 49:10

Lûqa 3:23-33

Wê ji qîzeke bikir bê bûyînê

Îşaya 7:14

Metta 1:18-25

Wê ji nisila Dawid Padşa be

Îşaya 9:7

Metta 1:1, 6-17

Yahowa xwexa wê eyan ke, ku ew Kurê wî ye

Zebûr 2:7

Metta 3:17

Heçî zef ji meriya wê baweriya xwe wî neynin

Îşaya 53:1

Yûhenna 12:37, 38

Wê li ser ceşikê bikeve Orşelîmê

Zekeriya 9:9

Metta 21:1-9

Hevalê wîyî nêzîk, wê nemamiya wî bike

Zebûr 41:9

Yûhenna 13:18, 21-30

Bi sî zîvî wê bê firotanê

Zekeriya 11:12

Metta 26:14-16

Caba kesekî wê nede

Îşaya 53:7

Metta 27:11-14

Ser kincê wî wê peşk bavêjin Zebûr

22:18

Metta 27:35

Kêleka wî wê qul kin

Îşaya 53:5

Yûhenna 19:34, 37

Tu hestûyên wî, wê neyêne şikênandinê

Zebûr 34:20

Yûhenna 19:33, 36

Bal merivekî dewletî hate definkirinê

Îşaya 53:9

Metta 27:57-60

Ji mirinê wê rabe û nerize

Zebûr 16:10

Karên Şandiya 2:24, 27

Li milê Xwedêyê rastê wê bisekine

Zebûr 110:1

Karên Şandiya 7:56

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin