SERÊ 17
Îsa Derheqa Padşatiya Xwedê Hîn Dike
Îsa Mesîh şagirtêd xwe gele tişt hîn dike, lê hînkirina wîye lepe ferz derheqa Padşatiya Xwedê bû
SEVA çi Îsa Mesîh hate ser erdê? Ewî got: “Gerekê ez bajarêd dinda jî Mizgîniya Padşatiya Xwedê bidim, çimkî ez bona wê yekê hatime şandinê” (Lûqa 4:43). Emê niha şirovekin çar têma derheqa Padşatiya Xwedê, derheqa kîjanî ku Îsa dannasîn dikir.
1. Îsa Mesîh heye Padşê Padşatiya Xwedê. Îsa xwexa jî digot, wekî ew heye Mesîhê sozdayî ( Yûhenna 4:25, 26). Îsa usa jî digot, wekî ew wê bibe ew Padşa, kîjanî ku Daniyêl pêxember dîtinoka xweda dîtibû. Îsa gote şagirtêd xwe, wekî wê roja ku ew rûnê ser “textê xweye rûmet”, ewana jî wê rûnên ser text (Metta 19:28). Îsa navê wan danî “keriyê pêzî biçûk”, û wanara got ku “pezêd...din jî hene”, kîjan ku ne ji vê komê ne (Lûqa 12:32; Yûhenna 10:16).
2. Padşatiya Xwedê, wê heqiya rast bîne ser erdê. Îsa Mesîh got, wekî Padşatiya Xwedê wê neheqiyêd mezin bide hildanê. Ew wê pîroz ke navê Yahowa Xwedê, û temiz ke wê lekê kîjan ku Şeytan Mîrê-cina da ser navê Xwedê, wedê miqabiliya di Adenêda (Metta 6:9, 10). Îsa nedurûtiya xwe bi wê yekê nîşan kir, ku firqî nedikire orta meriya, û hemûşk hîn dikirin, mêr, jin, dewletî û kesîb. Rast e Îsa hate şandinê cem îsraêliya, lê ewî alî merîyêd ji sameriyê û necihûya, dêmek pûtparista, jî dikir. Ew ne mîna fêrisî û sadûqiya bû, Îsa firqî ne dikir orta meriya.
3. Tu tevgirêdan orta Padşatiya Xwedê û vê dinyayê wê tune be. Îsa Mesîh dijît li wedê polîtîka ne rihet. Welatê wî bin qolê welatekî dinêyî zorda bû. Lê çaxê cimetê dixwest Îsa bikira padşa, ewî nexwest û revî (Yûhenna 6:14, 15). Derbekê, Îsa gote serkarekî: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 18:36). Lê şagirtêd xwera ewî giliyê usa got: “Hûn ne para dinyayê ne” (Yûhenna 15:19). Çaxê şagirtêd Îsa dixwestin çek bidine xebatê, wekî Îsa xilaz kin, hingê jî ewî îzin neda wan (Metta 26:51, 52).
“Îsa gund û bajara digeriya, dannasîn dikir, Mizgîniya Padşatiya Xwedê dida” (Lûqa 8:1)
4. Serwêrtiya Îsa Mesîh wê li ser hîmê hezkirinê be. Îsa cimetêra soz dabû, wekî wê alî wan bike û barê wan sivik ke (Metta 11:28-30). Û usa jî qewimî. Şîretêd wiye qîmet alîkarî didane meriya. Îsa şirovekir, ku çi em gerekê bikin, wekî zef berxwe nekevin, tevî meriya baş bin, pey hebûnê nekevin û bextewar bin (Metta, serê 5-7). Çimkî Îsa Mesîh merî hez dikirin, lema jî wana şerm nedikir, û ne jî ditirsiyan biçûna cem wî. Cûre-cûre meriv, top dibûn û berbi Îsa diçûn, mesele, meriyêd ku ber çevê gişka reş bûn û meriyêd dilteng. Çimkî wana zanibû, wekî Îsa wê rem be tevî wana, û qedrê wan nekeve. Bidine hesabê xwe, wekî Îsa wê Padşakî çiqas baş be!
Çaxê Îsa Mesîh mizgînî derheqa Padşatiya Xwedê hîn dikir, ewî usa jî gele keremet dikir, qenc dikir, sax dikir. Lê nêta wî çi bû? Evê yekê emê di serê mayînda pêbihesin.