PARA 14
Tu Ça Dikarî Aminiya Xwe Yehowara Bidî Kifşê?
Xwe li Xwedê bigire. 1 Petrûs 5:6-9
Ji wan eyd-qeyda dûr keve, yên ku ser hîmê Kitêba Pîroz nînin. Seva vê yekê mêrxasî lazim e.
Xwe ji polîtîkayê dûr xwey ke, û nekeve nav şixulê wan, çimkî ewana Yehowa û Padşatiya wî qebûl nakin.
Guh bide Xwedê, çimkî ev e bijartina rast. Metta 7:24, 25
Nêzîkî Şedên Yehowa be û ewana wê alî te bikin, wekî tu xwe li Xwedê bigirî.
Berdewam ke derheqa Xwedê pêbihese, û xîret bike, wekî temiyên wî xwey kî.
Paşî wê yekê, çaxê baweriya te hê qayîm be, tu gerekê emirê xwe tesmîlî Yehowa kî û bêyî nixumandinê (Metta 28:19).
Guh bide Xwedê. Kitêba Pîroz bixûne û ji Şedên Yehowa alîkariyê bixwaze, wekî hê baş giliyên Xwedê fem bikî. Paşê jî bide xebatê wan tişta, çi ku tu hîn dibî. Hergê tu usa bikî, tuyê jîyîna heta-hetayî qazanc kî (Zebûr 37:29).